Arşîv

Li Girkê Legê buroya Weqfa Jina Azad hate vekirin

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî herêma Cizîrê buroya Weqfa Jina Azad bi merasîmekê hate vekirin.

Bi dehan şêniyên navçeyê, nûnerên Weqfa Jinan a Qamişlo, nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma vekirina buroya Weqfa Jina Azad li navçeya Girkê Legê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên Weqfa Jina Azad li navçeya Girkê Legê Eytan Derwîş axivî û vekirina buroyê li hemû jinan pîroz kir. Eytan di axaftina xwe de got ku armanca wan ji vekirina buroyê ew e ku têkoşîna jinan zêde bikin û bixin xizmeta dozên jinan û zarokên wan de.

Paşê deriyê buroyê ji aliyê dayika şehîd Efraz Salha Derwîş ve hate vekirin.

Merasîm bi dirûşmên “Bijî têkoşîna jinan” bi dawî bû.

Back to top button