ArşîvDaxuyanîNûçe

Kongra Star: Divê em hêrsa li hemberî qetilkirina Nagîhanê vegerînin berxwedaneke xurttir

Kongra Star qetilkirina edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi tundî şermezar kir û got “Nagîhan bi îrade, bi cesaret û hezkirineke mezin slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pratîze kir.”

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel bi êrişeke çekdarî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin.

Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina Nagîhan Akarsel bi tundî şermezar kir û got: “Li hemberî qetilkirina jinan dê bersiva me serxistina şoreşa jinan li hemû cîhanê be. Di demeke wisa de divê em hêrsa li hemberî qetilkirina Nagîhan Akarsel bizivirînin berxwedaneke xurttir. Bi rihê jineolojiyê, hevgirtina jinan û slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ em sedsala 21’ê mîn bikin sedsala azadiya jinan.”

Berfirehiya daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Me îro bi xemgînî û hêrs agahî girt ku çalakvan û têkoşera azadiya jinan û endama Jineolojiyê Nagîhan Akarsel danê sibê li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyê bi suîqastekê hat şehîdxistin. Nagîhan Akarsel endama Akademiya Jineolojiyê bû û edîtorê kovara Jineolojiyê bû. Bi xebatê zanista jineolojiyê re ku ji perespektîfa jina azad civakeke azad dixwazin ava bikin. Nagîhan bi îrade, bi cesaret û hezkirinek mezin slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zivirandiye pratîkê.

Ev êriş bi hedef, bi zanêbûn û sîstematîkî li hemû aliyên Kurdistanê li dijî şoreşa jinan û gelan tê kirin. Ev qetilkirina jinên pêşeng ên civaka xwe ne siyaseta dewleta kujer a Tirk e.  Ev êriş şoreşa jinan û kesên ku pêşengtiya wê dikin hedef digire. Li Rojava warê şoreşa jinan jî dewleta Tirk hewl dide bi qetilkirina jinên siyasî têkoşîna jinan pûç bike. Bi şehîdxistina pêşengên azadiya jinan wek rêhevalên me siyastemendar Hevrîn Xelef, çalakvanên tevgera jinan Zehra Berkel, Hebûn Xelîl, Emîne Weysî, endamê Hêzên Parastina Jin Jiyan Tolhildan û herî dawî siyasetmendar û endamê Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê Zeyneb Seroxan dewleta Tirk bi îsrar hewl dide têkoşînê lawaz bixîne. Lê îsrar, îrade û hêza jinên azadîxwaz nayê lewazkirin, nayê şikandin. Wê bersiv me serxistina şoreşa jinan li hemû cîhanê be.

Êrişa bi vê şewazî ya 4’emîne ku di salekê de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê rû dide û berpirsiyarê şehîdxistina Şukrî Serhad, Mihemed Zekî Çelebî, Suhêl Xorşîd e.  Dewleta Tirk bi îstixbarata xwe MIT û alîkariya Hikumeta Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê çalakvan û pêşengên civakê dike hedef. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDKʹê jî berpirsa şehîdxistina pêşengên gel in.

Em vê êrişa hovane ya li hemberî zanistvan, calakvan û rêhevalê me Nagîhan Akarsel bi tundî şermezar dikin. Ji êrişa ku rû da divê ji kesên berpirsiyar hesab bê xwestin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî qetilkirina çalakvanên ji bo demokatiyê were şikandin. Divê pêşiya êrişên vê şewazê were girtin.

Ev ne tesaduf e ku demkî wisa wexta jinên li Rojhilat, Îranê û seranserê cîhanê bang dikin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û sistema netewe dewletan ya li ser baviksalarî hatin avakirin dihejînin kesên ku vê slogan kirin jiyanî tên şehîdxistin. Êrişa ku li Silêmaniyê rû da êrişek ser hemû jinan e ku azadiya xwe daxwaz dikin,  ku bi slogana ‘Jin, Jiyan, Azadi’ dadikevin qadan. Ji ber wê em bang li hemû jinan û gelan  ku bi vê slogan dadikevin qadan dikin ku xwedî li Şehîd Nagîhan Akarsel derkevin û dengê xwe bilind bikin. Di demek wisa de divê em hêrsa li hemberî qetilkirina Nagîhan Akarsel bizivirin berxwedanek hîn xurtir. Bi rihê jineolojiyê hevgirtina jinan û slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ em sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan.”

 

Back to top button