ArşîvLêkolîn

Hewcedarıya Cıvaka Rojhılata Navîn   Bı Duyemîn Şoreşeke Jınê Heye

Tevgera jinê tevgereke sedsala 21. e. Sedsala 19. çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21. jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, dibêjin sedsala 21. dê bibe sedsala jinê, meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya cins e, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşe, ez ê li ser vê hûrûkûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin.  Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, bi jinê re jiyaneke bi rûmet, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet.

Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di tewazuna hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihiştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.

Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkin nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.

Eşkereye ku, jina ku navê wê bi jiyanê re bûye yek ku statuya jêre hatiye ferzkirin bi tevahî bi karekterê dij-jiyan û dij-jin e. Ev xusûseke wisa ye ku hê jî hişê min nagire. Mêr bêyî ku şermeke mezin bijî bi jinê re di bin statuya heyî de ew ê çawa bijî? Di ser de jî ku têgîna namûsê qilopanî kiriye, ew ê çawa ji xwe re jinê bike mijara namûsa herî bingehîn? Bi wateya xwe ya rastî şerê bi vê re weke namûsa rastî ez fêr bûme. Ez bawer dikim ku, ev şer jina tê bêrîkirin, lewma jî afirandina jiyanê ji niha ve di şexsê we de û di îfadeya sazîbûna wan de hatiye îspatkirin. Bi gelemperî li dunyayê, bi taybetî di civaka Rojhilata Navîn de têkoşîna civakî ya herî watedar ku di rêya wê de bê meşandin divê li ser vî bingehî be. Bi performanseke mezin têkoşîna xwe ya di vê hêlê de bi rûmetdarî dimeşînim. Lê tişta ya girîng, di bin vî barê têkoşînê de çi ferdî çi jî bi sazî bi serkeftî derçûna we ye. Tiştên ku min ji bo vê têkoşînê gotine naxwazim dubare bikim. Di rêhevaltî û dostaniya min a bi jinê re sînor nîne. Pratîk û kûraniya teorîk a pêre, ew ê bibe pîvana rastî ya mêraniya bê qebûlkirin jî. Li gorî min ev perspektîf rêgeza bingehîn a estetîk û exlaqê ye. Bedewbûn beriya her tiştî xwe gihandina kûraniya vê perspektîfê û bi jiyîna wê mumkin e. Herhal pîvanga bingehîn a jiyîna welat, netew û azadiyê dê ev be.

Dıvê Hûn Fêrkırın Û Nûnertıya Formula Bı Sêhr

Jın-Jıyan-Azadî Bıdomînın

Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Lê weke nijad, çîn an jî netew a herî zêde bindest. Divê baş bê zanîn ku ti nijad, çîn an jî netew weke jinê bi sîstematîk rastî koletiyê nehatiye. Em hertim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û di rêya azadiyê de seferber nekin nayê fikirîn ku hêmanên em jêre dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan karîbe rola xwe bilîze. Hewcê ye bibe azadîxwaziya jinê. Teşedayîna jinê weke bê exlaqiyê dihesibînim.

Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hezkirina çavkorî jî di navê de divê em bi ti awayî bi jinê ve neyên girêdan. Berevajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî ve girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e.

Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandine. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pirr watedar in. Divê jin biqûdret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pirr muthîş bi min ve girêdayîn e. Ewçend ne girêdan be. Jina sedî sed bi min ve xwe girêdide nabe. Jin heyîneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin-jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sêhr Jin-Jiyan-Azadî bidomînin.

Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derçûna wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku de ne bi tarzê mêr be. Jineolojî dikare bibe derçûneke bingehîn. Qesta min bi vê jinê ji bûyina objeya zayendî pirr wêdetir hem weke cewher hem weke durdiya (tortu) civakê derfetên ku azadkirin û ronîkirina wê bê lêkolînkirin. Elbet heman lêkolînê ne tenê di qada zanista pozîtîf ku bi paradîgmaya mêr hatiye pêşxistin de bi heman paradîgmayê lêkolînkirina qadên dînî, hunerî û felsefîk jî. Hewldana min ya di vê hêlê de min bi berdewamî kiriye. Bi berdewamî zêdebûna kombûnekê mijara axaftinê ye. Dema vê qada ku kirine tabû derdikim kêfxweşî û bextewariyê hîs dikim. Ti çîrok weke çîroka koletî û azadiya jinê hem bi xemxwarî bi hêrs hem bi şanazî bi coş bandorê li min nake.

Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zihni (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bê gûman, zelalbûyîna statuya jinê tenê rehendekê mijarê ye. Rehendeke hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirrî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma)ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jin siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin.

Lêkolînkirina jin, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêyênkor ên civakî jî, pirr girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku, heman weke ku mirov atomê parçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di enî (bere) ya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîn e. Hemû şikestinên xeyalan ku hatine jiyîn di nekarîna xistina jiyanê utopya, bername û rêgezan, ên di serkeftin an ne serketîbûnên tevahiya têkoşînên azadî, wekhevî demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî de, şopên şêweya têkilî (ya di navbera jin û mêr de) ya serwer (a bi desthilatî), ku nehatiye şikandin, di xwe de werdigirin. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî (destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Eger em bixwazin li wan peyvên ku navên wan pirr derbas dibin, her wekî wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm, derbasdariyên ku nebin sedema şikestina xeyalê, bar bikin; pêwîst e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û parçekirin. Ji bilî vê, wekî din ti rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê (ya guncav li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn, û exlaqek ku dûrû nebe.

Dıvê Pêşî Bı Zanıstî Mırov Pê Dakeve, Qada Hevjıyanê Ye

Karekterê mêr ê serweriya civakê, heta roja îro firsend nedaye ku diyardeya jin weke zanistî bê nirxandin jî. Ilmên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinê mane. Mîna ku bûyerên li dora jinê û serhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyeyekê tê qebûlkirin. Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mora xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzikatiyên propagandatîv ku qet dest nadin rastiyê. Statuya rastîn a jînê bi van bêje û gotinan ve belkî jî çil caran tê nuxaftin, heman weke ku dîrokên şaristaniyê çîn, mêtin, zordestî û êşkenceyan dinuxêvin.

Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Ti qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî xisleta bingehîn û diyarker nîne. Ekonomî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de ekonomî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta ekonomî, dewlet û dîn. Berevajî, divê dewlet, dîn û ekonomî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.

Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û dîn timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, dîn û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û dîn têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane.

Min tim wê kûraniya jiyanê ya hevwatebûna cota herî harîqa biqasî dikare bê zanîn ya di gerdûnê de, bi kûranî hîs kiribû. Min wê wêrekiyê nîşan da ku ez girîngiya hizirîna bi jinê re destpêkê, her wisa pê re gotûbêjkirina li ser ka li ku dere, kînga û çiqas xirabûn hebe û derbaskirina wê, deynim pêşiya hemû têkiliyan. Tenê jina ku xurt be, bihizire, karibe biryarên baş, xweş û rast bide, dema bi vî rengî min derbas bike, karibe min heyranê xwe bihêle û karibe bibe muxetaba min, bê gûman yek ji kevirên koşe yê lêgerîna min a felsefî ye. Min tim bawer kir ku wê sirrên herikîna jiyanê ya li gerdûnê, bi vê jinê re, bi aliyên wê yên herî baş xweş û rast re, wate bibîne. Her wisa min bawerî bi exlaqê xwe jî anî, ku bi qasî ku ti zilam nikaribe bi ser bixe, şêwaza min a heyînê bi malê li pêş min ê ‘zilam û sermaye’ re, anku bi hurmuza xwedî not hezar şî re, qet par neke. Wê demê têgîna, ji femînîzmê jî wêdetir, ‘jîneolojî’(zanista li ser jinê), dibe ku armancê çêtir pêşwazî bike.

Têgîna femînîzm, bi zimanê Kurdî di wateya jinparêzî (jinperestî) de, dûr e ji wesfandina tam a pirsgirêka jinê û, ji ber ku dijraberê wê weke zilamparêzî tê sêwirîn, dibe ku bibe sedema zêdetir bêsûdiyan. Wateyek wisa diteyisîne weke ku tenê jina bindest a zilamê serwer be. Lê bele, rastiya jinê pirr berfirehtir e. Wateyên wisa di xwe de werdigire ku, ji zayendiyê wêdetir, rehendên wê yên aborî, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna ‘mêtingerî’ ji hîmê welat û netew derxînin û wê daxînin bo komên mirovan, em ê karibin şûngeha jinê bi hêsanî weke ‘mêtingeha herî kevn’ pênase bikin. Bi rastî jî, ti diyardeyeke civakî, bi qasî jinê weke giyan û beden, mêtingeriyê nas nekiriye. Divê were têgihîştin ku jin di statuyeke mêtingeh a wisa de tê ragirtin ku sînorên wê bi hêsanî nikarin werin destnîşankirin.

Civaka sivîl a roja me ya îro di van xebatan de herçiqasî kêm be jî mirov dikare mînakeke vê yekê bihesibîne. Ya rastî femînîzm tevgereke civaka sivîl a girîng e, û di bingehê xwe de ekoleke îdeolojîk e. Ji lewra jî hewce dike ku xwe li ser bingehê zanistî ava bike. Lê ekolên femînîst, di warê analîzkirina civaka cinsiyetparêz a zilamê serwer de ku hêza hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê ji xwe re dike palpişt û bi giranî hukim li jinê dike, di warê pêşkêşkirina modela çareseriyê de û di vê çarçoveyê de hewldanên têne kirin, di jiyana xwe de ji aliyê pêkanînê ve misêwa bi bêhêzî û serneketinê re rûbirû dibin. Kesayetên awarte nebin, milîtaniya jina azad zehmet e ku xwe bigihîne serketinê. Hin serketinên bêne bidestxistin jî wê bi êrîşên rojane û berfireh ên civaka cinsiyetparêz re bêne asîmîlekirin. Ji lewra pêkanîn û pratîka kominên ekonomîk, îdeolojîk û polîtîk ên di mîhwera azadiya jinê de bivê nevê hewce dikin.

Her çend di hewldan û xebatên femînîstan de noqteyên girîng hebin jî, hê nikarin ji mejiyê demokrasiyên ku navenda wan Rojava ne, derbas bikin. Şêweyê jiyanê yê di bingeh de kapîtalîzm heye baş fêm nekirine. Lewra nikarin li dawiyê jî bihêlin. Rewş, têgihîştina şoreşa sosyalîzmê ya Lenîn bi bîr dixîne. Tevî ew çend hewldan û gelek destketiyan, Lenînîzmê nekarî xwe xilas bike ji bo li baskê çepê nebe alîkarekî baş ê kapîtalîzmê. Heman tişt dibe ku bi serê femînîzmê de jî were. Ji ber ku bingehekî xurt ê rêxistinî nîne, feslefeya xwe pêş de nebiriye û zehmetiyên mîlîtaniya jinê, îdîaya wê qels û lawaz dike. Dibe ku nikaribe “sosyalîzma reel” a jinê jî pêk bîne. Lê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka jinê gavavêtineke ciddî ye.

Divê tevgera femînîst bê gûman di ronahiya van rastiyan de bibe tevgereke herî radîkal a dijberî sîstemê. Tevgera jinê, ku bi awayê wê yê nûjen, dîsa em dikarin kokên wê bispêrin Şoreşa Frensî, kariye, piştî çend qonaxan, heya roja me ya îro were. Di qonaxa yekemîn de li pey wekheviya huqûqî hatiye bezin. Ev wekhevî, ku zêde wate dernabirre, di roja me ya îro de hema bi belave hatiye bidestxistin. Lê, pêwîst e baş were zanîn ku naveroka wê vala ye. Her wisa di mafên din de jî, yên mîna mafên mirovan û mafên aborî, civakî û siyasî, pêşketinên şêweyî hene. Jin di dîmen de bi qasî zilam wekhev û azad e. Lê di rastî de xapînokiya herî girîng di vê şêwaza wekhevî û azadiyê de veşartî ye. Ji bo azadî û wekheviya jinê, ku ne tenê heyamên modernîteya fermî, lê tevahiya yên [heyamên] xerarşî û şaristaniyê wê di hemû tevnên civakî de di warên mejî (zihnî) û bedenî de kirine kole û wê bi awayê koletiya herî kûr dane xebitandin, xebatên teorîk ên demokrasiya wan pirr berfireh be, têkoşînên bîrdozî, xebatên bernameyî û rêxistinî û ya herî girîng jî çalakiyên xurt pêwîst dikin. Beyî vana femînîzm û xebatên li ser jinan, ti wateyek wernegirin, ji wêdetirî xebatên lîberal ên jinê ku hewl didin sîstemê rehet bikin. Jineolojî, piştevaniyê ji bo femînîzmê jî dike.

Jîneolojî (zanista li ser jinê) li şûna femînîzmê, dibe ku çêtir bersiv bide armancê. Rastiyên ku jîneolojî wan derxine ronahiyê, diyar e para rastiya ku di xwe de wergirin wê ne kêmtir be ji ya gelek ‘lojî’yên beşên sosyolojî yên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedagojî û wekî vana. Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî fireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê parçeya xwezaya civakî, ku pirr [ewqas] girîng e, neyê kirin mijara zanistê? Sosyolojî, ku dabeş bûye heya li perwede û terbiyeya zarokan weke pedagojî, jineolojiyê ava nekiriye; vê yekê nikare were ravekirin bi mijareke dîtir, jî bilî ku bi bêje û gotina zilamê serwer e.

 

 

 

Back to top button