ArşîvÇalakî

Derbarê Roja cîhanê ya tekoşîna li dijî tundiya li ser jin Rêzesemîner li kantona Kobanê

Îro Kongra Stra ya Kantona Kobanê çendîn semîer di derbarê mijara tundiya li ser jinan da

Ev semînera ku hat dayîn bi dehan mamoste telî bûn, beriya ku semîner dest pê bike deqeyeke rêzgirtin ji bo bibîr anîna şehîdên şoreşên rawestiyan, pişt re semîner ji aliyê endama kordînasyona kongra star ya herema firatê Mizgîn xelîl ve hat dayîn, got: piştî  ku hêzeke desthilatdar çêdibe û dewlet têne avakirin û civakeke serwer çêdibê êdî rola jin, erka jin, perspektîfên jin ji hole radibe.

Jin dinava çar dîwaran de tê hiştin û tê kuştin ji bo wê dema ku em behsa tundiyê dikin em bibêjin tundî çi ye bi taybet  tundiya li ser jin Pêwîst dike ku em vegerin dîroka mirovahî û şaristaniyan, dîroka  pênc hezar sal dema ku zihiniyeta serwer zihniyeta mêr  û dewlet avadibe.’

Mizgîn di nava axaftina xwe de bal bir ser duruşma ku îsal ji bo roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jin û got:  ‘duruşma me ya îsal ‘li dijî hemî cureyên tundiya dewlet û zihiniyeta zilam ‘jin jiyan azadî’,  me xwastbi riya vê durşmê em bal bikişînin ser avabûna sîstema desthilatdar û zayendperest, ev  desthilatdariya li ser jin û li ser civakê hatiye meşandin wê demê tundiyê destpêkiriye,  ji xwe gelek cureyên tundiyê hene û gelek sedemê tundiyê jî hene mînak çima tundî sedemên xwe çine sedemên xwe ji ber her dem jinê biçûk û bê rol dibînin.’

Herwiha jî semîner li Navenda hêza cewherî ya bajarê kobanê ji aliyê rêverberiya kongra star ya herêma firatê Mizgîn Xelîl ji Zilamên Hêza cewherî re da, Berî ku Semîner dest pêbike deqeyeke rêzgirtin ji bîranîna rawestiyan, semîner ji aliyê endama kordînasyona kongra star Mizgîn Xelîl vehat dayîn.

Di eynî demê de, li navçeya sirînê ya girêdayî bajarê kobanê jî Semînerek ji mamosteyên Sirîn re hat dayîn, semîner  ji aliyê Rêverberiya  komîta perwedeyê Fatme El hesen û  û rêxistina sara ji aliyê Emel Eyûb ve hat dayîn,  di semînerê de Nêrînên mamosteya hate girtin û semîner bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Back to top button