ArşîvÇalakî

Bi hatina Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê çalakî û meş

Bi dirûşma "Li dijî her cure tundiya dewlet û zîhniyeta zilam, ''jin, jiyan, azadî", Kongra Star ya kantona Hesekê li navçeya El-Erîşa û Li navçeya Qinê ya Kantona Kobanê ji bo mêran meş li dar xist; bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê

Heskê

Îro Sêşemê 22/11/2022’an bi sedan şêniyên navçeya El-Erîşe bi beşdariya şêniyên taxên Şedadî û Merkeda bi boneya roja cîhanî li taxa El-Erîşa meşek li dar xistin. ji bo tekoşîna li dijî Şîdeta li ser Jin.

Endamên meclîsan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî meşê bûn û wêneyên şehîd Jîna Emînî, Jiyan Tolhadan, Dîyana Alo û şehîd Zûzan Zeydan hilgirtin û pankartên bi nivîsa “Jîna Keça Kurdistanê”, “Em hene, em xweza ne, em jin in “, “Li dijî her cure tundiyê berxwedaniya şoreşa jinê”, “Jîna jina azad e”, “Jin jiyan e. jinan nekujin”, “berxwedanî temînata azadiyê ye, na ji kuştina jinan re”,  êlekên “Ji tundiyê re na” li xwe kiribûn, alên Kongra Star û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hilgirtin.

Piştî gihiştin pêşiya navenda meclîsa navçeyê, rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk a taxa Şedadê  FAdil el ehmed axaftinek kir û di destpêkê de wiha got: “Di vê roja mezin de, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Em li ber xwe didin û ji tundiya li ser jinê re dibêjin na, jin rastî ji komplo, çewisandin û pêkanînên mêtînger hatiye û dixwazin jinên têkoşer û azad zerarê bidin wan vîna jinan bişkînin ev tişt jî di encama hin zîhniyetên desthilatdar û baviksalarî de  tên’.

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Îro me dît ku ev jina azad bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê çi dike. Îro jin bi hebûna xwe ya îro li her qadê berxweda, çi leşkerî, çi sivîl û çi siyasî, hewl didin karê xwe bi xwe bikin û bibin yên xwe. Ev jina têkoşer  tevî hemû komplo, zext û sûîqestên ku lê dihatin kirin, karîbû li ber xwe bide, armanca wan jî diyar bû şikandina îradeya wê lê dîsa jî xebatên xwe domandin.”

Di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hemû bi jinan re ne, ji ber ku ew jiyan in û çavkaniya jiyanê ne. Îro weke civaka mêran em li ber xwe didin û gotina xwe bi wêrekî dibêjin. bi jinan re, em bi îradeya jinê re ne, jin, jiyanê, azadiyê.”

Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Kobanê

Di heman çarçoveyê de Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Qınêya ya Kantona Kobanê meşek birêxistin kirin.

25’ê Mijdarê tundiya li ser jinê dîrokeke neteweyî ye ku li hemû cîhanê belav bûye.

Kongra Star li gel Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşa li dar xist; Meş ji ber navenda meclisa navçeya Qinê dest pê kir, bi meş ber bi stasyona Îsmaîl Ebdî ve bi hilgirtina alên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêber Apo û şehîdên azadiyê ve çûn.

Bi bilindikirina qêrîna dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” piştî gihiştina stasyona Îsmaîl Ebdî, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin rawestiyan, piştre rêvebera navçeyê a Kongra Star Sûad Şêx Demîr axivî. Di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û wiha dewam kir: “Weke ku tê zanîn şîdeta li ser jinê dîrokeke neteweyî ye û li çar aliyên cîhanê belav bûye. serdestiya zîhniyeta mêrane, her tim civakê bi çavekî  biçûk li jinê meyzekiriye.”

Û wê got, “Ji damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi pêşengiya şehîd Sakîna Cansiz, Bêrîtan û bi dehan kesên weke wan, li çiyayên azadiyê têdikoşin da ku îspat bikin ku jin ji bo bidestxistina azadiya xwe dikare li berxwe bide û têbikoşe.”

Têkildarî serhildana Rojhilat jî wiha got: “Wekî hûn jî dizanin piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi hinceta ku porê wê xuya dikir, gel li Rojhelat Kurdistanê rabû ser piyan.” .

Namûs di jinê de nayê dîtin, bila her kes bizane ku dema Erdoxan dest bi êrîşên li ser Kobanê kir, negot ku hedef jin û mêr in; Lê jinên Kobanî berovajî vê yekê îspat  û diyar kirin ku jin dikarin terorê têk bibin û li dijî dagirkeriyê rû bi rû bibin.”

Wê bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û wiha got: “Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, dewleta Tirk dest bi êrîşên hovane li Ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ji bo şikandina vîna jinan û rawestandina kampanyayên li dijî tundiyê.”

Di dawiyê de Sûad destnîşan kir ku “Bi berxwedana jina azad li dijî her cure şîdetê wê jin li hemû cîhanê bigihêjin azadî û pîvana bedewiyê.”

Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan û silavkirina têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel û Jinê bi dawî bû.

Back to top button