Arşîv

Şoreşa Neolîtîkê  Şoreşa Herî Pîroz A Jinê Ye

Rûmet Heval

Di civaka mirovan de volkanê jiyanê ya rastî di navbera Zaxros Torosan de teqiya ye. Jiyana baldar di qiraxa ava Dîcle-Firatê de herikiye. Di Kurdîstanê de bi navê JIN-JIYAN tevna jıyanê hatiye honandin. Çavkaniyên jiyana mezin û azad wiha pêşketiye. Ev çavkanî di heman demê de heqîqeta civakî ne. Ev heqîqetên civakî weke AKADEMIYÊN ZANATÎ yê di Rojhilata  Navîn  de û li Kurdîstanê hertim jiyan bûne. Zanatiya heqîqetê di her kêliyê de xwe fedakarina ji bo rastiya ye. Heger em jî dixwazin azad jiyan bikin emê di vê Akademiya Zanatîyê de li ser kokên xwe mezin bibin.

FIKIR-ZIKIR-ÇALEKÎ lêgera heqîqeta civakî ye. Kesên di nava tekoşîna vê lêgera heqîqeta civakî de ne dibin kadroyên akademik. Di nava tevahiya jiyanê de bibandorin. Yanî bi armanca xwe re girêdayîne, durustin, kêrhatîne, xwedî zanebûna dîrokî, civakî,felsefesi, ehlaqîne, xwedî ezmûnin bi rengin. Her kadroyên bi zanebûn û rengê xwe beşdarî hemû kêliyan dibe.  Kadroyên akademik mejiyên vê heqîqetê ne, bedena vê heqîqetê ne, demarên nava civakê ne. Kadro heqîqeta ku hatiye birêxistinkirin û çalak kirinê ye. Şoreşa heqîqetê şoreşa zîhniyet û jiyanê ye.

Civak û kesayet di encama pêşketina zîhniyetê û baweriyê de diyar dibe. Civak û kes bêyî zîhniyet û baweriyê nehatine dîtin. Ev pêşketineke îdeolojîke.  Civak weke herikîneke nerm ya zekaya mane û enerjiyê dikare were nirxandin. Ev herîkina nerm ya civakî bi taybet ya mane û enerjiya zekayên mirovan di dema herî dirêj ya dîrokî de derketine pêş.

Di gerdûnê de ji bo dîroka civakan û demên girîng werin destnîşan kirin rêbaza ku Rêbertî bi kartîne ev demên dirêj, yên Navîn  û yên demkinin. Ji bo demên navberê yên herî kin Rêbertî dibêje “kêliyên kuantum” an jî “kêliyên nûvejînê”. Di dema herî dirêj ya civaka xwezayî de ev demên herî kin yanî demên nûvejîn û kuantumê jî jiyan bûne. Ji ber ku jiyan bûne di dîroka civaka xwezayî de gelek îcat û vedîtinên jiyanî hatine afirandin. Di demên pir dirêj de demên kuantûmîk an jî demên nûvejînê hertim berdewam bûne. Ev dema herî kin ya nûvejînê di heman demê de demên lêgerîna azadiya civakê ne. Yanî civaka xwezayî bi afirandin û vedîtinên nû azad jiyan kiriye.

Dema şoreşa Neolîtîk dema herî dirêje. Mînak ji bo dema sîstema kapîtalîst em dikarin bibêjin dema herî kin ya van çar sed salên dawiyê. Lê ji bo dema neolîtîk em behsa bi hezaran salan dikin. Ji ber sîstema kapîtalîst di van çarsed salên dawiyê hatiye avakirin û xwe li ser şerê di navbera civakan de, li ser keda mirovan ava kiriye xwe bilezgînî birêxistin kiriye. Lê belê di dîroka civaka mirovahiyê de civaka xwezayî bi hezaran salan jiyan kiriye. Ji ber vê xwedî dema herî dirêje. Bi çanda xwe dema herî dirêj jiyan kiriye. Ji bo vê Rêbertî ji bo civaka xwezayî dibêje Civaka Çandî Ya Bingehîn. Hem civaka yapisal an jî BINYADÎ hem jî ya çandiye. Di vê demê de hûner, huquq, erka rêveberiyê, berhemên aboriyê, wek avaniyên destpêkê hatine pêşxistin. Di nava hemû avaniyan de têkiliyeke hevdû temamkirinê û bi fêde heye.

Kurteyek Dîroka Mirovahiya Dema Herî Dirêj Mirov Dikare Wiha Destnîşan Bike.

Tê gotin ku berî niha 60 mîlyon salan nifşên destpêkê yên weke mirovan bi navê prîmatan jiyan bûne. Berî niha ji ber şert û mercên xwezayî van prîmatan ji Çemê Rîfa Efrîqayê goçkirine  û derbasî Rojhilata Navîn, Behra Reş, Behra Sor, Behra Spî bûne. Ev guhertinên mekanan bi mîlyonan salan berdewam bûne. Di rojhilata navîn de di sêgoşeya Zaxros-Torosan de ev goçberî bi dawî dibe. Bi gotina ku dîroknas binav dikin li Hîlala Zêrîn an jî Hîlala bi Berhem komên mirovan yên biçûk bicih dibin. Navê vê herêmê yê din jî Mezopotamya ye.

Di berî niha 20 hezar salan de dema qeşayê ya dawî jiyan dibe. Li şûna avhewaya pir sar û qeşayê êdî avhewayek nerm ji bo çandinî û jiyana baş pêş dikeve. Piştî dema paleotîlîk berî niha di navbera 15-12 hezar salan de dema Mezolîtîk û piştre dema Neolîtîk  pêş dikeve. Gelek bermahiyên dîrokî yên ku em niha di erdkolanan de dibînin di wê demê de pêş ketine û mirovan gelek jiyaneke pêşketî ava kirine.

Di dema neolîtîk de mirov di aliyê ruh û zîhniyetê de kombûneke hevpar jiyan kiriye. Zanebûna destpêkê, bilindkirin û naskirina ruh, terzê rêvebirinê, zanebûna komkirina civakî, xwe gîhandina asta fikrê xwezayî, weke hêmanên bingehîn yên vê çandêne. Ev hêman di heman demê de dibin bingehên zanebûna bîrdozî. Heya ku însanek radibe ser piya, xwe têr dike, xwe di parêze, xwe zêde dike perwerde û zanebûneke pir mezin pêwîst dike. Ev zanebûn di berî niha bi hezaran salan de di şexsê mirovê Rojhilata Navîn de jiyan bûye. Ev bi xwe dibe şoreş.

Ji bo xwe têr kirinê, fêkî dîtin, gihayê xwarinê keşifkirin, fêrbûna çandiniya tovan û naskirina axê, pêwîstiyên xwarinê çêkirin weke kevçî, beroş qazan… ji bo xwe aşê ar çêkirin, ji bo xwe parastinê û bicihbûnê malên biçûk û qlube çêkirin, dar ji bo xwe bikaranîn, heywan kedîkirin hemû asta pêşketine fikir dide diyarkirin. Ev hemû her yek ji wan bi serê xwe şoreşeke. Mirovê roja îro çiqasî perwerde dibîne jî nagihêje asta fikrê wan însanên berê.

Kevir bikaranîn û qewartin an jî yontma di wê demê de pêş ketiye. Mirovan ji bo parastina xwe û têrkirina xwe kevir çerx kirine. Mal çêkirine. Pêwîstiyên pêxwarinê çêkirine. Pêwîstiyên cotkirina axê çêkirine. Ji bo xwe peyker çêkirine. Ev hemû îcadê wê demê ne.

Rêbertî ji bo bidawîbûna civaka xwezayî hinek pirsan dike. Em van pirsan ji xwe bipirsin.

– Çima însanên dema Neolîtîk yên ku jiyan wead kiribûn, pir afirêner bûn, di rastiya xwe de wekhev û azadbûn sîstema xwe teslîmî çerxa koledaran kirin?

– Desthilatdar çawa derketin holê?

– Ma terzê kolekirina civakî şert bû?

– Azadî û wekhevîya civakî çîye?

– Pêşketin û paşketina civakan bi kîjan pîvanan tê nîşandan?

– Civakên xwedî dîroka herî kin, dîroka navîn û dîroka dirêj kîjanin? Civakên xwedî dîroka dirêj çima weke civakên hovane tên nîşandan?

Piştî damezrandina dewletên wek Sûmer, Babîl, Misir bi azadiya jinê re çandên gelan jî hatiye çewisandin, li bin maye. Çanda gel jî bi çewisandina xebatê dewletê, mîna nasnameya jinê li bin maye, xwe bi awayeke azad nikaribûye li ser piyan bihêle. Têkoşîna azadiya jinê, wê bi hêle ku çanda gel jî eşkere bibe. Hem jin hem jî gel di nav çerxa Neolîtîk  de asê maye. Ne tenê pêşveçûna jinê, pêşveçûna gelan jî ji wê çerxê û pê ve zêde pêş neketiye. Ji ber vê yekê azadiya jinê, ji Şoreşa Neolîtîk û pê de, di encama tê nirxandin.

Her çiqasî bi awayeke eşkere nehatibe gotin jî di dema civaka xwezayî de jin nêzî taybetmendiyên zanatî an jî BÎLGETÎ yê ne.

Rêbertî dibêje di dema me de bi navê dayiktî û bavtiyê perwerdeya ji bo jinan tê dayîn gelek lewaz û kême. Di rastiya xwe de heger di dema Zîgûratan de ew asta perwerdeya jinan bi awayeke xerab nehatana bikaranîn û di wê sewiya bi şeref de mabûna wê jin hîn bi awayeke tendurustî zane bibûna. Ji ber ku mezinkirin û perwerdekirina jinan hostatî û maddiyatê dixwaze. Jinan di wê demê de weke enstutuyên niha perwerde dîtine. Hedefa wan jinan di destpêkê de ne bi armanca mêr û zilam ditînê ne. Bi armanca rêveberî û polîtîkayê hatine perwerdekirin. Lê belê îstîsmar û zilma zîhniyeta zilam vê asta perwerdê bi awayê xerab bikar tîne û rewşa jinê bi vê rastiyê ve girêdayî tê guhertin.

Di dema civaka xwezayî de pêşketina mîmariyê, gîhandinê, zanistê, hûnerî, baweriyê, dîtina heywanên kedîkirinê, fêkiyan, gihayên xwarinê, çêkirina cil û bergan, çêkirina firaqên xwarinê, destar, erka rêveberiyê, erka parastinê, taybetmendiya diyarî dayîne, çêkirina amûrên çandiniyê hatine pêşxistin. Wek pîvanên çanda manewî di têkiliyên civakî de heskirin, rêzdarî, hevdû parastin, bi hevdûre alîkarbûn, cîrantiya baş bûne bingehên ehlaqê civakî. Asta zihnîyeta civakî bi van taybetmendiyan hîn baştir pêş ketiye.

Zimanê Civaka Xwezayî

Di dema civaka xwezayî de zimanê ravekirina heqîqeta civakî zimanê mîtolojîke. Mîtolojî bi xwe çîrok û efsaneyên wê demê biziman dike. Piraniya mîtolojiyan bi devkî tên gotin û heya roja me hatine. Lê di dema sûmeran de bi veguhertinên cewherê van efsaneyan hatine nivîsandin. Rêbazê zanista dîroka civaka xwezayî mîtolojîne û rêbazeke gelek dewlemende. Terzê jiyana civaka xwezayî em ji vê rêbazê mitolojik fêr dibin.

Etîmolojiya Têgehên Mirovahiya Esîl

TÊGEHA ARYEN: bi zimanê Sanskrîtî tê wateya YÊN ESÎL-YÊN BI ŞEREF. Peyv bixwe weke ARYA tê bizimankirin. Di zimanê Îngîlîzî de ARYA ye. Di zimanê AVESTA yê de AÎRYA ye. Di zimanê Persan yê berê de ARÎYA ye. Di zimanê Frensî de ARÎENNE ye. Bi awayeke giştî ji bo gelê ku hêjayî rêzdariyê ne, yên bi şeref, kesên ku di welatê ARYAVARTA de jiyan dikin, yên esîl, ji nijadên hêja zayîne, yên bi aqil, bêqusûr re hatiye gotin.

Li gor hinek lêkolînan: ARYEN Navê çanda çandiniyê ya serdema Neolîtîk ê berî niha di navbera 12- 4 hezaran salan de jiyan kiriye ye. Peyva AR ji bo gir, ax, erd, xak, şeref, namusê hatiye gotin. Peyva YEN di zimanê MEDÎ de di wateya xwedîtiyê an jî aîdîyetê de ye. Her wiha bi awayê yekgirtî ARYEN tê wateya kesên xwedî bi şeref û namus.

Di paraznameyên Rêbertî de wiha hatiye gotin: PEYVA ARÎ ji bo gelê Mezopotamya yê yên ku xwedî keda çandiniyê hatiye bikaranîn.

Ji Grubên ARYEN yên xwedî zimanê wekhevin re Rêbertî dibêje komên OTANTÎK.

Peyva OTANTÎK tê wateya komên resen, orijînal, heqîqî, dirist, rast, ne sextet. Ev kom Kurd, Fars, Efgan, Belûcî ne. Şoreşa Neolîtîk ê bi vê zimanê ARYENÎ heya roja me hatiye.

KOMÊN ETNÎK:Navê formê civakî yê wê demê KOMÊN ETNÎK in. Komên etnîk piştre li hemberî sîstemên koletiyê û dij mirovahiyê hertim li berxwe dane. Berî zayînê di 10 hezar salan de komên mirovan bi awayê komên etnîk hatine binavkirin.

FORM: di wateya şêwe, terz, bîçîm, qalib, teşe de ye. Peyv wek rêgeza avaker ya berpirsiyariya hebûnê tê bikaranîn. Ev rêgeza avaker hem di aliyê maddî hem jî di aliyê manewî de tê pêşxistin.

Wateya peyva ANÎMÎZM giyanewerî, candarî, zindîtî, ruhbertî ye.

XELAT AN JÎ DIYARÎ: peyva xelat di zaravayê dimilî û hewramî de tê wateya dexlê. Yanî tê wateya berhemên genim, ceh, nok, nîskan. Encamên çandiniya salane ya ji bo qutê salê bi navê dexlê tê binavkirin. Berî dema bazirganiya di navbera civakan de bi taybet di dema civaka neolîtîk de endamên civakî pêwîstiyên xwe bi hevdûre diguherandin. Ji bo van bihevguhertinan dexl hatiye gotin û ev dayîn-standin pîroz hatiye dîtin. Cihên van bihevguhertinan jî bi taybet perestgeh an jî tapinakin. Peyva DEXL ji  wê demê tê. XELAT weke berdewamiya vê peyvê pêş dikeve. Ji bo salên ku birçîbûnê zêde dibe û qutê salê kêm dibe peyva XELA tê bikaranîn. Mirov dibîne ku peyv nêzî hevdûne û çalekiyên xwe têr kirinê bi awayeke hevpar tê pêşxistin.

Ji bo dema Neolîtîk dema kevirê cîlakirî jî tê gotin. Di vê demê de bi taybet çandinî hatiye kirin. Cihê ku çandinî pêşdikeve tê vê wateyê ku êdî komên mirovan yên biçûk ne goçberin. Li erdên bi bereket çandiniyê dikin, ji bo xwe gundên biçûk ava dikin. Her wiha ji bo civaka Neolîtîk civaka xwedî gund jî dikare were gotin. Bi kedîkirina heywanan, bi çêkirina gundan, bi şivantiyê, bi dîtina fêkiyan û çêkirina dermanên ji bo nexweşiyan şoreşa gundan pêş dikeve.

Şoreşa gund û çandiniyê piranî li ber Çemê Koteber ya Erxaniya Amedê, li Çemê Xelana Semsûrê, li Newala Çorê ya Sêweregê pêş ketiye. Li van deran gelek gir hene. Di bin van giran de ev bermahiyên dîrokê heya niha hene. Ji bo van GIR a di demê berê de GOND hatiye gotin. Ev nav heya niha jî bi navê GUND tê bikaranîn. Ev nav bi zimanê Luwiyan tê wateya memlekete cihê bilind. Luwî jî gelê kevin yên vê herêmê ne. Hemû gelên vir bi zimanê Aryenî di axifin. Bi zimanê aryenî ji bo gelê ku li ser van giran jiyan kirine re gotine GONDWANA. Piştre weke KURDÎAN û KURDÎSTAN ev herêm hatiye binavkirin.

Li başûrê Silêmanî di Şikefta HEZARMÊRD de bermahiyên hestiyên mirovan yên berî 40 hezar salan hatine dîtin. Di vê derê de hestiyên heywanan jî hatine dîtin.

Li herêma Mêrgesorê li şikefta Şanîdar de ev bermahî hatine dîtin. Di vê şikefta Şanîdar de bermahiyên hestiyên mirovan yên berî zayînê 60 hezar salan hatine dîtin. Di sala 1960 an de evder hatiye lêkolînkirin û ev bermahî hatine dîtin. Ev der di heman demê de dibe Herêma Bradostan. Herêma Brados li ser sînorê bakur û başûrê Kurdîstanê ye. Di vê şikeftê de 9 hestî hatine dîtin.  Ji van hestiyan 5 yên zilamane. 2 jiwan hestiyên jinane. 2 ji wan jî hestiyên zarokane. Di van hestiyan de derbê şikandinê diyar dibin. Lê dema hin xwediyê van hestiyan saxin bi dermanan hatine cebirandin. Di nava giya de ew hestiyên şikestî cardin hatine cebirandin. Ev jî zanebenek tendurustiyê ya kûr dide diyarkirin. Ev jî tê vê wateyê ku di wê demê de mirovan giya ji bo dermankirin an jî şifakirinê bikar anîne.

Li Çemê Rêzan ya geliyê Bradostan di şikefta ZERZÎ de bermahiyên mirovan yên berî zayînê 25 hezar salan hatine dîtin. Di heman demê de hestiyên heywanên ku hatine kedîkirin hatine dîtin.

Gundê Çêrmo nêzî Çemçemalê xwedî dîroka 9 hezar salaye. Çemçemal girêdayî Kerkûk e. Ev herêm xwedî erdeke raste. 20 mal li vir hatine dîtin.

Li Mûsûlê Gundê HESSÛNÊ  xwedî dîroka 7 hezar salaye.

Li Lûbnanê jî di şikefta CIHÊT de hestiyên mirovên wê demê hatine dîtin.

Li Sêweregê Newala Çorî, li Meletiyê GIRÊCAFER  bermahiyên hestiyên însana yên  berî niha 11 -10 hezaran salan hatine dîtin.

Li nêzî SAMARRA yê Gûndê Sêwan xwedî dîroka 8 hezarl salaye.  Samarra di navbera Kurdîstanê û Iraqê de ye.

Li Kirmanşahê gundê binavê GENCDARAN xwedî dîroka 8 hezar salaye.

Di dema dawî de hin peykerên Neolîtîkê li Helebçe hatine dîtin. Li gundê Bekrewa (vekirî) bermahiyên dîrokî yên berî niha 5 hezar salan hatine dîtin. Mînak peykerê Îştar li Hewlêr hatine dîtin. Li bakurê Kurdîstanê Mêrdîn, Ruha, Amed, Botan li rojavayê Kurdîstanê li hemû herêma Cizîrê ev berhem hatine dîtin. Li rojhilatê Kurdîstanê li Êlam, Kirmanşah, nêzî Sinê heya niha jî eserên wan deman tên dîtin.

Her wiha dema em behsa civaka Neolîtîk  bikin em behsa dîroka xwe ya demdirêj ya KURD û Kurdîstanê dikin.

Xwe gîhandina asta hebûnê tê wateya ku însanê bi îrade tê avakirin.

Di dema şoreşa Neolîtîk de hêviya jiyana azad û xwezayî tê jiyankirin. Dostaniya bi xwezayê re weke taybetmendiya bingehîne. Hêza xwedayî ya bi tirs tine ye. Hestên dayiktiyê yên bihêz jiyan dibin. Wekheviya di navbera xweza û zindiyên din de dide diyarkirin ku di navbera jin û zilam de jî cûdabûneke pir tûnd nîne. Ziman wekhev tê bikaranîn. Gelek peyv û gotinên di wê demê de hatibûn bikaranîn heya roja me ya îro jî hene û bi navê zimanê kurdî em jî wan gotinan bi kar tînin. Heta ji ber ku ev zimanê herî kevne di gelek zimanên biyanî de jî peyvên kurdî hene. Berhemên salê bi hevre tên bikaranîn û tên parvekirin. Maden tên keşifkirin û ji bo parastinê tên bikaranîn.

Baweriya civaka Neolîtîk ANÎMÎST e. Yanî hest û fikrê baweriyê li gor zindîtiya xwezayê û parvekirina bi hemû hebûnên xwezayê re pêş dikeve. Anîmîzm fikra zindîtî an jî fikra wekheviya hemû zindiya ye. Ev terzê fikir bûye bingeh ku hemû hebûn weke însan bi hest û fikir werin dîtin. Ev weke fikrê baweriya destpêkê pêş dikeve.  Di pêşketina komên civakî de ev taybetmendiyên zinditiyê weke perwerdeya civakî ya yekemin were gotin. Perwerdeya xwe li gor zindîbûna van hebûnên derdora xwe pêş xistin. An jî xwe bi wan re perwerde kirine. Bi şopandina heywanan xwe perwerde kirine. Ew pîroz dîtine. Ji bo xwe weke endamên civakî dîtine û ew nekuştine. Dar û av jî pîroz dîtine. Kevir ji bo xwe pir pîroz kirine, li ser tirba miriyên xwe kevirên mezin danîne. Têkiliya wan bi xwezayê re bi berheme. Rêbertî ji bo vê têkiliya bi berhem dibêje têkiliya Optîmal. Û rêber apo dibêje heger ev civak û perwerdeya wan ya bi xwezayê re nebûna em jî pêş nediketin. Hestên civakî yên manewî bi vê baweriyê hatine birêxistin kirin û hatine binavkirin. Gelek ji wan hestan bi navê totem tabu hatine binavkirin. Her çiqasî mirovên wê demê ji bo xwe tiştên pîroz kirine ji wan re gotibin totem jî di rastiya xwe de ew bi xwe hest û fikrê însan yê manewî ne û hatiye terbîyekirin.

NÎNHÛRSAG NÎN di wateya xwedavend de ye. HÛR peyva sûmerî ya cihê bilind an jî çiyayê bilinde. SAG di wateya parçe an jî beş de ye. Yanî navê NÎNHÛRSAG tê wateya xwedavenda herêmên çiyayê bilind.

ÎŞTAR jî tê wateya xwedavenda STÊRK. Mirovan stêrk ji xwe weke xweda dîtine, ew zindî hîs kirine û navê xwedavenda xwe kirine stêrk. Ev nav bi zimanê Akadiye.

Di dema şoreşa Neolîtîk  de bi sedan ziman pêşketine. Hemû koka peyvên xwe ji dema Neolîtîk ê digirin. Bi giştî ji bo pêşketina zimanên wê demê ZIMANÊ HÎND-EWRÛPA tê gotin.

Di demên herî bi bereket û sazbûna civaka neolîtîk de civaka xwezayî neçar maye ku hertim li hember çîna serdest liberxwe bide. Berhevên civaka komînal ya maddî û manewî dema dikevin bin tehlûkeya çîna serdest û dest Vediguherin êdî berxwedana civaka komînal destpêdike. Di ehlaqê civakî de jî du alîbûn destpêdike. Aliyê baweriya xwezayî derbasî qalibên olî yên hişk dibe. Li hemberî vê veguhertinê baweriya çanda dayiktî ya pirxwedayî li berxwe dide.

Di civaka xwezayî de berhevên zêde ji bo xwe bikaranîn weke xerabiya civakî tê ditîn.  Her wiha parvekirin bingehe û Rêbertî bal dikişîne ser peyva CAMÊRÎ yê. Li hemberî mulkiyeta taybet parvekirin pîvaneke camêrî an jî merdiyê ye.

Li hemberî desthilatiya dijwar asta xwe parastinê tê warê ku xwe di çiyayên bilind, di keviyên zinaran, di şikeftên gelek kürde bi parêzin. Ev rewş hiştiye ku bi demê re ji qlanbûnê derbasî qebîle û eşîretan bibin. Rêbertî ji bo vê demê dibêje “ev meşa ku azweriya azadiyê têde xurte dibe meşa herî dirêj ya xwe parastinê”. Di vir de em dibînin ku eşîrbûn ne asteke hîyerarşîyê ye. Asta xwe parastinê û berxwedanê ye.

Pêvajoya bicihbûnê dema asta gund derbas dike û pêvajoya bajarbûnê dijî êdî otorîteya mayînde jî zelal dibe. Berî vê tê zanîn ku otorîteya xwezayî ya dayikê derbasdare.

ÇANDA TEL XALAF berî zayinê di navbera 6000-4000 salan de jiyan bûye. Sazbûna dema Neolîtîk e. Teknîkên çandiniyê û taybetmendiyên ehlaqî yên civakî, asta xwe parastina civakî rê li ber jiyaneke civakî ya pêşketî vekiriye. Ji bo vê weke çanda tel xalaf hatiye binavkirin. Di vê demê de berhemên zêde û dîtinên xwedavenda jin bi navê 104 ME yan hatine binavkirin. Ev 104 ME yên jin navê pêşketinên civakî ne. Navê pîvanên ehlaqî, pîvanên erka rêveberî, rojên taybet, berhemên hûnerî, heywanên hatine kedîkirin, pîvanên têkiliyên civakî, rojên taybet û rîtuelên hatine pêkanînê ne. Ev pîvan weke taybetmendiyên zanista dema dayika xwedavendin. Di heman demê de taybetmendiyên baweriya dayika xwedavendin. Me berî niha jî gotibû olê wê demê ol an jî baweriya dayikê ye. Bi totem û tabuyan diyar dibe. Navê baweriya wê demê ANÎMÎZM e. Ev jî wek pîvan di 104 ME yên dayika xwedavend de hatine rêzkirin. Di navbera Enkî yê qurnaz û xwedavenda Înanna de şerê ji bo van ME yên ku ji aliyê Enkîyê qurnaz ve hatine dizîn jiyan dibe. Rêbertî pir zêde balê dikişîne ser vê tekoşîna di navbera xwedavenda jin û zilam de.

Li gor nihek lêkolînên pirtûkên dîrokî û diyardeyên berbiçav hinek ji van ME yan hatine keşifkirin. Lê belê em dizanin ku ev ME di dema sûmeran de û bi taybet di tabletên sûmeran de hatine keşifkirin. Ev jî tê vê wateyê ku ev ME dest guhertine. Yanî naveroka wan bi rêya dizî û kedxwariyê hatiye veguhertin. Di wate û naveroka van ME yan de guhertinên berbiçav hene. li dijberî çanda jinê, jinûve avakirina çanda desthilatdariya zilam û peyvên li gor vê çandê hatine bicihkirin. Lê cardin weke bermahiyeke dîrokî hinek ME yên hatine dîtin werin parvekirin wê baş be.

Bi taybet di van meyan de DUALÎTÎ an jî rêbaza dîyalektîk pir zêde bal dikişîne. Çawa ku di felsefeya rojhilata navîn de rêbaza dîyalektîk ya başî-xerabî, ronahî-tarîtî, tundî- aştî heye di nava van meyan de jî ev herdû alî bi baldarî tên dîtin. Gelo di dema civaka xwezayî de ev herdû aliyên felsefî yên jiyanê weke zanîn derbasî peyva bûne û ferqa wan derketiye holê? Mirov ji bo vê pirsê dikare bi awayeke berfireh lêkolînên xwe berdewam bike.

HINEK JI 104 ME YAN

1-            Rastî

2-            Daketina welatê miriyan

3-            Derketina ji welatê miriyan

4-            KURGARRA navê qanûnên dema sûmeran yên xwedayî.

5-            Kêr û xencer.

6-            Sagursak sag xwedavend sa bilind.

7-            Cilên reş.

8-            Cilên soreyî.

9-            Porberdena ser sukra xwe.

10-         Por komkirina ser sukra xwe.

11-         Ala leşkerî

12-         Hem bayê hênik yên danê sibehê hem jî torbê tîr kevana.

13-         Hunera gotinên xweşik.

14-         Hunera îftîrakirinê.

15-         Hunera gotinên xemilî.

16-         Hunera jintiya rehîbe.

17-         Meyxaneya pîroz.

18-         Nigingar qada pîroz ya jinan.

19-         Pîrozî .

20-         Evîndariya AN.

21-         Dengvedana amûrên muzîkê.

22-         Hunera helbestan.

23-         Pîrbûn an jî bi temenbûn.

24-         Qehremantî an jî lehengî.

25-         Hunera xwe qedirkirinê an jî XWEBÛNÊ.

26-         Hunera diristiyê.

27-         Hunera dirûtiyê.

28-         Talankirina bajaran.

29-         Hunera lorîkan.

30-         Kêfxweşiya dil.

31-         Hîle.

32-         Welatê asê.

33-         Hunera başbûnê.

34-         Rêwîtî.

35-         Cihê rûniştina bi ewle.

36-         Zenaata marangoziyê.

37-         Zenaata karkeriya nêrînan.

38-         Hunera xweşnivîsandinê.

39-         Zenaata hesinkariyê.

40-         Hunera karkeriya çerm.

41-         Hunera tevdana nermahiyan.

42-         Zenaata dîwar çêkirinê.

43-         Hunera karkeriya qamişan.

44-         Guhê baş têdigihêje.

45-         Hêza baldariyê.

46-         Merasîmên paqijiya pîroz.

47-         Pênûsa têrkirinê.

48-         Koma komûra germ.

49-         Gova heywanan.

50-         Tirs.

51-         Matmayîn.

52-         Bêhêvîtî.

53-         Diran tujî.

54-         Pêxistina agir.

55-         Tefandina agir.

56-         Milê westayî.

57-         Dev.

58-         Malbata bihevre hatiye girêdan.

59-         Bi zarokbûyîn.

60-         Gûrkirina nakokiyan.

61-         Kêfxweşiya serkeftinê.

62-         Şîret kirin.

63-         Aramkirina dil.

64-         Biryar dayîn.

65-         Xebitandina bedena mirov.

66-         Pîrozkirina bedena mirov.

67-         Hunera leza zêde.

Bi taybet amûr û hûnera bajar çêkirinê di van meyan de bal dikişîne. Ev huner di dema Xwedavend Înanna de bi navê Bajarê URUK derdikeve pêş.

Ji aliyê jin ve cara yekem bi navê URUK bajarê jinan ava dibe. Ev bajarên ÎNANNA yê ye. Weke Rêbertî dibêje rahîbeyên jin yên wê demê ji bo vê çanda xwe ya civakî perestgehan an jî TAPINAK an ava dikin. Di her bajarî de rahîbeyên jin yên ku parastina van bajaran dikin hene. Ev bajar berî niha di navbera 3800-3000 de pêş dikeve. Di gelek çavkaniyan de weke bajarên Gilgamêş tê diyarkirin. Ev bajarên binavê URUK di roja me de binavê IRAQ hîn hebûna xwe di parêze.

Di nava sazî û dezgehên zîgûratan de beşên dirûnxane, şarabxane, depokirina erzaqan, çêkirina malan û perestgehan, pêşxistina plansaziyên aborî, qenalê avdana bexçeyan, komkirina beşên civakî û bihevre baweriya xwe pêk anîn, pêşxistina salname û veqetîna danên rojê, demsal, mehan ji aliyê jinan ve hatine binavkirin û gotin. Bi qasî hezar salên destpêkê bi taybetî ev kar hemû ji aliyê jinan ve tên pêşxistin. Di destpêkê de jinên rahîbe di dema Sûmeran de bi bandorin. Heta Rêbertî ji bo demên destpêkê ya pêvajoya sûmeran dibêje Sûmer pêvajoya jinaye.

Çanda desthilat ya bi çanda maddî, manevî ve girêdayî ku pêşdikeve, dibe sedem ku di nav civaka xwezayî an jî çanda dayika xwedavend de pirsgirêk derbikevin û kûr bibin. Heta digihêje asta ku xitimandinê jiyan bike. Di navbera enerjî û madde de têkiliya kuantumî ya ku heye derbasî pêvajoyeke din dibe. Di vê demê de çanda dayika xwedavend bi pêşketina çanda nêçîrvanî, bi zêdebûna bajarbûnê, bi komkirina  berhemên zêde ji aliyê rahîban ve bi destguhertina erka rêveberîyê lewaz dibe. Bazirganî weke rêbaz tê bikaranîn. Ew çanda dayika xwedavend ku bi rêbazên keçdayînê têkiliyên civakî bi awayî dostanî baştir dibû di vê destguhertina rêveberiyê de jin bixwe weke amûra bazirganiyê tê bikaranîn. Êdî jin dibe weke amûra seknandina şerê di navbera zilaman de, lihevhatina dijminahiya di navbera zilaman de. Ev rewş derveyî vîna jinan pêş dikeve. Her wiha tîcaret an jî bazirganiya jinan çêdibe.

Hêza çanda dayiktî di şexsê jin de tê binpêkirin lê belê weke çanda bîrdozî hebûna xwe bi awayeke kêm jî be berdewam kiriye. Bi hinek taybetmendiyên bingehîn heya niha jî hebûna xwe parastîye. Ev bi awayeke du xetên dîrokî jiyan dibin. Weke bêrêzî û birêzî an jî rêzdarî. Mînak ev herdû aliyên taybetmendiyên mirovan weke du taybetmendiyên dijberîn. Yek dijminahiyê pêş dixe yek dostanî û hevparîyê destnîşan dike. Bi taybet aliyê baş aliyê wan taybetmendiyên civaka xwezayî ya çanda dayika xwedavende. Ev mînakek bû. Hinek taybetmendiyên din jî wihane. Hestên dayiktîyê yên bêberjewendî, heskirin, xwuşktî, biratî, piştgiriya bê berjewendî, başî, bi ehlaqbûyîn, hevdû û civak-xweza pîroz dîtin, lêgerên jiyana azad, bi dîrok û pîroziyên xwe re girêdan, hebûna xwe parastin, ji nirxên civakî re rêzdarî nîşandan weke taybetmendiyên civaka xwezayî xwe berdewam dikin. Ev weke nirxên maddî û manevî hebûna xwe bi rêya civaka xwezayî di parêzin. Li dijbera van weke taybetmendiyên dijber jî şer, tundî, derew, dizî, dijminahî, xapandin, hişkî, entrika û fêlbazî, talan, dîl girtin, tinekirina çandî, civakî, fîzîkî, evdîtî, bêwefatî, gaspkirin, bêwîjdanî, perestî, tecawûz, cînsîyetperestî, olperestî, nijadperestî, mîlkiyetperestî, bêkarî, berjewenedî, cehalet, feqîrî, kolekirin weke gotinên dijber mirov dikare bibîne.

Bi binxistina çanda maddî û manevî ya civaka xwezayî ji van gotinan jî tê famkirin. Bi avakirina peyvên xwezayî tê temamkirin.

Dema civaka bê dewlet ji dema civaka bi dewlet zêdetire.

Di nava civaka Kurdîstanê de bi taybet di kesayeta jina kurd de taybetmendî û şopên dema Neolîtîk bi zêdehî hene. Xwedî taybetmendiyên berxwedêrin. Lê belê rastî îxaneta serdeman hatiye. Qehra hemû demên şaristaniya serdest dikişîne.

Ji bo vê divê cîhana jinê were rizgarkirin. Jin bikaribe zekaya xwe ya analitik û hestiyar bi hevdûre bixebitîne. Jin bikaribe rêbazên lêkolînê yên mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê cardin di ber çavan re derbas bike bi zekaya jintî û bi vîna azad jinûve şîrove bike.

Pêwîstiya civaka Rojhilata Navîn bi şoreşa gund-çandiniyê ya duyemîn heye. Her wiha pêwîstiya civaka Rojhilata  Navîn  bi Şoreşa Jinê ya duyemîn heye. Dayiksalarî bixwe şoreşa Neolîtîk  her wiha şoreşa jinê ye.

Civaka xwezayî di heman demê de civaka ekolojik-ekonomîke. Civaka demokratîk-sosyalîste. Civaka ehlaqî-polîtîke. Ev hersê lingên bingehîn yên modernîteya demokratîk di dema civaka xwezayî de jiyan bûne û em niha di pêvajoya jinûve avakirina wan bingehan de ne. Ji ber bi van sêaliyên çavkaniyên civakî weke antîteza sîstema desthilat sîstema modernîteya demokratîk dikare were pêşxistin.

Di pêvajoya şoreşa nû de erka zilam ya bingehîn bi jin û jiyanê re jinûve hevdû dîtine. Di têkilî û hevdû naskirinê de ev ji bo zilam dibe gava xwe dana naskirina bi jinê re. Di vê hevdîtina dîrokî de zilam li gor xwezaya xwe û hestên xwe yên civakî dema jin û jiyanê nas bike û ji bo xwe bike destpêka şoreşê ya nû dikare bibe hebûneke binirx ya civakî. Di kesayeta zilam de heya niha weke taybetmendiya bingehîn ku kêm maye, sebra naskirina jiyanê, xweragirtina naskirina rastiya jinê, pejirandina vîna jin, daketina çavkaniya pirsgirêkan û bi bêhna fireh, bi zanebûn tahlîlkirine. Her ku ji bo zilam qerekterê hişk, seranser, ji hestên nazik û narîn bêpar hatiye gotin û nirxandin weke ku zilamtî jî êdî ev qerektera ecibandiye û xwe bi van taybetmendiyên nexweşikre girêdaye. Di kesayeta zilam de qehremaniya ku ev derbaskiriye di rastiya xwe de hestên dayiktî yên bingehîn jî zelal kirine. Gelek qehremanên me bi qasî hestên dayikan yên bêberjewendî destnîşankirine û bi girêdana xwe ya gel, Rêbertî, jinê re girêdayî ev hestên xwe bi çalakiyên xwe biziman kirine. Di nameya rêheval ZINAR de ev hest bi awayeke baldar û bi awayeke net diyar dibin.

Çavkanî

5 Paraznameyên Manîfestoya Cıvaka Demokratîk

Ferhenga Etîmolojıyê Ya Remezan Çeper

Lêkolînên Vîkîpedîa

Ferhenga Babîlîon

 

Back to top button