ArşîvDaxuyanî

‘Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina şoreşa Rojava ya cîhanê de û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke girîng lîst’

Bi boneya roja 1'ê mijdarê roja cîhanî ya piştgirî û hevgirtina bi kobanê re li herema Firatê rêveberiya xweser bi daxuyaniyekê bibîranî.

îro1/11/2022′ an de Rêverberiya xweser ya Herêma firatê Daxuyaniyek li qada azadiyê da ji bo Roja Cîhanî ya kobanê, bi dehan ji endamên kongra star, Rêverberiyên meclisên navçeyan,Saziya malbatên şehîdan, ciwanên şoreşger, Desteya jin,tevgera civaka demokratîk (Tev-dem), partiya yekîtiya demokratîk (Pyd)ê û her wekî din tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

daxuyanî ji aliyê Rêverberiya cîgera desteya jin Narîn zada ve hate xwendin, di daxuyaniyê de ev hat gotin:


          Di 1’ê Mijdara 2014’an de hemû gelên cîhanê bi hev re bûn yek û piştgirî dan berxwedaniya Kobanê.  Bi milyonan gelê cîhanê xwepêşan lidarxistin û daketin qadan û alên  ( YPG ) û ( YPJ ) rakirin ,di bin dirûşmeya  şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, bang li civaka navneteweyî kirin ku destekê bidin berxwedaniya gelê Kurd ji bo ku tedbîrên lezgînî bigirin.
Di wê roja dîrokî de, xwepêşandenên  ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan û daxuyanî  belav kirin û tê de behsa wê yekê kirin ku roja yekê Mijdarê bibe roja cîhanî ya piştgiriyê bi Kobanê re û li gorî vê yekê bi milyonan kes li piraniya welatên cîhanê ji bo destekê bidin berxwedaniya Kobanê û ji bo wê jî derketin xwepêşandanên girseyî lidarxistin. Di bin dirûşmeya “Ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê seferberiya cîhanî” hat îlankirin.
Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina şoreşa Rojava ya cîhanê de û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke girîng lîst.  Bi vî rengî şoreşa Rojava xurtir kir û di serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin de cih girt û ji bo gihandina têkoşîna gelê Kurd ji hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê re mîsyonek dîrokî bi cih anî.
Serkeftina ku li Kobanê hat bidestxistin ji aliyekê ve li pişt vîn û hêza şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û ji aliyekî din ve jî piştgirî û piştevaniya gelên hemû cîhanê bû.  Derketina bi milyonan xwepêşanderên ji çar aliyên cîhanê yên ji bo piştgiriya Kobanê, roleke girîng lîstin di balkişandina ser şoreşa Rojava weke şoreşa azadî û demokrasiyê û rola wê ya stratejîk a ji bo tunekirina dijminê hemû mirovahiyê DAIŞ’ê.
Gelê Kurd roja 1’ê Mijdarê ji bîr nake û di sedsala 21’an de di tekoşîna navneteweyî de dê roleke girîng bilîze, vê berxwedanê planên DAÎŞ’ê û alîgirên wê pûç kir, Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin, îro jî Kobanê bûye xwedî mînaka berxwedanê li cîhanê.  Ji ber vê yekê nabe ku roja yekem ya meha Mijdarê weke roja piştevaniya Kobanê û tenê ji bo gelê Kurd were naskirin, ji ber ku piştevaniya hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e.  Her wiha piştgiriya berxwedana Kobanê tê wateya piştevanî û piştgiriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e û bêyî vê piştevaniya gelên cîhanê, berxwedana Kobanê bi vî awayî  bi ser nediket.

Bi  rihê berxwedana Kobanê rizgarkirina Girê Spî û Minbicê de û ragihandina avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku bi tevlîbûna keç û xortên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi vê hevgirtinê DAIŞ’ê têk birin û roleke herî girîng lîst him ji aliyê leşkerî û him jî erdnîgarî, ev yek hîşt ku hêzên terorîst ên tarî û tundrew bi serkêşiya  AKPê  ji  têkçûana DAIŞ’ê bitirse û ev têkçûna bibe serkeftina projeya demokratîk û rizgariya gelên herêmê.
Piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bûn û projeya xwe ya xweseriya demokratîk pejirand, ev yek bû sedema tirsê di nava faşîzma Tirk de û vê carê jî bi lez û bez dest bi êrîşeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi armancgirtin û dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî, hewl da ku tola têkçûna DAIŞ’ê hildin û rê li ber serkeftina her projeyek demokratîk li herêmê bigirin.
Berxwedana Kobaniyê dostaniya cîhanê bi kurdan re xurtir kir û piştî vê berxwedan û serketinê  ji bo ku bibin hevparê vê serketinê, gel berê xwe dan Kobanê û rastiya vê berxwedaniyê naskirin û vê serkeftinê rastiya pirsgirêk û bexwedana jinan, tevgera azadiya kurdan bi cîhanê da naskirin.
Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng lîst û ev berxwedanî û rihê wê hê jî didome û bi vî rihî berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dewleta Tirk didome. Dagirkeriya ku bi çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra re bi armanca tolhildana têkçûna DAIŞ’ê li ser destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk hat û berxwedana Serê Kaniyê jî mînakeke din a rihê berxwedaniya Kobanê û li dijî  neheqî û dagirkeriyê bû.
Ji ber vê yekê çawa ku Kobanê bi ser ket û bi berxwedaniya xwe hemû cîhan pê re bû yek, wê berxwedaniya rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rihê Kobanê û bi hevgirtina cîhanî ya bi wê re bi ser bikeve.
Em wek Rêveberiya Xweser a herêma Firatê  û bi navê hemû pêkhateyên wê, ji hemû gelên cîhanê yên ku destek dan şoreş, têkoşîna me û doza me ya mafdar rawestiyan, em peyama spasî û hezkirinê ji wan re dişînin û em bang li wan dikin. di meşa me ya ber bi azadî û demokrasiyê ve  ew destek û piştgirî berdewam bikin.

Û daxuyanî bi qîrîna bijî berxwedana kobanê bidawî bû.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27