ArşîvÇalakîHevpeyvîn

“Bi Ruhȇ Jiyan ȗ Zeyneban mȇ Destkeftiyȇn ȘoreȘȇ biparȇzin ȗ emȇ bi ser bikevin”

Di bin duruȘmeya "bi ruhȇ Jiyan ȗ Zeyneban emȇ destkeftiyȇn ȘoreȘȇ biparȇzin ȗ emȇ bi ser bikevin" wȇ konferansa 9 mȋn a Kongra Star li kantona Hesekȇ li dar bikeve .

Kongra Star a kantona Hesekȇ , Piştî  ku rêzecivînên berfireh, konferansên navçe û bajarokên kantonê û komîteyên komȋteyȇn Kongra  jibo bi encamkrina van komcivȋnan wê Kongra Star nehemîn konferansa xwe ya li ser asta Kntona Hesekȇ bi diruşmeya. “Bi rihê Jiyan û Zeyneban emȇ destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi ser bikevin.”

Kordînasyona Kongra Star a Knatona Hesekê Rîma Mehmûd têkildarî amadekariyên destpêkê yên konferansa nehemîn a Kongraa Star a kantona Hesekê ya sala 2022’an axivî.

Di destpêka axaftina xwe de ev konferans li Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zindanan de ji bo jiyaneke azad xwe feda kirine, li hemû hêzên me yên Yekîneyên Parastina Gel  YPG û Yekîneyên Parastina Jin ên ji bo azadiya me têdikoşin YPJ pîroz kir.

Derbarê vexwendnameyên ku ji aliyê wan ve hatine amadekirin de jî wiha got: “Em ê hemû sazî û partiyan vexwînin  û em ê rêveberiyên Kongra Star û Mala Jinê di her ji her derȇ  bikin mȇvan.”

Herwiha ȋȘaret bi rol ȗ erka ragihandinȇ jȋ di vê konferansê de anȋ ziman  ,ȗ di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku di piȘtȋ ewqas kar ȗ xebata civȋn ȗ komcivȋnȇn du salan li ser asta nave belde ȗ kantonan wȇ ȇdȋ Kongra Star piȘtȋ du salan ber bi encamgirtina van xebatan bi li darxistina Kongreyȇ li ser asta Rojavayȇ Kurdistanȇ ve biçe

Di dawiyê de Rima Mehmûd hêviya serkeftinê ji bo van konferansan xwest û wiha got: “Em hêvî dikin ku di van konferansan de bi rênîşandan û zagonên ku xizmeta jin, gel û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin, bi ruxmȋ em vȋ konferansȋ li nav Șert ȗ mercȇn Șer de ku em herroj Șehȋdan didin de li dar dixin emȇ mȋsoger bi ser bikivin  ȗ wȇ duruȘmeya konferansa me ev be “Bi ruhê Jiyan û Zeyneban em destkeftiyên şoreşê biparȇzin ȗ bi ser bikevin .”

Back to top button