ArşîvDaxuyanî

Kongra Star Şehîd Hevrîn Xelef Bi bîr anî, Soza şikandina faşîzmê da

Meclisa Kongra star şehîd Hevrîn Xelef di sêyemîn salvegera şehdeta wê de bi bîr anî û soza xwe ya tolhildanê ji bo têkbirina hêzên faşîst û dijminê jinan dubare kir.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser riya M4 ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve dema êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin di 12’ê Cotmehê de hat hedefgirtin û di encama êrişê de şehîd bû. Meclisa  Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî Hevrîn Xelef bi bîr anî.

Di dest pêka daxuyaniyê de Hevrîn Xelef hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Bi boneya 3’mîn salvegera şehîdbûna Hevrîn Xelef em hemû şehîdên me yên pêşeng bi bîr tînin, dewleta dagirker a tirk û çeteyên wî bi hêrs şermezar dikin. Wek Kongra Star em dibêjin li dijî êrîşên qirker li hemberî jinên pêşeng em ê hêza parastinê bilind bikin, dagirker û dijminên jinan têk bibin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef yek ji pêşengên jin a şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di şexsê xwe de hemû nirx û pîvanên vê şoreşê temsîl dikir. Ji demokrasiyê bigre heya yekitiya gelan, ji edaletê bigre heya vîna xweser, Hevrîn Xelef wan pîvanan bi rastî jî pratîze dikir. Ji ber vê jî diçû k uderê bi germahî, jidilî û dirustiya xwe li ser derdora bandor dikir û dihat hezkirin. Berî her tiştê wek jinek Kurd birêxistinî, hem xwe bi pêş dixist hem jî hêz dida jinan. Bi vî awayî bû pêşengeke vî şoreşê, bû pêşengeke jin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze di şexsê jinan de şoreşa jinan têk bibe û wiha hate gotin: “Hevrîn Xelef roleke gelek girîng di belav kirina şoreşa Rojava di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîstiye. Bi taybetî jî kedên mezin da ji bo hevparîkirina destkeftiyên jinan di herêmê de. Tevî hemû zor û zehmetiyan bi dilsozî erka xwe pêk dianî û bi keda xwe pêşketinên mezin ava kiriye. Hevrîn Xelef, ji ber ku jineke pêşeng ên vê şoreşê bû hat hedefgirtin. Dewleta dagirker a tirk di zanebûna rola pêşeng a tevgera azadiya jinan de ye. Baş dizane ku hêza birêxistinî ya jinan dînamîka herî xurt a şoreşa sedsala 21’ê pêk tîne. Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di cewherê xwe de şoreşa jinan e û xwe dispêre hêza xweser a tevgera azadiya jinan. Ji ber vê jî ji bo tasfiyekirina şoreşa me û sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di nav berxwedanê tê avakirin, bi şêweyeke sîstematîk pêşengên jin dikuje. Dewleta tirk dixwaze bi riya qirkirina jinan qirkirina Kurdan temam bike û wiha derbasî qonaxa komara 2’mîn bibe. Bi vê armancê berê sala 2023’an ku wê bibe 100’mîn salvegera komarê û Hevpeymana Lozanê, giraniya xwe dide polîtîkayên qirkirinê.”

Di daxuyaniyê de destnîşan hat kirin ku di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de pêşî êrîşan were girtin û wiha berdewam kir: “Li hemberî vê rastî gelek girîng e ku em wek tevgera azadiya jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza xwe ya parastinê bilind bikin û nehêlin ku dewleta dagirker pêşengên me hedef bigre. Ji bo vî pêwîst e em xwe di aliyê xweparastinê de hin xurtir bikin, di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî pêşiya êrîşan bigrin. Em baş dizanin ku tenê geleke ku xwe li gorî rastiya şerê gelê şoreşgerî birêxistin kiriye bikare êrîşên dijminê bide sekinandin. Heman rastî ji bo êrîşên qirkirina jinê jî derbasdar e. Suîqesta dawî ya dewleta Tirk a faşîst li Başûrê Kurdistanê li dijî Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel jî vê rastiyê nîşan dide.”

Di dawiyê de soza bilindkirina tolhildanê hate dayîn û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di vê çarçoveyê de em wek Kongra Star bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên qirker a dewleta Tirk a dagirker hêza xweparastinê bilind bikin, di nav yekîneyên parastina jinan de cihê xwe bigrin. Em bi vê wesîleyê radigihînin ku wek Kongra Star ku hêza pêşeng a jinan li Rojava ye asta rêxistinbûyîn û xweparastina jinan bigihîjin asteke hin bilindtir da ku hemû êrîş li ser Rêber Apo, jinên Kurd, gelê me û welatê bişkînin û faşîzmê têk bibin. Bi vê bawerî em di serî de Hevrîn Xelef û Nagîhan Akarsel hemû şehîdên jin ên pêşeng bi bîr tînin û soza xwe ya tolhildanê bi riya têkbirina hêzên faşîst û dijminê jinan dubare dikin. Em dewleta kujer a tirk, hevkarên wî û hêzên NATO’yê bi nefret şermezar dikin û dibêjin em ê tu car ji bîr nekin, em ê tu car efû nekin!

Jin Jiyan Azadî

Şehîdên me yên pêşeng namirin!”

Back to top button