ArşîvÇalakî

Heya yek ji rêxistina jin hebe emê destkeftiyê şoreşê heya serkeftinê biparêzin

Îro sêşem 2022/10/25 li bajarê amûdê meşeke hat li darxistin  ji qada jinê heynî qada şehî Cîhad berî ku dest pê bikin deqeke rêzgirtin li ser rihê şehîdên doza azadiyê hatin rawestandin piştire li ser navê Kongra Star şehnaz Birahîm wiha anî ser ziman û got: Em wek Kongra Star ya bajarê amûdê em vê meşa rûmetê li tevahî milet pîroz dikim , Em dibêjin Gerila ji bo kurda û her çar perçê kurdistanê dilê meye pişta meye em jî rêxistina jin em li pişta Gerileyên xwe ne îro dewleta Tirk bi rengekî hovane bi rengekî qirêj heya dawî kiryarên hovane li ser Gerila dimeşîne hemî dewlet , dewleta Emerîka û Rûsiya bê dengiya we dewletê cîhanê tevahî heya kengî hûn çekên  kîmyewî li ser zarokên me bibarînin û wiha axaftina domand’ Gerila îro parastina her çar perçeyên kurdistane ye ferq û cûdahiyê naxe nava gelan û mirovahiyê  , lê têkçûna we îro dixwaze   gerîlla ji gel qut bike hûn bi rengekî hovane êrîş dibin ser  gerîlla lê wek em dizanin ku çekên kîmyewî qedexyê lê dîsa li ser zarokên me têne barandin , em dibêjin ev bê dengiya we hûn bi hev re di nava hevkariyê de ne bi dewleta Tirka re lê em qet qebûl nakin emê li qadan bin wek rêxistina jin ji 1990 ,heya  1991û 1992 xeta xiyanetê li himber wê emê xeta parestinê bimşînin îro em dibêjin eger Berîtanan bi xeta xiyanetê teslîm nebû  sekna wê bû sedema avakirina artêşa jin , Bêrîtan gelek gav avet bû bingehek ji bo jin em jî weke tevger xeta Bêrîtan dişopînin , şehnaz  di dawiya axaftina xwede wiha got heya yek ji rêxistina jin hebe hûn nikarin vê rêxistinê tune bikin , wek tevgera jina kurd em pêşengê vê şoreşê ne û emê destkeftiyê şoreşê heya serkeftinê biparêzin

Back to top button