ArşîvDaxuyanî

Kordînasyona Kongra Star, ev êrîş li dijî jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin ne

Kordînasyona Kongra Star, êrîşên duh li ser hevserokên nivîsgeha Edalêtl şermezarkir. Û dît ku bêdengiya dewletên navnetewî rêbazek ji destekdayînê ye

Kordînasyona kongra star,  îro bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên hovane yên dewlwta Tirk a dagirker şermezarkir.

Daxuyanî weha ye:

Ji bo  raya  giştî û civaka navdewletî

Êrîşên dewleta tirk ya dagirker li ser gel û heremêm Bakur û Rojhilatê Suriyê ji destpêka şoreşa Rojavayî kurdisatnê û heya niha, kêlî bi kêlî  û bê navber didomin û ranawestin.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi riya balefirên bê mirov û bi çekan barkirî, pêşengên civaka me tên hedefgirtin, da ku tirs û xofê bixin dilê gelên hemremê yên ku di şoreş û mafên xwe de bi îsrar in, û gav ji projeya xwe paş de navêjin.

Ev êrîşên hovane Yên ku dewleta Tirk pê radibe, tevahî li ber  çavên dunyayê diqewimin, li hemberî van kiryar û êrişan jî bê dengiyek ji aliyên dewletên navnetewî ve heye.

Ji ber ku em li Bakur û Rojhilatê Suriyê sîstemeke nû ava dikin, sîstemek li ser bingehekî nû ye, ku feraseta azadiya jinê tê de misoger e, ji bo wê jî her ku diçe êrîşên dewleta Tirk ya qirker li ser jinan û bi taybet li ser jinên ku pêşengtî ji şoreşa Rojava re kiribû û dikin zêdetir dibin.

Îro di saetên piştî nîvro de, di encama lêdana balefireke bê mirov de erebeyeke ku tê de hevserokên nivîsgeha Edaletê, Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero, ku li ser erka xwe bûn, gihaştin asta  şehadetê.

Em jî weke rêxistina jin Kongar Star, di serî de vê êrîşê şermezardikin û em dizanin ku wê hovîtıya dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi dawî nebe heyanî ku dawî li sîstemên setemekar û hişmendiya desthilatdar were kirin.

Dîsa em dewletên navnetewî û bêdengiya wan şermezar û lenet dikin, û wan şirîkên dewleta Tirk dibînin.

Lê bila her kse zanibe ku jina birêxistinkirî tune nabe. Jina perwerdekirî dawî li jiyana wê nayê. Jina ku bûye lêgerînvana azadiyê wê her zindî be.

Sersaxî ji malbatên her du hevalên me re.

JİN JİYAN AZADî

ŞEHÎD NAMİRİN

 

Back to top button