Arşîv

Kongreya Star meclisa xwe hilbijart

Kongreya Star li bajarokê Rimêlan bi civînekê meclisa xwe ava kir. Meclis ji 7 endaman pêk tê.

Kongreya Star li bajarokê Rimêlanê li navenda meclisa navçeya Girkê Legê civînek li dar xist. Bi dehan endam û rêveberên Kongreya Star a bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkê Legê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevpeymana Kongreya Star ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a herêma Cizîrê Sena Xelîl ve hate xwendin.

Paşê deriyê hilbijartinê hate vekirin û 7 jin ji bo Meclisa Kongreya Star a bajarokê Rimêlanê hatin hilbijartin.

Civîn bi dirûşmên “bijî berxwedana jinan” hate bidawîkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê meclis asta rêxistina jinên bajarokê Rimêlanê bilind bike, her wiha tevlêbûna jinan di hemû aliyên jiyanê de û asta perwerdeya wan zêde bike.

 

Back to top button