ArşîvÇalakî

Şehîd Nagîhan li bajarê Kobanê hat bibîranîn

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, şehîd Nagîhan Akarsêl a ku li Silêmaniyê bi êrîşeke çekdarî şehîd bibû, di çil rojiya şehadeta xwe de hat bi bîranîn

Merasîma bîranînê ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ve hat organîzekirin û li Zanîngeha Kobanê  bi amadebûna  bi dehan jin û endamên koordînasyona kongra STAR bû; Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre jinan mûm pêxistin.

Li ser têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsal a li dijî hemû rejîmên zalim û baviksalarî senfezyonek hat nîşandan.

Di merasîma bîranînê de rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya herêma Firatê Cnê Ehmed axivî û got: “Şehîd Nagîhaan Akarsêl ku beriya 40 rojan di encama êrîşa çekdarî de şehîd bû, ji bo azadî û wekheviyê li dijî welatên faşîst têdikoşiya.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû

Back to top button