Kongra star ya navçeya sirînê ya girêdayî bajarê kobanê îro Pêncşem 27/10/2022′ an de şehîd birîtan (Gulnaz Karataş) bibîr anîn û sinfizyona wê ji jin û endamên kongra star ya navçeya sirînê re pêşkêş kirin, sinfezyon li navenda kongra star ya sirînê hat pêşkêşkirin.
Berî ku dest pê bikin deqeyek rêzgirtin jibo bîranîna şehîdên cotmehê rawestiyan û piştre li ser navê kongra star ji aliyê Rêverberiya Komîta perwedeyê Fatme Elhesen li ser Şehîd Birîtan axivî û wiha got, Şehîd Bêrîtan bi ciwantiya xwe tevgera azadiyê naskirû li pey heqîqetê meşiya, Şehîd Bêrîtan ji bo rastiya dijmin derxe holê şer kir û bindestî û teslîmiyet nepejirand.
Piştre snlfizyona şehîd Birîtan ji endaman re hat pêşkêş kirin û siifizyona wê bi zimanê erebî ji jin û endaman re hat şirovekirin û piştre şêraniya wê hat belav kirin.
Bi qêrîna siloganên Jin Jiyan Azadî merasîmên bîr anînê bidawî bû.