‘Me di dîrokê de kesekî ku ji bo mirovahiyê û jinê ked daye nedîtiye’
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Abdullah Ocalan rastî komploya navneteweyî hat ku hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û dûvikên wê ji netew-dewletên herêmê beşdarî polîtîkayên hêzên mezin ên herêmê bûne. Ev komplo bi derxistina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir û heta 15’ê Sibata 1999’an bi girtin Serokatî li keniyayê bi dawî bû.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de komploya li ser kesayeta wî û armancên hêzên komploger ên ji bo bidawîkirina pirsgirêka Kurd nirxand û ev çend analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên di paraznameya xwe ya bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk – doza Kurd û çareseriya neteweya demokratîk û sivîl.
Hevsengiya ku di serdema ku bû sedema koçbûna min ji Sûriyê de balkêş bû, bêtir li ber çavan e, têgeha ku ez ji Sûriyê derxistim, dîsa di naveroka xwe de li ser girîngiya nakokiyê ye ku min her tim ji bo têkiliyên dostane yên bi siyaseta Israîlê re li hember Kurdan re diyar kiriye. Îsraîl ku xwe dispêre piştgrî û hembêzkirina doza Kurd, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li hember vê yekê gelek hesas bûye, heta wê astê ku di derbarê pirsgirêka Kurd de çareserîyeke duyem qebûl nake. qat bi qat berfireh bibe, di şexsê min de tê temsîlkirin. Ji ber ku modela min di çareseriyê de qet li hesabên wan nedihat. Divê ez rola îstîxbarata Îsraîlê (Mossad) înkar nekim, ku bi awayekî nerasterast gazî min kir ji bo rêbaza xwe ya çareseriyê. Lê ez ji aliyê exlaqî û siyasî ve ne amade û vekirî bûm. Rêvebiriya Ereban a Sûriyeyê nexwest ji şeklê têkiliyên taktîkî yên bi pêşengiya PKK’ê wêdetir derbikeve, ji ber ku dizanibû ku serokatiya Hafiz Esad li gorî têkoşîna hegemonyayê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Sovyetê de pêk hatiye. Hafiz el-Esed nikarîbû ti têkiliyeke taktîkî bidomîne, di ronahiya atmosfera krîtîk a ku bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re derketibû holê. Dema ku wî bi rêya min û bi rêya (PKK) bi Tirkiyê re hevsengiyê digirt, ji aliyekî ve li bersivekê ji gefên Komara Tirkiyê li dijî Sûriyê ji sala 1958’an û vir ve û ji alîkî ve li ser helwesta wê ya tundrew li hember Îsraîlê digeriya. Ji aliyê din ve, PKK di vî warî de amûreke guncav e û ji ber vê yekê îmkana danîna pêwendiyeke taktîkî bi wî re di demeke dirêj de vekir. Ji lewra, ji vê têkiliyê re ne dihat xwestin ku rê li ber sîyaseta Kurd a duyemîn veke. Ji ber vê yekê hewldanên desthilatdarên tirk nekarîn bandorê li vê çarçoveyê bikin.
Bi boneya 24emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên navçeya Amûdê têkildarî vê rojê axivîn.
Endama Meclisa Navçeya Amûdê Ezîze Hacî çolî jî diyar kir ku gelek welatên sermayedar û serdest beşdarî vê komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ev komplo di sala 1998’an de dest pê kir û bi girtina Rêbertî di 15ê Sibata 1999an de, bi dawî bû. Û ev komploya navdewletî ne hewla yekem bû, lê van welatan gelek caran hewl didan ku bi taybetî bi rêya îstixbarat û ajanên xwe di nav axa Sûriyê de kuştin û êrîşên çekdarî pêk bînin, da ku xeteke nû ji holê rakin. Ew xeta ku Rêber Abdullah Ocalan dest pê kirbû.’
Li ser armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê wiha dewam kir: ‘Komploya navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û ev komplo, weke komploya navneteweyî tê binavkirin ji ber yekîtî û komplogeriya hemû dewletên û hêzên mezin yên li dijî Rêbertî û îdeolojiya wî, ku li ser daxwaza dewleta Tirk û îstîxbarata Îsraîlî (Mossad) Rêbertî ji xaka Sûriyê hate derxistin û komplo bi girtina Rêbertî di 15’ê Sibata 1999’an de bi dawî bû.’
Wê her wiha got: Rêber Apo nexwest di xaka Sûriyê û Kurdistanê de bimîne, ji ber ku yek ji wan kesên herî zêde haydar bû ku metirsiya vê komployê li dijî wî û gelê wî çêkiribû.’
Di çarçoveya axaftina xwe de bal kişand ser êş û azarên gelan û kêmneteweyan ên ji ber zîhniyeta serdest û desthilatdar û dewletan û got: ‘Rêber Abdullah Ocalan gelekî baş dizanibû êşên gelan û pêkhateyan çiqasî ye û Rêbertî gelek bal kişand ser êşên gelan û pêkhateyan.Her weha bal bêtir kişand ser Têgînên azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê û bi hev re jiyankirina gelên herêmê di nava hev de bêyî desthilatdariya serdest hebe, çawa ku Rêber Abdullah Ocalan dixwest bi ramana azad desthilatdariya hegemonîk bişkîne.’
Welatên serdest xwestin vê ramanê bin ax bikin, lê bi ser neketin
Li axaftina xwe zêdekır û got: ‘Welatên serdest bi vê komploya navneteweyî xwestin îradeya gelên ku di fikir û felsefeya Rêber Apo de çirûskeke hêviyê dîtin bişkînin, lê nekarîn vê fikrê ji holê rakin. karîbûn Rêbertî bi fizîkî desteser bikin, lê di warê îdeolojî de Rêbertî negirtin û ev yek jî bi derxistina Rêbertî fikira azadkirina jinên ku di dem û dewranan de ji zihniyeta desthilatdar êş kişandine, îro em dibînin ku jinan di hemo aliyan de, li hemû qadan û di her astê de bi vîna xwe ya azad kar dike, tevahî qad bı rêvebirin mîna qadên (leşkerî, rêvebirî, Aborî û çandî), zihniyeta serdest hewldide li pêşiya fikir û felsefeya Rêbetî bibe asteng, lê nagihê tişta ku dixwaze, ji ber ku fikra Rêbertî li her derê deng veda û jina ku tenê di nav sînorên malê de kar dikir ev têgîn şikand û bi mêr re tev li hemû xebatan bû. ‘
Şerê taybet wesîleya ji holê rakirina vîna jinê ye
Wê amaje bi pêkanîna rêbazên şerê taybet ên welatên serdest ku di serî de jinan dike hedef kir, wiha got: ‘Welatên serdest bi rê û rêbazên curbecur hewl didin jinan bişkînin û vîna azad ji holê rakin, ji ber wê jî rêbazên şerê taybet dişopînin. Her wiha dixwazin li hemberî her fikreke nû ya ku fikra wan a otorîter ji holê radike, bisekinin.’
Di axaftina xwe de îdiaya jinan a ji bo bidestxistina azadiya xwe nirxand û got: ‘Çiqas êrîşên fikrî û desthilatdariyê li ser me jin bin jî em îdia dikin ku em ê ji bo bidestxistina azadiya xwe bixebitin.’
Kî li dijî zîhniyeta wan a otorîter şer dike, şerê wî dike
Ezîze di axaftina xwe de bal kişand ser zîhniyeta otorîter a ku li dijî civakê şer dike û wiha got: ‘Hemû welatên derve, Tirkiye û Ewropayê li hemberî şexsê serhildêr radiwestin û hewl didin azadiyan bitepisînin û Rêber Abdullah Ocalan jî yekem car azadkirina ferd weke pêwîstiyekê nîşan da. ji ber vê yekê welatên xwedî zihniyeta otorîter li hemberî kesên ku li pêşiya wî disekinin şer kirin û xeteke din dijminatiya armanca wî bike ew welat dişopînin.
Wê got: Mînaka zindî sîstema rêveberiya xweser e, ku xelkên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi serê xwe, bêyî destwerdan û desthilatdarî birêve dibe, lê gelek welat dijminatiya Rêveberiya Xweser dikin, û ew dixwazin vê projeyê pûç bikin. Yek ji welatên ku li pêşberî vê sîstemê radiweste dewleta Tirk e û welatên dijmin jî wê ji bo şerê gel û pêkhateyên herêmê weke alav û navgînekê bikar tînin.’
Wê nerazîbûna xwe anî ziman ku welatên pêwendîdar tiştekî nakin û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ranakin, red dikin. Her wiha diyar kir ku ev tecrîd me weke gel û jinan dixeniqîne û hewl dide me ji armanc û azadiya me dûr bixe û tekez kir ku jin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin wê xebatên xwe bidomînin û li ser şopa şehîdên ku xwîna xwe ji bo azadkirina xakên ku dijmin dagîr kirine feda kirin.
Wê bal kişand ser êrîşên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk hîna jî rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, her çend ti sedem nîne ku êrîşî herêmê bike, lê bi van êrîşan ve ew êrîş dike. asta înkarkirina nasnameya gelan û pêkhateyên din nîşan dide û ji berxwedana gelên herêmê jî ditirse, ev berxwedan li bajarê Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin derketiye holê û armanca wî jî ji hemû êrîşan jî ew e ji bo guhertina demografiya herêmê ye, çawa ku Kurdistan yek bû, Împaratoriya Osmanî bi peyman û hevpeymanan ew kir çar parçe, niha jî hewl dide heman tiştî bike.
Û bi vê yekê ne razî ye, lê ji ber ku jinê bi ramana Rêbertiyê re azadî dîtiye, hewl dide mafên mirovan û bi taybet jinan binpê bike.’
Endama Meclisa navçeya Amûdê Ezîza Hecî Colî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew weke jin dest ji berxwedan û têkoşînê bernadin û destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadkirina xakên di bin dagirkeriya dijmin de ji bo têrkirina daxwazên wî emê bixebitin. Bêdengiya navneteweyî û hedefgirtina jinên karsaz û mişteriyên ku li dijî berjewendiyên gelên herêmê xizmeta dijmin dikin, şermezarkir.’
Welatiya bi navê Selma Mihemed Xalid jî wiha got: “Serok Abdullah Ocalan di fikir û felsefeya azadiya jinê de gelek jinên ku di dîrokê de êş kişandine perwerde kir. Ew şehîd Zîlan, Sakîne, Bîrtan û bi hezaran jinên din ên ji bo azadî û rizgariyê têdikoşinhene .’
Li axaftina xwe zêde kir û got: ‘Hêzên komploger ku beriya 23 salan li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd komployek pêk anîn, Rêbertî girtin, Rêbertî xistin odeyekê û tecrîda li ser wî girantir kirin. Min meraq kir çima bi taybetî Rêber Abdullah Ocalan hate hedefgirtin? Çima Nahêlin parêzer û malbata Rêbertî serdana wî bikin?ev Pirs jî pirsî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên navneteweyî yên ku îdîa dikin mafên mirovan û hebûna xwan diparêzin li ku ne? 23 sal in Rêbertî li girava Îmraliyê ye û van rêxistinan ji bo dawî li vê tecrîdê bînin tu mudaxele nekirin.’
Me di dîrokê de kesekî ku ji bo mirovahiyê û jinê ked daye nedîtiye
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘Me di dîrokê de ti kes nedîtiye ku ji bo mirovahiyê û jinê ked daye û ji bo wan canê xwe feda kiriye. Rêber Apo destnîşan kir ku divê em jin ji bo bidestxistina azadiya xwe bixebitin û desthilatdariya ku li ser me hatiye ferzkirin xilas bibin. Jina ku di dirêjiya dîrokê de li azadiyê û hebûnê digeriya ji fikir û felsefeya Rêbertî gelek tişt fêr bû, em dibînin ku bi hezaran jin di zindanan de girtî ne, lê bi ramana îradeya azad li ber xwe didin. Yên ku xwe kirin meşale ji bo ronîkirina rêya gelan hene.’
Wê bal kişand ser armancên komploya navneteweyî û wiha got: ‘Armanca yekemîn a vê komployê ew bû ku di navbera Rêbertî û jina ku ji ramana Rêbertî rêya xilasî û rizgariyê didît,navberan avabikin. girêdan jinan bi Ramana Rêbertî şibihand girêdana serî bi gewde ve, belkî welatên serdest karîbûn Rêbertî bigrin, lê nikarîbûn destên xwe li ser ramana azad a ku li cîhanê belav bûye û bûye ronahiya kesên windayî teng bikin.’
Wê bal kişand ser serhildana Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: ‘Îro em dibînin ku şoreşa li Rojhilat Kurdistanê dest pê kir û bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pê kir. Çirka şoreşê dest pê kir, gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê li dijî zîhniyeta mêtînger ku li ser gelan bi taybetî li ser jinan ferz dike rabû ser piyan.’