ArşîvDaxuyanîNûçe

Em soz didin ji bo parastina hemȗ nirxȇn jin ,we berxwedan ȗ tekoȘȋn berdewam be ta mȋsogerkirina serkeftinȇ

ji ȋnana ta Leyla Qasim,ji Zȋlan ȗ Bȇrȋtanan ta Arȋn ȗ semayan ji Jȋna Amȋnȋ ta Zeyneb ȗ Nagihanan Heya serkeftinȇ emȇ Șopdarȇ rȇya wan bin

Bi hevahengiya jinan A meclisa malbatȇn Șehȋdan ȗ tevgera jin a Kongra Star li dijî qetilkirina endama Lêkolînê a Jineolojȋ û editor Kovara Jineolojî akademîsyen Nagîhan Akarsel daxuyaniyek pȇȘkȇȘȋ raya giȘtȋ ȗ cȋhanȇ kirin  û xwestin ku hesab ji qatil were xwestin.daxuyanȋ ji aliyȇ rȇvebira Kongra Star Nȗra Mihemed ve hat xwendin ,ȗ daxuyanȋ wiha bȗ:

Di dȋroka mirovahiyȇ de ,jin xwedî rolke pir mezin ȗ sereke di civakȇ de lȋst .roleke sereke ȗ Șeng di  avakirina Șaristanȋ ȗ peydakirina berhemȇ pir bi nirx ji bo civaka xwe ,ȗ dȋrok ȗ Șȗnwarȇn herȇmȇ rola jin ya pȇȘengȋ tekez dike.Ji bo civaka xwe weke xelasiyȇ ȗ dayika xwedavend dihat dȋtin.di gelek waran de mȋna Civakȋ,Aborȋ,Siyasȋ ȗ leȘkerȋ rola pȇȘengiyȇ kiriye ȗ gelek destkeftiyȇn pȋroz jibo civaka mirovahiyȇ peşkȇȘ kiriye ȗ dȋrok Șahidȇ vȇ yekȇ ye .weke xeteke dȋrokȋ ya tekoȘȋn ȗ berxwedanȇ,ji ȋnana ta Leyla Qasim,ji Zȋlan ȗ Bȇrȋtanan ta Arȋn ȗ semayan ji Jȋna Amȋnȋ ta Zeyneb ȗ Nagihanan ev xet berdewam kiriye ȗ di roja me ya ȋro de di ȘoreȘa jinȇ li Rojavayȇ kurdistanȇ de ji nȗ ve vejȋn bȗye.

Lȇ belȇ jin di nava civakȇ de ji destpȇka dȋrokȇ heyanȋ roja ȋro rastȋ gelek zehmetiyan,astengiyan,ȇrȋȘan,destdirȇjȋ tȇ,ev hemȗ berhema hiȘmendiya baviksalarȋ ye zayendpereste, ku ji berȋ 5 hezar sal ta roja ȋro ev hiȘmendȋ bi rȇ ȗ rȇbazȇn cuda xwe nȗ dike her carȇ bi rengekȋ di bin navȇ Olȇ de ȗ di bin navȇ guneh de nȇzȋkatiyȇn pir hiȘk li ser jinȇ dane meȘandin di bin navȇ kevneȘopiyan de gelk nȇzȋkatiyȇn kevnar li ser jinȇ dane meȘandin,di bi navȇ guneh ȗ Șermȇ de wȇ ji gelek mafȇn wȇ yȇn rewa bȇ par hiȘtine.

Zordarȋ,ȗ qetilkirin ȗ neqebȗlkirina jinȇ her roj xwe nȗ dike,li tevahȋ cȋhanȇ ev diyarde belave nexasim li Rojholata Navȋn pir berfireh ȗ belave ,rojane bȗyerȇn bi ȇȘ ȗ dide, duh bȗ rȇcȋma ȋranȇ ya faȘȋst ,di bin navȇ Olȇ de li Rojhilatȇ Kurdistanȇ jina kurd ya ciwan Jȋna Amȋnȋ bi rengekȋ din de qetilkirin,herwiha li Rojavayȇ Kurdistanȇ dagirkeriya Tirk bi balefirȇn xwe jinȇn kurd yȇn berxwedȇr dike armanca ȇrȋȘȇn xwe ,Ș.Jiyan ,Zeyneb mȋnakȇn harȋ dawȋbȗ ji van ȇrȋȘan,ev jin xwedȋ roleke pir mezin ȗ pȇȘengbȗn di ȘoreȘa jinȇ li Rojavayȇ Kurdistanȇ ji 4/10/2022 an de akademȋsyena kurd Nagȋhan Akarsel li ber mala xwe ji hȇla hin kesan ve hate qetilkirin ȗ gihiȘt karwanȇ Șehȋdan.  Jina kurd Nagȋhan Akarsel li Rojavayȇ Kurdistanȇ kar ȗ xebateke mezin di warȇ pȇȘxistina zanista jinȇ Jineolojȋ de dabȗ meȘandin,di nava lȇgerȋneke azadiyȇ a domdar debȗ da ku karibe rastiya jin ȗ jiyanȇ nas bike ȗ bi derdora xwe re bide nasȋn ,lȇ mixabin ew jȋ mȋna Jiyan ,Jȋna ȗ Zeyneban bȗ armanca derbeyȇn dijmin ya xedar .

Em weke tevger ȗ rȇxistina  jin a Kongra Star ȗ jinȇn bajarȇ Amȗdȇ ,em hemȗ rengȇȇrȋȘ,Șidet,qetilkirin , ne qebȗlkirina jinȇ Șermezar dikin ȗ dibȇjin :berxwedan ȗ tekoȘȋna jinan ya dȋrokȋ wȇ her berdewam be ȗ wȇ bȇ jiyankirin.

di dawiya daxuyaniyȇ de jinan soz dan ku ji bo parastina hemȗ nirxȇn jin ,we berxwedan ȗ tekosin berdewam be ta mȋsogerkirina serkeftinȇ

Back to top button