
Helwest û nerazîbûnên li beramberî kiryarên ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên desthiladr zêdetir dibin, û gel her roj bang li aliyên peywendîdar dikin da ku ev êrîş bên rawestandin. Dîsa jî tekoşîn û berxwedaniya xwe dewamdikin, çalakiyan li dardixin.
Ji bo şermezarkirina van êrîşan Komîta Şilêr ya zarokan daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî da.
Di destpêka daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û ev hat gotin: ‘Em wekî komîteya zarokan a şilêr, êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên dagirkirî li ser gelê me taybet li ser zarokan rojane berdewam dike em şermezar dikin.’
Daxuyaniya şilêr weha domand ‘Di encama lêdana dewleta Tirkiyê de gelek zarok şehîd dikevin. ‘
Daxuyaniya Komîta Şilêr a Zarokan da diyarkirin ku jin û zarok pêşeroja cinvakan e ji lewra ev êrîş wan bi taybet dike hedef ‘Ji ber ku zarok u jin pêşeroja vê şoreşê ne, ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk a dagirker taybet zarok u jinan yanî pêşeroja gelên herêmê hedef bigire u qetil bike. di van êrîşan de gelek zarok birîndar dibin û ji mafên xwe yên jiyanê tên mehrum kirin.’
Serhildanên ku li îranê ji bo kuştina keça ciwan a kurd rûdan bi bîrxist û got: ‘dîsa li serhildanên ji bo kuştina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê de gelek zarok hatin qetilkirin û bûeyra ku li belucîstanê çêbû ye jî balkişand ser û got: ‘zarokekî kêç ya 15 salî jî rastî dest dirêjiyê hatiye.’
Daxuyaniya şilêr ev kiryar şermezarkirin ’em kuştina zarokan û dest dirêjiya li ser beden û fikrên zarokan û kuştina Jîna Emînî û hemu zarok ê jinên rojane dibin hedefê desthilatdariyê şermezar dikin.’
dDidawiyê de, daxwazkir ku li dijî kuştina zarokan her kes rabin u qebul nekin ku zarok werin kuştin. li beramberî van êrîşan pêwîste hêzên navnetewî û rêxistinên mafên parastina zarokan li erkên xwe xwedî derbikevin. pêwîste hemu kesên xwedî wîjdan li hemberî kuştin tecavûz tacîza li ser jin û zarokan bêdeng nemînin.’