ArşîvNûçe

îro dı seatên sıbehê de  Konferansa Nehemîn a Kongra Star dest pê kır

Konferansa Kongra Star li herêma Firatê ya Bakur, Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya konferansa nehemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xado hate lidarxistin.

Konferansa Kongra Star li herêma Firatê ya Bakur, Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya konferansa nehemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xado hate lidarxistin.

Di bin diruşmeya “Bi ruhê Jıyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bikevin.” Îro Şemiyê 22’ê Cotmehê, Konferansa Kongra Star li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konferansa nehemîn hate lidarxistin. , bi beşdariya bi dehan jinên herêma Firatê, li salona Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xado ya Kantona Kobanê.

Her wiha di bernameya konferansê de destpêkê talîmata Rêber Abdullah Ocalan a der barê jinan de hat xwendin, piştre talîmata kordînasyona jinan a Kongra Star hate xwendin û piştre jî rapora Kongreya Star a du salan hate xwendin.

 

Kongra Star, paşê  rapora Kongra Star a xebata du salan xwend.Axaftina vekirina konferansê ji aliyê hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed ve hat kirin û wiha got: “Di dîroka şoreşa ku em îro pêk tînin de, rola jinan di vê şoreşê de pêşeng e û  Dîrokî ye , lê di şoreşa tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û Kurdan de, jin di şoreşa xwe de xwedî taybetmendiyeke taybet bû û di hemû qadên leşkerî, aborî û siyasî yên jiyanê de bû xwedî roleke bingehîn.

Îro bi vê konferansa ku wê ji bo jinan bibe pêngava yekemîn ku derbasî qonaxeke dîrokî ya nû, ku qonaxa geşkirin û perwerdekirina jinê ye, hemû destkeftiyên ku jinan di şoreşê de bi dest xistine, bi saya van. têkoşer û şehîdên azadiyê ne. ku pirsgirêka Kurd kirin pirsgirêkeke cîhanî ku li hemû deverên cîhanê dihat axaftin”.

Ilham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di qonaxa ku em tê re derbas dibin di dema niha de û di nava şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nasîn û bi nav û deng bû û ev yek di nava dijmin û welatên sermayedar de hêzeke mezin diafirîne.ku tirsa ji vîn û hêza jinê dıjî û ji ber vê sedemê jin li herêmên me bi her awayî ji aliyê dewleta Tirk ve dibin hedef, îro bi diruşmeya jin jiyan azadî , jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo serkeftina jinan serhildanek lı darxıstıne. her çendî ku gel li Îranê çend caran rabûn ser piyan, lê dewleta Îranê karibû wan bişkîne, lê ev jin bi hêz û serkeftina jinan, hikûmeta Îranê nekarî serhildana jinan têk bibe.

Ji bo vê û ji bo parastina destkeftiyên jinan di şoreşa xwe de, divê her jin ji bo xwe birêxistin bike û vîna xwe xurt bike, di dema niha de bi sedan jin ji pêkhateya ereb a tevgera azadiyê tevlî tevgerê bûne. , me ji bo projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bingehek rast avêt.

Paşê jinên beşdar û Dîwanê dest bi nirxandina rewşa siyasî ya ku herêm têre derbas dibe, ji ber êrîş û binpêkirinên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û bi taybet jinan hedef dıgire, Dîwana nêrîn û pêşniyarên jinan gırtın.Di konferansê de li ser rêveberî û xebatên Kongra Star ên du salên dawî û têkoşîna jın hatin pêşxıstın.

Di konferansê de çend biryar jıbo kar û xebata salên pêş  hatin standin ku bıryar  ev in: “Ji bo rawestandina xwekuştin û kuştina jinan, perwerde û dersên zanıstî ji bo parastina jinan û perwerdekirina mêran , dest bi hemleyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan,dı vê çarçovey ê  de perwerdekirina jinan . di çarçoveya parastina bingehîn de, perwerdeyên ji bo parastina civak û jinan di derbarê şerê taybet a li dijî gel tê meşandın , pêşxistina dermanên xwezayî yên jıb o dermankırına cıvak  û jinan,

Pêşxistina proje û komeleyên aborî ji bo jinan û zêdekirina serdana malbatan ji bo perwerdekirina malbatan di warê zêdekirina rêjeya koçberiya derveyî welat ,û avakirina komîteyek ji bo şopandina pirsgirêkên jinan û komîteyek ji bo pêşkêşkirina projeyên aborî.Her wıha dı dawıya konferansê de jıbo bı rêvebırına erk kar û

Xebatê 5 endamê rêvebır hatın hılbıjartın û jıbo ku jı nıha û pêde derbasî lı ser erkên xwe bıbın soza xwe dan û bı duruşmeya Jın jıyan azadî ,konferans bı dawî bû.

 

Back to top button