Arşîv

Kevana Zêrîn sibe li Dêrikê rêzeçlakiyan lidar dixe

Bi dirûşmeya “Bi çanda resen û hunera jinê em ê jiyaneke azad û civakeke wekhev bi afirînin, Tevgera Kevana Zêrîn wê sibe û dusibe li bajarê Dêrikê çalakiyên çandî û hunerî li dar bixe.

Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, di heman demê de pêşxistina çand û hunerî  jinê, Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyê wê sibe û dusibe li bajarê Dêrikê rêzeçalakiyên çandî û hunerî li dar bixe.

Çalakî wê sibe saet di 16:00’an de bi meşekê bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê li qada Azadî ber bi li ber avahiya çand û hunerê ve destpê bike.

Paşê jî dê stran û dîlanên filklorî werin pêşkêşkirin, her wiha pêşengeheke berhemên çandî, pirtûk, wêne û cilan werin vekirin û xwarinên filklorî werin çêkirin.

Çalakî wê roja duşemê û sêşemê ji saet 17:00 heya 22:00’an dewam bike.

Back to top button