ArşîvDaxuyanî

Cihê ku zarok lê bên qetilkirin wateya peyva aramî, aşîtî li wir nîne

Komîta zarokan Şilêr êrîşÊn dewleta Tirk li ser herema Şehba şermezarkir, û da diyarkirin kuhedef girtina zarokan kiryarinî bi zanebûn in da ku pêşeroja welat tarîbikin, di heman demê birîndariya zarokên kampa waşokanî ku di encama teqînê de rûde bibîrxiat.

Di 19’ê meha Tebaxê  de zarokekî bi nave Emîra Huseyîn Xelef ji Gundê Şehbayê bû giran birîndar bibû îro gihîşt şehaadetê. Dîsa 12’ê meha îlonê de zarokekî  di Kampa Waşokanî de jiyan dikir di encama taqîna DAİŞ’ê de di kampa Waşokanî a li Hesekê bi giranî birîndar bû, teqemeniya ku li kampa waşokanî duh çêbû ji ber erebeyeke ku di hundur kampê de teqî, di encama wê de arokek birîndar bû.

Komîteya zarokan şilêr ji ber wê jî daxuyaniyekî nivîskî bi raya giştî re parvekir,  di daxuyaniya komîtê de ev hat got in: ‘Em wekî Komîteya Zarokan a Şilêr êrîşên Şehba û Kampa Waşokanî şermezar dikin. 19’ê meha Tebaxê  de zarokekî bi nave Emîra Huseyîn Xelef ji Gundê Şehbayê bû giran birîndar bibû îro gihîşt şehaadetê. Dîsa 12’ê meha îlonê de zarokekî  di Kampa Waşokanî de jiyan dikir di encama taqîna DAİŞ’ê de di kampa Waşokanî a li Hesekê bi giranî birîndar dibe.’

Daxuyaniyê weha berdewamkir ‘Her roj bi destên hezên veşartî û hezên navdewletî de êrîşên dijî mirovatî her deverên welatê me û bi taybet li ser hebûna zarokên me tê meşandin. Ev êrîşên hovane yên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye tê kirine de armancên xwînxaran azadî û aramî yê welat xirab kirin û li ser hebûnên civakên me û zarokên welatê me yê ku heviyên pêşeroja me ne tûne kirinê.’

Daxuyaniya komîta şilê a zarokan berxwedaniya zarokan bibîrxist û got: ‘Beramberî DAİŞ’ê heta niha berxwedanîyên bedew û berdelên mezin hatiye dayîn. Ji her demê zêdetir xwedî derketina van berdelên hêja ne,  beramberî her cûreyên hov bêdeng nemayîn pîvana exlaqî a sereke ye.’

Komîta şilêr dirêjî da dauyaniya xwe  ‘Şanêyên DAİŞ’ê ku bi deste Dewletê Tirk tên rêvebirin de pêwîste  ti kes li hemberî van êrîşên dijî mirovahiyê, dijî hebûna zarokan  bêdeng nemîne.’

Daxuyaniyê bang li  hemû Rêxistinên ku mijarên zarokan de erkdarin re kir û got: pêwîste xwedî li erk û berpirsyartiya xwe derbikevin. Li hemberî van êrîşên hovane ên Dewleta Tirk  bêdeng nemînin. Di welatekî de hebûna zarokan di xeteriyê de be di cîhanê bi giştî de wateya  peyvên azadî, aramî cihê xwe nagire. Pêwîste hemû kesên xwedî wîjdan pêşiya zext, birindarî û qetil kirina zarokan bigrin.’

Di dawiya daxuyaniyê de ev kıryar êrîş şermezarkir’ Em carekî din êrîşên Dewleta Tirk û êrîşên DAİŞ’ê yên rûreş  şermezar dikin. Em wekî Komîteya Zarokan a Şiler  ji malbatên zarokên şehîd re sersaxî dixwazin.’

 

 

Back to top button