Arşîv

Kongreya Star dest bi amadekariyên lidarxistina duyemîn konferansa xwe kir

Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd ragihand ku wan dest bi amadekariyên lidarxistina duyemîn konferansa Kongreyê kirine û niha civînên xwe li seranserî herêmê lidardixînin û piştî van civînna dê konferansên hersê herêman bêne lidarxistin û dê nûnerên xwe ji bo beşdarbûna konferansa giştî diyar bikin.

Kongreya Star di 15’ê Çileya 2015’an de bi armanca birêxistinkirina jinan û têkoşîna wan a ji bo azadî û aktîfkirina rola wê di hemû aliyên jiyanê de hate damezrandin. Di 25-26’ê Sibata 2016’an de Yekîtiya Star 6’emîn konferansa xwe lidar xistin û di heman konferansê de navê xwe bi Kongreya Star guhert û weke Yekemîn konferansa Kongeya Star hate destgirtin. Di wê demê de konferans li bajaroka Rimêlan a herêma Cizîrê hate lidarxistin û têde 251 delegeyên kantonên Rojava beşdarbûn. Her wiha di konferasê de nûnerên ji yekîtiyên jinan ên bajarên Şam û Beyrûtê  û hejmareke mêvanan ji pêkhateyên cûda û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.

Niha Kongreya Star dest bi amadekariyên xwe yên lidarxistina duyemîn konferansa xwe dike û dê kar û xebatên Kongreyê yên van herdu salên borî binirxînin. Girêdayî mijarê Ajansa me ANHA’yê hevdîtinek bi berdevka Kongra Star Evîn Siwêd re pêk anîn.

Berdevka Fermî ya Kongra Star a Rojava Evîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di yekemîn konferansa Kongreya Star de biryar hate girtin ku her du salan carekê konferansa Kongreyê were lidarxistin, lê îsal lidarxistina Kongreyê ji ber buyerên li Efrînê û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê hate derengxistin.

Evîn di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Niha amadekariyên lidarxistina duyemîn konferansa Kongreyê tê kirin û beriya lidarxistina wê konferasên li ser astên hersê herêmên Cizîr, Firat û Efrînê dê bêne lidarxistin û dê nûnerên xwe ji bo beşdarbûna konferansa giştî hilbijêrin û dê raporekê pêşkêşî konferansa giştî bikin.”

Evîn Siwêd diyar kir ku gavên destpêkê yên amadekariya lidarxistina konferansan ew e ku li seranserî hersê herêman civîn dê bêne lidarxistin û dê rewşa Kongreya Star a du salan binirxînin û astengiyên rastî wê hatine gotûbêj bikin.

Evîn Siwêd destnîşan kir ku evan civîn dê heta dawiya meha Tîrmehê berdewam bikin û piştre dema lidarxistina konferansan dê bêne diyarkirin. Piştî ku konferansên hersê herêman bêne lidarxistin dema lidarxistina duyemîn konferansa giştî ya Kongreya Star dê were diyarkirin. Di konferansa giştî de raporên hersê herêman dê bêne xwendin û kar û xebatên Kongreyê dê bêne nirxandin û bêne erêkirin.

Der barê rewşa jinan li Efrînê Evîn Siwêd behsa rola sereke ya berxwedana Kongreya Star kir û destnîşan kir ku piştî welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin, welatî li kantona Şehba bicih bûn û li vir jî Kongreya Star dîsa xwe birêxistin kir û dê li vir nûnerên xwe ji bo beşdarbûna konferansa giştî diyar bikin.

Berdevka Fermî ya Kongra Star a Rojava Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku endamên Kongreya Star soz didin gelê xwe dê bi hemû hêz û derfetên xwe têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û azadiya xwe pêk bînin û xeta fikra rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Back to top button