ÇalakîNûçe

Gelên herêma Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk rabûn, tekez kirin ku ‘hêza xwe ji şehîdên xwe digirin’

Bi bi dirûşma "Êrişên we nikarin berxwedana me bişikînin", bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan.

îro Dûşem 21,11,2022′ an de Gelê herêma firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêma firatê Xwepêşandanek girseyî ku bi hezaran şêniyên herêma firatê li qada jina azad kom bûn û ber bi qada şehîd Egît  meşiyan, Kesên ku tevlî meşê bibûn Alên Saziya malbatên şehîdan, kongra star, wêne rêbertî,Wêneyên şehîdên Komkujiya dêrikê, û wêneya şehîdê raghandina azad nûçegîhanê ajansa ANHA Îsam Ebdullah, ciwanên şoreşger rakiribûn, her weha  pankartek ku weha li ser hatbû nivîsandin ‘ÊRÎŞÊN WE NIKARIN BERXWEDANIYA ME BIŞKÎN E’ û bi qêrîna siloganên ‘şehîda namirin’, ‘berxwedan jiyane’,’Bijî serok Apo’,’bijî berxwedana kobanê’ ta gihiştin qada şehîd Egît.

Piştî ku şênî gihiştin Qada Şehîd Egît deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rawestiyan, piştre li ser navê Hevseroka saziya malbatên şehîdan Ayiş Efendî axaftin kir, wiha axaftina xwe dest pê kir’Herêma firatê û ji her gelê ku ji her derê hatiye piştgirya rojava piştgiriya gêrîla ,piştgiriya QSD bike,em wan silav dikin û  bejina xwe li hemberî şehîdan ditewînin û şifayê ji bîrîndaran re dixwazin hevalên hazir îro em li her derê  di nava çalakiyan de ne, li her derê berxwedan e’

Ayşe Efendî wiha got: ‘Dagirkerî hewl dide vîna me bişikîne. Tiştê duh rû daye her kes dizane. Ev ne cara yekemîn e ku komkujî pêk tîne û qanûnên mafên mirovan binpê dike.’

Ayşe wiha domand: ‘Em îro ji berê bi hêztir in, ji kesekî natirsin û pişta xwe nadin kesekî jî, hêza me gelê me ye, hêza me ji şehîdên me ye.’

Ayşe Efendî di dawiyê de got: ‘Em ê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk û hemû kesên hewl didin dest biavêjin vê xakê, geş bikin. Em ê li hember dagirkeriya Tirk heta dawiyê li ber xwe bidin.’

Xwepêşandan bi dirûşmên ‘Bimire faşîzma Tirk, serkeftin ji hêzên me re’ bi dawî bû.

Back to top button