ArşîvÇalakî

‘Em soz didin we ku sînoran bişkînin û bigihîjin xeyalên xwe’

Beşdarên konê sersaxiyê bedelên mezin ên şehîdan pîroz kirin û soza bilindkirina têkoşînê ji bo bidestxistina xeyalên şehîdan dan.

Îro Duşemê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hesen Demîrtaş (navê kod Koçero Batman) ku beriya çend rojan ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk ve hatibû şehîdkirin, konê sersaxiyê  li  goristana Şehîd Dijle  li bajarê Kobanê veda. Beriya niha şehîd Ednan Hesen (Zinar Reş) ku di 22’ê Îlonê de li çiyayên Kurdistanê li Mitnayê di dema bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû û şehîd, Nagîhan  Akarsal a ku di 4’ê Cotmehê de rastî êrîşek çekdarî ya li taxa Bextiyarî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat û di encamê de şehîd bû û keça Kurd Jîna Emînî ku ji aliyê Rayedarên Îranê ve di 17’ê Îlonê de hat qetilkirin.

Konê sersaxiyê ku îro Duşemê hate vedan, bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên Kongra star, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan, kesayetên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclîs, komîn, navçe û bajarokên herêma Firatê beşdarî konê sersaxiyê ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin bûn.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre rêveberiya Meclisa Navçeyê  Nudem Kobanê axaftinek kir.

Nudem di destpêka axaftina xwe de wiha got: ‘Beriya her tiştî em bejna li beramberî  hemû şehîdên ku bi xwîna xwe ya pak axa welat avdane, ditewînin û soza temamkirina rêya wan a têkoşînê didin.’

Di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘Dijminê dagirker bi taybetî dewleta Tirk dixwaze hêz û îradeya me têk bibe, lê nikare û ev hemû jî bi saya fedekariya mezin a jin û ciwanên me yên ku bi fedekarî û têkoşînê rêya rizgariyê û xilasiyê li dijî  neheqî û koletî dibînin.’

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Akademiya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Denîz Firat axivî û wiha got: ‘Di serî de em bi rêz û hurmet bejina xwe li beramber giyanê şehîdên xwe ditewînin. Bi taybet şehîdan meha Cotmehê, Di vê mehê de bi çalakiyên ên xwe yên fedayî kirin, ji bo bidestxistina welatekî ewle gelek tişt pêşkêş kirin û berdêlên giran biha dan.’

Di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘Em van çalakiyên fedayî yên ku li Mêrsînê ji aliyê her du şehîd Sara û Roken ve hatin lidarxistin, pîroz dikin û ev çalakiya fedayî bû bersiveke zelal ji dijminê gelê Kurd  dewleta  Tirk re bû.’

Wê bal kişand ser pêkanînên zihniyeta desthilatdar ên rejîmên otorîter ên li dijî jinan û wiha got: ‘Dijmin li ku dibe bila bibe, îro di nava tirsa şoreşa jinê ya ku li hemû cîhanê deng veda, dijî. Ji bo pêşîlêgirtina daxwaza maf û azadiyê, ev rejîmên otorîter hem li Îranê û hem jî li Başûr jinan hedef digirin, di meha Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê Mahsa Emînî û di destpêka vê mehê de jî endama Akademiya Jineolojiyê  Nagîhan Akarsal bûn hedefa van zîhniyetên desthilatdar û destpot.’

Di dawiyê de hat gotin, ‘Em soza  didin hemû şehîdên xeta azadiyê û tekezî li ser berdewamiya berxwedanê û bilindkirina pêngava têkoşînê heta bidestxistina azadiyê û têkbirina terorê .’

Konê sersaxiyê bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan ve bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27