ArşîvGotar

Bi Rihe Bêrîtanan wê şoreşa Jin Bi Ser Bikeve

Iptîsam El-husên

Bêrîtana rengînî weke çûka çiya a 12 rengî, çawa di xwe de tevayî rengên xwezayê civandine û bi yek ahnekgekî, mirov li himber ciwaniya wê ya bêhempa  matmayî dimîne. Ewqasî bi lez û bez tevdigeriye, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.

Heval Bêrîtan di sala 1991,an de ,ji nava derdoreke xwendevan, rewşenbîr û ji navçeyeke  Koçgîrî tevlî refên gerîla dibe. Dibe ku tevlîbûna heval Bêrîtan di wan salan de zêde ne balkêş be. Ji ber ku di wan salan de hejmareke mezin ji xwendevan û rewşenbîran ji her çar hêlên Kurdistanê tevlî refên şoreşa netewî dibûn. Di encama serhildanên gelêrî ku li bakurê Kurdistanê bi awayekî kûr dest pê kirbû û tevahiya gel rakiribû ser piyan.

Gelo piştî ku heval Bêrîtan ji wan cuda kir û Gulnaz Karataş kir Bêrîtan çi bû.

Navê wê yê yekemîn di nava refên gerîla de(Binfeş) bû. Piştre nave xwe diguherîne û dike  Bêrîtan .

Jê hat pirsîn çima: Çima te nave xwe kiriye Bêrîtan? Wiha bersiv dide: Li Dêrismê nave eşîreyekê ye û dibe ku ez jî ji wê eşîrê bim. Heval Bêrîtan bi guhertina nave xwe gava yekemîn avêt, di azadiyê de bîr û bawerî da.

Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok bû û ji aliyê madî ve xizan bû, mûçexur bû li ba dewletê. Tevî xizaniya xwe heval Bêrîtan daye xwendin û tiştek ji wê kêm nehiştiye. Bêrîtan jî ji ber ku elewî bû, di hêlên sosyal de vekirî û têkildar bû, têkiliyên wê bi giranî di gel kesên rewşenbîr û entellektuel hebûye. Ev taybetmendiya li gel heval Bêrîtan, bingeheke xurt a çandî û hunerî avakiribû, ew ne jineke asayî bû, xwedî armanc, hêvî û bawerî bû. Ew ji deriyekî fereh ketibû nava tekoşîna jiyanê de.    Li zanîngehê ketibû nav têkiliya evînî bi hevalekî xwe yê refên tevlî şoreşê bûn, wan ji hevpir hez dikir, lê wê dizanîbû çawa hezkirina xwe mezin bike. Dema soz û biryara xwe ya partîbûnê da ji wê gave û pê ve xiyanet bi evîna xwe nekir. Di nameyeke xwe de ji hevlê xwe re wiha dinvîse: Ez ji te pir hez dikim, lê  , ez ji welatê xwe û parteya xwe ji te bêtir hez dikim. Wê ji ber ku rast hez dikir û pîvanê hezkirina xwe danî bû , ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hastên xwe bi eşkereyî dianî ser ziman. Tenê yên ku rast hez dikin, dikarin evîna xwe mezin bikin. Li gel wê jî asta tekoşîna xwe bilind dikir. Heval Bêrîtan di helbestên xwe de evîna xwe dide der. Di helbesta Gula min de  bi zimanê tirkî nivîsî bû, li gel heval Bêrîtan ew bi xwe rêzana evîna xwe bû, ew di evîneke wiha de tenê xweşkbûn û payebilndî heye, jiyana bi evîneke wiha bi gul dibe. Bêrîtan gula evîna xwe bû, gula xwe bi rengê sor kiribû.

Di salên 91-92 ,an de dema hejmara tevlîbûna jinan zêde bû di nava refên Gerîla de tevlîbûna jinan pir berferh bû û nirxekî mezin dida rêbertiya jinan, ne tenê weha şoreşa Kurdistanê, şoreşa jinê didîtin, beramberî vê bangewaziya Serokatiyê hewldanên dûrixstina jinê û bê parhiştina wê ji şer û tekoşînê  dihatin li pêşxistin, ji hêla kesên berpirsiyar ku taybetmendiyên çîna derbeg bi xwe re hildigirtin û ev artêşbûna jinan nedipejirandn .

Lê belê jinên têghiştî dikarîn rastî bidîtana, ewan dizanî rastiyên derveyî rêbaza partiyê ne, ji ber wê jî dest bi tekoşînê kirin li her deveran û ji wan têgeh,fersetê  paşverû re teslîm nebûn . Çawa tekoşîna çekdarî destpê dike,Heval Bêrîtan, yek ji wan jinên pêşeng bû ,ew ê metirsiyên li ser tevgera jin têgihştib û  ji ber wê jî ket nava hewldanên bê hempe da ku bide pejrandin ew dikare tevlî şer bibe, ne tenê weha dikare gurûpek ji hevalên jin jî bi xwe re bide şerkirin. Her roj heval Bêrîtan ezmûnên xwe li pêş dixist, xwe fêrî hemû pêdiviyên leşkerî dikir. Ew ê bawerî da partiyê û weha xwe da pejrandin. Di çalakiyekê de birînadar bû û hîna birîna wê û ya hevalê wê baş nebûbû, bi hezaran pêşmerge yên PDK û YNK bi hevkariya artêşa Tirk pilangereke mezin li dar xistin bi armanca dorpêçkirina hêzên partiya karkerên Kurdistanê li Botan û Zagrosên û rakirina wan ji hole. Gerîla  ketin nav şerê man û nemanê de, berxwedana jinan pir cuda bû û balkêş bû, ewan ji mêran bêtir wêrek û fedekarî dan diyarkirin, li tevahî meydanan gerîlayên jin hunerek û afrandineke bê hempa dan nîşandan. Heval Bêrîtan tevî ku birîndar bibû nediseknî û her xwe dida pêş ku tevî eniya şer bibe û di dawiyê de da pejrandin û berê xwe  meydana ku şer lê dijware û di pêş de cih girt û şerekî dijwar  li dar xist li himber hêzên xiyanetkar, eniya wê  bi berxwedana xwe bala hêzên li himber wê jî kişand, piştî ku bi hêzeke mezin dixwazin êrîş bikin ji bo eniyê bişkînin, tevahî cebilxanên Gerîla bi dawî dibe. Hevala Bêrîta hemû hevalan bi paş de kişand û ew bi xwe parastina wan dike, dema derfeta wê ya xwekşandinê namîne û dijmin nêzîk dibe û bang dike teslîm bibe. Heval Bêrîtan bi dengekî tijî hêz û bawerî û jinane bersivê dide û dibêje PKK teslîm nabe,yê teslîm bibe kedxwarî û paşverûtî û xiyanetkarî ye û xwe ji ser zinaran diavêje xwar. Dema pêşmerge dengê jinekê dibhîze wêrek dibin û êrîşên xwe tundtir dikin . Lê dema bersiva heval Bêrîtan û neteslîmbûna wê dibînin, di rastiya qehremaniya wê de digrîn û dikevin nava şermeke mezin de û hişt gelek ji wan soz bidin ku li himber Gerîla çek ranekin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27