ArşîvCivakDaxuyanî

Komîta Şilêr ‘Em daxwaza mafên xwe, zimanê xwe, çanda xwe û vegera malên xwe dikin’

Bi boneya sêyemîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê û Kantona Girê Spî, Komîteya Şopandina Karûbarên Zarokan a Şilêr çalakiyek li dar xist

Îro Duşemê 10/10/2022’an Komîteya Şilêr bi boneya 3 saliya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarê Serêkaniyê û Kantona  Girê Spî li ber Navenda Çand û Huner   ya Mihemed Şêxo, li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist..

Bi dehan zarokên Qamişlo û malbatên wan beşdarî çalakiyê bûn û beşdaran wêneyên zarokên ku bûne hedefa êrîşên dagirkeriya Tirk û pankartên bi nivîsa  ‘Bimire Erdogan’, ‘na  ji dagirkeriya Tirk re’ bilind kirin.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê  keça biçûk Faraşîn Dijwar ve dest pê kir.

Daxuyaniyê wiha dest pê kir: ‘Di 9/10/2019’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Serêkaniyê û Kantona Girê Spî kir. Em ji navçe, dibistana xwe û hevalên xwe dûr ketin û xeyalên me ji holê rabûn’.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Gelek zarok îro li herêmên me yên dagîrkirî rastî êrîş û kuştinên bi çekên qedexekirî yên navneteweyî tên û li ber çavên hemû cîhanê ji çanda xwe dûr dikevin û bêdengî jî tenê bersiva wan e.’

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, ‘Em zarok mafên xwe, zimanê xwe, çanda xwe dixwazin û li Serêkaniyê û Girê Spî vegerin mal û dostên xwe û xeyalên xwe bi dest bixin.’

Piştre 3 zarokan di komên Komîteya Şilêr de li ser Serêkaniyê û Kantona Girê Spê ya dagirkirî helbest xwendin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

Back to top button