ArşîvDîplomasî

Nûnertiya Kongra Star li Başûrê Kurdistanê serdana parêzgeha Silêmaniyê kir

Şandeyek ji nûnertiya Kongra Star li Başûrê Kurdistanê îro parêzgeha Silêmaniyê kir ji bo xotr kirina têkiliyan di navbera her du aliyan de, di heman demê de, ji bo balbikşînin ser kar û xebatên tevgera jin bi taybet jî kongra star.

Şandeya ku serdana parêzgeha Silêmaniyê kir ji Roz Hesen nûnera Kongra Star li Başûr û endama desteya rêveber ya nûneratiya Kongra Star Slava Silêman.

Di serdanê de, îro Duşem17/10/2022’an, endamên nûnertiyê  li avahiya parêzgariya bajarê Silêmaniyê bi parêzgarê Silêmaniyê Dr.Heval Ebûbekir re civiyan.

Di destpêka hevdîtinê de şanda nûneratiyê amaje bi sîstema Kongra Star û karê nûneratiyê li Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser giringiya berdewamîya peywendiyên di navbera her du aliyan ji bo xizmetkirina destkeftên gelê Kurd kir.

Ji aliyê xwe ve parêzgarê Silêmaniyê Dr.heval Ebûbekir tekezî li ser amade bûna wan li ser hemû mijaran danûstandinê kir, di heman demê de piştrast kir ku ew ê piştgiriya nûnertiyê bikin، û şanazîya wan bi destkeftiyên jinên Kurd li Rojava.

Back to top button