ArşîvÇalakî

Rêze semîner li Kantona Kobanê bi boneya 25’ê mijdarê roja cîhanî ya tundiyê li ser jinan

Kongra star rêzesamîner li Kantona Kobanê, bi aramanca şîrovekirin û danasîna wateya tund û tûjî da.

bi nêzikbûna 25′ ê mijdarê re gelek semîner îro sêşem 15/11/2022’an, li kantona kobanê hatin dayîn,  Semînerek li taxa şehîd Moro ya kantona kobanê, semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir û piştre ji aliyê Hevseroka Meclisa Edaletê Rewşen Haşim hate xwedin û şirovekirin Rewşen, Ji  wan re da naskirin ku heta jin neyê azad kirin civak bi tevahî azad nabe û di dawiya semînerêde jî gelek nêrînên jinan hatin girtin. Û di heman demê de li navçeyên bajarê kobanê jî Îroj Semînerk ji bûna tundiya li ser jinê li  gundê minazê hat dayîn, Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir û pitre ji aliyê endama kongra star Silava Omer  ve semîner  hate xwendin, û Endama mala jin şîlan musa şirove kirin.

Û her wiha  li navçeya eyn eynîsa li navenda perwerdê semînerek ji jin û mêrên navçeya eyn îsa re hat dayîn, semîner bi tevlîbûna 74 kesî bû ,Semîner bi deqeyek rêz girtin dest pêkir û piştre ji aliyê Rêverberiya kongra star ya navçeyê hate xwendin û Piştî xwedina semînerê ji aliyê Rêverberiya komîta  perwerdê Mizgîn kobû semîner hate şirovekirin û mizgînê tekez kir ku ger wekhevî dinavbera jin û zilaman de hebê heta ku ew mala bi awayekî rast jiyan bike,.û li navçeya Qineyê jî Semînerek ji aliyê Kongra star ya navçeyê û KPC ji mamosteyên navçeya qineyê re  hate dayîn, semîner  bi tevlîbûna 83 mamosteyan li dibistana navçeya qineyê  hate dayîn semîner bi deqeyek rêzgirtin destpêbû û piştre ji aliyê Mamoste Ronîda Elî ve hate xwendin û ji aliyê Rêverbera Kongra star ya navçeya qineyê hate şiroverkirin.

Semîner bi qêrîna duruşma ‘jin, jıyan, azadî’ bi dawî bû

 

Back to top button