Arşîv

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb dewreyeke nû vekir

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb dewreya perwerdeyê ya bîrdozî ji endamên sazî û meclisên Minbicê re destpêkirin.
 

Dewreya ku 20 endamên saziyan ên jin tev lê bûne, bi navê Dewreya Şehîd Rosiya Vejîn bi merasîmekê dest pê kir. Tê payîn dewre 20 rojan dewam bike. Di dewreyê de dê dersên ramyarî, siyasî û çandî werin dayîn.

Merasîma vekirina dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê endama Dîwana Meclisa Zagonsaz a Minbicê Emal Dada axivî û di destpêka axaftina xwe de dewre li hemû jinên beşdarî dewreyê bûne pîroz kir û got ew bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan azad bûne û hêza xwe ji rihê berxwedana jinên Bakurê Sûriyeyê û Efrînê digirin.

Dada di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku êdî jinên herêmê qanûnên taybet ji bo jinan derdixin û akademiyên taybet ên jinan vedikin û wiha dom kir: “Êdî em wek jin ketine hemû qadên jiyanê û li her derê di qonaxên biryarê de ne.”

Di merasîma vekirina dewreyê de dayika Şehîd Samir Xelef El-Helîl a bi navê Cinan Mihemed jî axivî û vekirina dewreyê li hemû saziyan û bi taybet saziya malbatên şehîdan pîroz kir.

Di merasîmê de her wiha Endama Mala Jin Hesnai El-Dahir jî axivî di berdewama axaftina xwe de got  ku perwerde pir girîng e û bi taybet ji jinan re û ev tişt anî ziman:”Jin bi perwerdeyê êdî qîmeta xwe ya di nava civakê de nas kiriye.”

Şehîd Rosiya Vejîn ku dewre li ser navê wê hate vekirin, di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de dema li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikir, şehîd bû.

Back to top button