Arşîv

Jinên Kobanê rêxistina xwe berfireh dikin

Li Kobanê jin bi serpereştiya Kongreya Star xebatên xwe didomînin. Jinên herêmê ji parastinê heta dadgeriyê, ji siyasetê heta dîplomasiyê xwe bi rêxistin dikin û niha jî hewl didin konferansa xwe pêk bînin.

Kongreya Star li Kobanê xebatên xwe yên jinan didomîne û dê 15’ê Tîrmehê konferasekê li dar bixe. Kongreya Star heta niha bi gelek karan rabû û wek saziyeke sîwanî ku têkoşîna azadiya jinan û perwerdekirina jinan ji xwe re esas digire, bê navber xebatên xwe didomîne. Li herêma Kobanê ji aliyekî ve ji bo pirsgirêkên jinan li çareseriyan digere û ji aliyê din ve jî bi komîn û meclisên xwe yên li gundewaran kêmasiyan dabîn dike. Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Felek Yusif diyar kir ku piştî xebatên salekê dê kongreya xwe li dar bixin û têkildarî xebatên xwe agahiyên berfireh dan ANHA’yê.

Felek Yusif destnîşan kir ku di sala 2005’an de bi navê Yekitiya Star dest bi birêxistinkrina jinan kirin lê piştî Şoreşa Rojava di sala 2016’an de, navê ‘Kongreya Star’ wergirtin. Felek got ku bi şoreşê re şêwaza wan a xebatê jî guheriye û bi jinên ereb, tirkmen, suryanî, ermenî û asûrî re hatine cem hev.

Pêşengên Rojava

Felek Yusif diyar kir ku bu xebatên wan ji bo hemû jinên cîhanê deriyekî nû vekiriye û wiha got: Armanca me ya sereke perwerde û birêxistinkirina jinan e. Em hewl didin jin di nav civakê de bikarin xwe îfade bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, ev armanca me ya esas e. Ji ber ku em xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin, Şoreşa Rojava wek şoreşeke jinan tê zanîn.”

Perwerde

Felek da zanîn ku akademiyên nû yên perwerdeyê vedikin û di van akademiyan de li ser hişmendiyê disekinin. Felek diyar kir ku di perwerdeyên xwe de li ser têkoşîna azadiyê ya jinan, jineolojî, dîroka jinan û civak û zayenperestiyê disekinin.

Dad

Felek di axaftina xwe de îşaret pê kir ku gelek mekanîzma ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ava kirine û wiha pê de çû: “Di civaka me de hem pirsgirêkên civakî hem jî pirsgirêkên jinan gelek in. Em van pirsgirêkan bi rê û rêbazên cuda çareser dikin. Dema ku meseleyek çêbû, di serî de diçe komînê. Heke komîn jê re çareseriyekê peyda neke, îcar serî li Mala Jinan  didin. Heke di wir de jî çareseriyek dernekeve holê, wek merciya dawîn pirsgirêk li dadgeha jinan tê dewrkirin û jê re çareseriyek tê peydakirin.”

Aborî

Felek bal kişand ser aboriya jinan û diyar kir ku jin bi kooperatîfan xwe ji hêla aborî ve jî xurt dikin. Felek got ku heta niha terzîxane, park û xwaringehên jinan ava kirine û pê re jî ji bo xebatên çandiniyê jî gelek kar û bar dane meşandin. Felek Yusif aşkera kir ku aborî ji bo birêxistinbûna jinan aliyekî girîng e û lewma jî dê girîngiyê bidin xebatên aborî.

Endama Kogreya Star Felek Yusif destnîşan kir ku salê carekê konferansê li dar dixin û dê îsal jî di 15’ê Tîrmehê de konferansa xwe li dar bixin. Felek axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha em ê plana xwe ya salane derxin. Rêveberiyên me yên meclisan diguherin. Li herêmê daneyên ku me têkildarî jinan bi dest xistine, em ê ji raya giştî re parve bikin. Ji bo konferansê xebatên me bi hemû leza xwe berdewam dikin.”

Back to top button