Arşîv

Bİ Merasîmekê kampanya ‘Têkoşîna Li Dijî Kuştina Jin’ bidawîbû

Bi rêxistinkirina merasîmekê çalakiyên kampaniya 'tekoşîna li dijî kuştina jin', li hola tewara, li bajarê silêmaniyê li Başurê kurdistanê bi dawîbû.

Kampaniya ‘Têkoşîna Li Dijî Kuştina Jin’, di 14/9/2022’an hat ragihandin, di kampaniyê de nunerên gelek rêxistin û tevgerÊn jin beşdarbûn, kampaniya heftiyekê şalakiyên xwe domand, îro jî bi merasîmekê bi dawîbû.

Îro li hola Tewar, merasîma bidawîkirina kampanya ‘Têkoşîna Li Dijî Kuştina Jin’ hat rêxistinkirin, di merasîmê de endama nunertîya kongra Star Slava Slêman axivî, di axaftina endama Nûnertiy wiha hat gotin :
‘Di serȋ de bi navȇ nunertîya Kongra Star li başurê kurdistanê em ji bo her jinekî kû jibo azadiyê bi dest bixe liberxwede û tekoşîn kir em bi rêzdarî bîrtînin û em weke rȇxistin ȗ tevgera jin soz didin ku emȇ bi vȋn ȗ îradiya jina azad, têkoşîna xwe berdewam bikin û rȇ nedin ku kuştina jinan bi destê rejîmên piyawperest û desthiladar ve yên jinan dikin hedef werin kuştin.’

Li dijî tundiyê û kûştina jin kampanyaye kû 14 Îlonê ji hêla yekîtiya jin kurdistanê ve hat ragihandin, em weke nunertîya kongra star tevlî vê hemlê bûn, helbet yek hefte têr nakê ji bo çareseriya êşên jin u civak, lazimdike kû em hemû kêliyan bixin xezmeta tekoşînê  da ku  em karibin rê li ber kûştinê bigirin, ji ber her kêlê bi hezaran jin li hemberê şidet û kûştinê rû bi rû dimînin di bin hincetên cuda de , da ku jinan bȇ deng bikin, wȇ ji azadiya wȇ mehrȗm bihȇle.

Silava di nava axaftina xwe de jin kurd a ciwan jî bibîrxist ‘Buyera kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emȋnȋ ne buyera yekȇ kû jinên kurd tên hedefgirtin li îranê, lê di şexisê Jîna de bi hezaran jin îro li rojhilat rabûna serhildanê , di heman demȇ de di zindanȇn dewleta faşîst a Tirk de jȋ bi sedan jinȇn ku ji bo maf ȗ azadiya xwe têdikoşin.’

Berxwedan û tekoşîna jinan li rojavayî kurdistanê, şengal jî rê li ber zihniyetê digire, silava berxwedana jinên ur jî jibîrnekir  ‘çawa kû li rojava û şengal jin di şerê hemberî DAIŞ ê û dagirkarîyê bûn pêşengên azadî, û li başur tekoşîn berdewame, em dibȇjin ku emȇ ti caran li beramber tu cureyȇn ȇrȋşȇn hovane bê deng nemînin.’

Di axaftina xwe de bang ‘li tevahiya jin û rêxistinên jina kir ku  hevgirtina xwe li hember sȋstema desthilatdar bi hȇz bikin ȗ asta tekoşîna azadiyê bilind bikin.’

di dawiyê de jî got:’rast rabûna şoreşan û bi destxistina azadiyê wê bi  şoreşa ku  pêşengtiya wê jin bike be, ta em bighêjin civakeke azad û demokrat.’

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27