ArşîvDaxuyanî

Platforma çalakiyan ya hevpar ên rêxistin û tevgerên jinan ya Bakur û rojhilatî Suriyê kampaniya 25’ê mijdarê eşkere kir

Bi boneya roja tekoşîna li dijî tundiyê li ser jin ya cîhanî, Platforma çalakiyan ya hevpar ên rêxistin û tevgerên jinan bi duruşmam 'li Dijî Her Cureyên Tundiya Dewlet û Hişmendiya Zilam 'Jin, Jiyan, Azadî', bi daxuyaniyekê bernameya kampanya xwe ragihand.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ye û hemû pirsgirêkên ku bi hezaran sal in hemû jin tê re derbas bûne vedigerîne û ji bo ji holê rakirina vê diyardeyê têkoşiyaye.
Bi vê boneyê, platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma: ‘Li dijî her cure tundiya dewletê û zîhniyeta mêr, jin jiyana azadî’ ji raya giştî re daxuyaniyek da.
îro Şemiyê 12/11/2022’an li meleba 12ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi sê zimanan hate xwendin. Bi zimanê Kurdî endama Kordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo xwend û bi Erebî endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo xwend؛ û Hevseroka Yekîtiya Ciwanên Suryan bi zimanê Suryanî Meriyana Îsa xwend.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
Di bin dirûşmeya: ‘Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr… Jin Jiyan Azadî.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin, em hemû jinên ku beriya 5 hezar salan di dîroka baviksalarî de, ji ber tundiya zilaman jiyana xwe ji dest dane, di serî de xwişkên Mîrabal ên ku li dijî dîktatoriya faşîst a Komara Domînîk rawestiyan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, bi bîr tînin.

Em tekez dikin ku şervanên jin ew stêrkên ku rêya me ronî dikin. Bi (Rosa Luxemburg, Sakîne Cansîz, jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Zeyneb Sarûxan, Hind û Saada, Hana Al-Sagir, Delal Nurheq û Rûken Jiyan) dest pê dikin û em ê bi wan jî dewam bikin.
Bi boneya salvegera têkoşîna li dijî tundiya li ser jin, em redkirina xwe ya pêkanînên tundiyê li ser jin li her derê û her demê nû û dubare dikin. Di nava 11 salan de û bi destpêkirina şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan karîbûn xwe birêxistin bikin û refên xwe bikin yek, ta ku bûn mînakên pêşeng a ruhê berxwedan û têkoşînê li pêşberî hemû cîhanê.
Jinan bi dengekî bilind qêrîna xwe li hemberî rêjîmên desthilatdar û zîhniyeta mêr-dewlet, bilind kirin. Ev hişmendiya tarî hewl dide îradeya jin bişkîne û hebûna wê di dîrokê de ji holê rake, ji ber ku Modernîteya kapîtalîst li piraniya welatên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn li welatên wekî (Sûriye, Afganîstan, Iraq, Lîbya û Yemen) ji bo parastina berjewendiyên xwe, ji bo tepisandina jin û civakê û afirandina kaos û qeyranan dixebit. Her çiqas pergala baviksalarî ji berê hovtir be jî, lê belê em weke jin jî, ji her demê bêhtir bi hêz, bi biryar, bi îrade, bi deng û bi hejmareke pirtir di azadiyê de ji her demê zêdetir bi israrin. Berdewamkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku bi rêbazên curbecur dixwaze îradeya jin bişkîne û azadiya wê têk bibe, bi rêya teşhîrkirina laşê wê, revandin û kuştina wê bi rêbazên herî hovane û ne exlaqî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, bi taybetî li (Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê, Girê Spî) tevahiya van tawan û binpêkirinên li dijî jinê, şîdeteke bêsînor e. Hîn jî jin bi hinceta namûsê tê kûştin, destavêtin û hemû mafên wê tên binpêkirin û dibe qurbana adet û kevneşopiyên ku zihniyeta mêr di kûrahiya civakên me de daye rûniştandin, her wiha şerê zihniyta desthilatdariya mêr a li dijî vîna jina azad a azadî û edaletê dixwaze. Em di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, van binpêkirinên li dijî jinan ku weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî jinên sivîl û siyasî pêk tên red dikin. Em tekez dikin ku em ê bi biryardarî, têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Êdî dem hatiye, dibe ku şert û mercên îro ji her demê zêdetir guncavtir bin ku em vê sedsalê veguherînin serdema azadiya jin û em peyama xwe ya mirovahî û siyasî digihînin hemû jinên cîhanê li ser rûyê erdê. Ji bo yekrêziya refên me, ji bo piştgiriya doza me li her deverên cîhanê û li hemberî her cure tundî, çewisandin, dagirkerî û qirkirinê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Îro jî divê em van qadên dîrokî veguherînin têkoşîneke hevpar bi hêza berxwedan û rêxistinbûyînê ji bo jin û tevahî mirovahiyê serketineke mezin bi dest bixin.
Li ser vî esasî em di 12’ê Mijdarê de, di bin dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr… Jin Jiyan Azadî” dest bi kampanyaya xwe dikin.
Bername dê wiha be:
• Semînerên taybet li ser girîngiya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin bê dayîn.
• Didar û gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.
• Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Cîhanî mîtîngên girseyî bên li dar xistin.
• Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet çalakiyên cuda bên lidarxistin.
Ji 14 ta 17ê Mijdarê dê li ser asta gund, navçe û bajaran semîner ji civakê re bên dayîn.
Ji 18 ta 20 Mijdarê dê semîner ji mêran re bên dayîn.
Ji 22 ta 23 Mijdarê dê meşên navçeyan û meşên mêran bên lidarxistin.
Di 24’ê Mijdarê de, dê Panel bi rêya Zoom bi zimanê înglîzî li ser asta cîhanî bê dayîn.
Di 25’ê Mijdarê de, mîtîngên girseyî li ser asta kantonan, di nav de her sazî û rêxistin bi dirûşme û rengên xwe bên lidarxistin.

Back to top button