ArşîvDaxuyanî

Kongra Star ‘bêdengiya rêxistinên navnetewî jî tê wateya ku ew jî şirîkê sûcên hovane yên dewleta Tirk a faşîst in!’

Kongra star da xuya kirin ku ' Dewleta Tirk a faşîst dixwaze di pêvajoya salvegera 100’mîn a komarê de qirkirina gelê Kurd temam bike û bi riya dagirkeriyê Mîsak-î Millî pêk bîne'. Û got: ' Dixwaze gelê Kurd di sedsala 21’ê jî bê statû di pozîsyona mêtingeh bihêle, ji bo nasnameya Kurdê azadîxwaz û serbixwe tune bike.'

Hêzên Parastina Gel (HPG) duh da xuya kirin ku di vê pêvajoya dawî de di êrîşên artêşa dagirker a dewleta Tirk li Zap û Avaşînê de 17 gerîla di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd ketin.

Têkildarî vîmijarî Kongra Star îro çarşem 19/10/2022’an daxuyaniyek nivîskî de, di daxuyaniya xwe de ev êrîş bi êrîşekî hovane pênase kir û bang kir ku aliyên peywendîdar bi erkên xwe rabin.

 

Kongra Star di dest pêka daxuyaniya xwe de wiha got: ‘Dewleta Tirk a faşîst ku di êrîşên xwe yên dagirkeriyê li Herêmên Parastina Medya ruxmê hemû teknolojiya xwe li hemberî gerîlayê azadiyê nikare pêşve biçe hewl dide bi çekên kîmyewî encam bigre. Hêzên Parastina Gel (HPG) doh da xuya kirin ku di vê pêvajoya dawî de di êrîşên artêşa dagirker a dewleta Tirk li Zap û Avaşînê de 17 gerîla di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd ketin.’

‘Ev êrîşa dawî mînaka hovîtiya dewleta Tirk e’

Kongra Stra di nava daxuyaniyên de ev kiryar bi kiryarên hov da nasîn û li daxuyaniyê zêde kir: ‘Em wek Kongra Star vê mînakê dawî ya hovîtiya dewleta Tirk a faşîst bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Em 17 cangoriyên azadiyê bi minet û dilsozî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Li hemberî rastiya şehîdan em soza xwe ya bilind kirina têkoşîna azadiyê û pêkanîna hêviyên cangoriyan dubare dikin.’

‘Dixwaze gelê Kurd di sedsala 21’ê jî bê statû di pozîsyona mêtingeh bihêle’

Kongra Star got: ‘Dewleta Tirk a faşîst dixwaze di pêvajoya salvegera 100’mîn a komarê de qirkirina gelê Kurd temam bike û bi riya dagirkeriyê Mîsak-î Millî pêk bîne.’

Bal kişand ser pêngava qirkirin û pişaftinê û weha berdewam kir ‘Di vê çarçovê de êrîşên qirker û dagirker li hemberî gelê me bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêşdixîne. Dixwaze gelê Kurd di sedsala 21’ê jî bê statû di pozîsyona mêtingeh bihêle, ji bo nasnameya Kurdê azadîxwaz û serbixwe tune bike.’

Dirêjî da daxuyaniyê ‘Lê ruxmê hemû teknolojiya xwe ya mîlîtarîst jî nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Ev rastî di berxwedana gerîlayê azadiyê li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê de jî xwe bi zelalî xuya dike.

Şervanên azadiyê bi taktîkên afrîner, bi îradeyeke ji pola, bi cesaret, qehremanî û fedakarî berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Arteşa dagirker ji ber ku bi amûr û rêbazên şer ên peymanî li hemberî gerîla nikare encam bigre, çekên kîmyewî radihişte. Ya rast bi vî şiklê ji meydana cengê direve û ev yek jî lewaziya û aciziya dewleta Tirk li hemberî şerê gerîla eşkere dike.’

‘Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên şer ên navnetewî qedexe Lê herî zêde ev mêkanîzma û saziyên alaqadar bi xwe pîvanên şer dixin bin lingan’

Kongra Star got: ‘Dewleta Tirk a faşîst bi taybet ji salê çûyî ve bi şêweyeke sîstematîk çekên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî bikaranîna rê û rêbazên Hîtler’î ji aliyê dewleta Tirk ve saziyên alaqadar bi israr bêdeng dimînin.’

Derbarê bikar anîna çekên kîmyewî û binpêkirina pîvana de wiha berdewam kir ‘Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên şer ên navnetewî qedexe ye û qaşo ji bo bicîanîna wan qanûnan mêkanîzmayên navnetewî hene. Lê herî zêde ev mêkanîzma û saziyên alaqadar bi xwe pîvanên şer dixin bin lingan.’

Diyar kir ku ‘Dewleta Tirk ber çavên rêxistinên berpirs weke Netewên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) sûcên şer pêk tîne. Ji ber ku bi zanebûn, di oxira berjewendiyên xwe yên qirêj li hemberî sûcên giran yên dewleta Tirk bêdeng dimînin bi xwe jî berpirsiyar û tawanbar in.

Ji bo vê bêdengiya rêxistinên navnetewî jî tê wateya ku ew jî şirîkê sûcên hovane yên dewleta Tirk a faşîst in!’

Di  daxuyaniya xwe de bang li jin, gel û hêzên demokrat kir û daxawza serhildanê kir û got:’Wek Kongra Star em bang li jinan, gelê me û hemû hêzên demokratîk dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi çekên qedexe kirî dengê xwe bilind bikin û rabin ser piyan.’

Di dawiya daxuyaniya xwe de Kongra Stra bang li saziyên peywendîdar kir û daxazw vekirina lêpirsîneke ser bixwe kr ‘Em bang li saziyên alaqadar dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ev jî tê wateya ku lêkolînên pêwist bên kirin, lêpirsîneke serbixwe bê vekirin, pêşiya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk bê girtin û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin.’

 

 

Back to top button