ArşîvDaxuyanîNûçe

Kongra Star bi boneya 40’emîn roj a çirûska ku bi şehadeta Jîna Emînî destpê kiri bi bîranî û banga bilindkirina tekoşînê kir

v serhildan û şermezarkirin bû çirûskek ji bo teqîna hêrsa kombûyî ya gel"

Kongra Star bi boneya 40’emîn roja şehadeta jina ciwan a kurd Jîna Emînî  bi bîranî û ev êrîşa hovane  bi daxuyaniyekê ji raya giştî re şermezar kir

Daxuyanî wiha bû:

Zêdetirî mehekê ye, Îran bûye şahidê pêleke xwepêşandanên berfireh ên gel piştî ragihandina kuştina jina ciwan, Jîna Emînî, di dema ku ew ji aliyê “polîsên exlaqî” ve di dema serdana Tehranê de hatibû binçavkirin, piştî ku ew bi tohmeta bi rêkûpêk hîcabê nekirin. Jîna Emînî, keça Kurd e ku rastî êrîşa hovane  ya polîsên bi navê exlaq  tê zanîn ku mehrûmê nirx û  exlaq e.Bi hinceta ku hîcab li xwe nekiribû li dijî talîmatên rayedaran derketibû û piştî sê rojan ji girtina wê di encama îşkence û lêdanê de jiyana xwe ji dest da.Xwepêşandan û serhildanên bi hêrs li piraniya bajarên Rojhlhatê Kurdistanê derketin û girse daketin kolan û meydanan, û tawanên rejîma Îranê û zilma wê şermezar kirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” qêriyan .Ji bo ku wek bahoz û volkanekê bigihêje hemû deverên cîhanê û derketina şoreşa Jîna Emînî, gelan dehf da ku şoreşa xwe li dijî dezgehên rêjîma  zordar heta rûxandina rejîma dîktator berdewam bikin.

di berdwamiya daxuyaniyê ev hat gotin “Di encama serhildana girseyî ya berfereh de, bi sedan xort û keçên Îranî di xwepêşandanên hêrsbûyî yên li dijî rejîma melayan û girtina bi sedan xwepêşanderan de jiyana xwe ji dest dan û tevî van hemûyan jî, îrade û wêrekiya xwe qels nekirin û teslîm nebûn . xwepêşanderan bi taybetî jinên Îranî di rûbirûbûna zordariya rejîma xwînrij a rejîma zalim da ku li dijî tepeserkirin û bindest kirina gelê Îranê de rawestin, di dema xwenîşandan û rûniştina kolanan, li dibistan û zanîngehan de, ev serhildan û şermezarkirin bû çirûskek ji bo teqîna hêrsa kombûyî ya gel”

Em wek Kongra Star bi tundî kiryarên rejîma melayên zordar li dijî xwepêşanderên bêparastin û bikaranîna tundûtûjiya zêde li dijî wan şermezar dikin û piştgiriya xwe ji daxwazên rewa yên gelên Îranê yên azadî û demokrasiyê  radigihînin.Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku jinan roleke mezin lîstiye û di qadên şer de cih girtiye û şerên dijwar û bi hêz dane meşandin. Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro jin bi hêz û îrade bûne pêşeng.

Kongra Star wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

Ew tekoşîna jina azad a zana bi hemû hêz û  derfetên xwe hedef digirin û ev hewldana wan hîna jî li ber xwe dide û ew e ku îro em şahidiya dubarekirina sûc û binpêkirina mafên jinan dikin, berdewamiya wê ramana tarî ye ku li herêmê bi giştî belav bûye. , Ji bo ku mirovahî jiyanek azad û bi rûmet bijî, di serî de jin û hemû mirovahî bi hev re li dijî vê fikra tarî têbikoşin  û li ber xwe bidin.

 

Back to top button