ArşîvÇalakîNûçe

​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û Minbicê meşek ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê li dijî dewleta Îranê li dar xist.

Bi hezaran şêniyên herêma Firat û Minbicê li Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê kom bûn û beşdarî meşa piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serhildana wan li dijî dewleta Îranê de bûn. Beşdaran wêneyên Jîna Emîn ku sembola serhildanê ye hildan.

Beşdaran di meşê de diruşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Azadî ji rêber Ocalan re” berz kirin.

Piştî meş gihaşt Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Dûre endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Emîne Bekir axivî û pesna jina Îranê di şoreşa wan de da.

Emîne wiha got: “Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengtiya jinan serhildaneke pîroz e û têkoşîna rewa ya rêveçûna gel e. Em bawer in ku dê bi ser bikeve. Ji ber ger gel xwest azadiya xwe bi dest bixe, dê wergire. Jîna Emînî semboka her jineke azad e, ne tenê ji jinên Îranê re.”

Emîne wiha pê de çû: “Ev serdema azadiya jinê, serdema şikandina destpotiya zihniyeta baviksalarî ye. Îro jin li Mezopotamyayê serî li hember bendên koletiyê hildide. Ev jî hêviyekê dide me ku dê gel azadiya xwe bi dest bixe. Îro dîrok xwe sererast dike û gel ji bo azadiya xwe serî hildide.”

Back to top button