ArşîvÇalakî

li Şamê rêzecivîn, bi hatina roja 25ê Mijdarê

Kongra Star, Şam, bi boneya hatina Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya cîhanê, ku dikeve 25ê Mijdarê, li gelek taxên paytexta Sûriyê Şamê rêzecivîn li dar xist. Di civînê de hate gotin ku "sedema berdewamiya zext û zordariya li ser jinan, weke bersivek ji bo rêgirtina li azadiya jinê ji bindestiyê tê."

Kongra Star bi diruşma “Li dijî hemu cure tundiya dewletê û hişmendiya zilam” Jin, Jiyan, Azadî ” li gelek taxên bajarê Şamê yê paytexta Sûriyê rêzecivînan li dar dixe.

Li çend taxên paytexta Sûriyê Şamê, li taxa “Zor Ava, Wadî el-Meşareî- Rukun eddîn – Xirba” bi nêzîkbûna roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê, rêzecivîn hatin lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bi bîranîna şehîdan destpê kir.

Di civînê de li ser mijara “Tundî û axaftin li ser têkoşîna jinan a li hemberî neheqî û çewsandina ku li cîhanê li ser wan tê meşandin, ku bi têkoşîna her sê xwişkên Mîrabal ên li hemberî dîktatorê zalim “Truxîllo” dest pê kir. Hikûmeta faşîst a Domînîkî, ku bû sedema kuştina wan.”

Kuştina xwişkan agirê şoreşa jinê pêxist

li ser vê yekê jî  hat gotin, “ku bû sedema pêxistina çirûska şoreşa jinê û têkoşîna ku heta roja îro berdewam dike, weke qetilkirin û hedefgirtina jinên şoreşger ên Kurd” Sakîna Cansiz, Fîdan Doxan, Leyla Şaylemez, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef.” û gelek kesên din ên ku  li dijî desthilatdariyê dîktatorî û zîhniyeta mêrê serdest li ser jinê, rawestiyane heta ku gihan asta şehadetê ‘.

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “her weha Edalet, wekhevî û mafên jinan di hemû qadan de daxwaz kirin, ev yek ji her kesî re îsbat dike ku jin di civakê de xwedî deng û raman in û ev hikûmetên dîktator dê nikaribin li hemberî jinan bisekinin, lewma dikujin. ji bo rawestandina çirûska derketina şoreşa jinê.”

Hate diyarkirin ku ji tirsa rizgarbûna jinan ji zilma zihniyeta mêr, zext û zordariya li hember jinê hê jî didome.

Di dawiyê de krîz û pirsgirêkên ku jin di nava civakê de rû bi rû dimînin hatin nîqaşkirin û çareseriyên guncav hatin pêşniyarkirin.

Civîn bi qîrîna dirûşmeyên şoreşgerî  û daxwaza rizgariya ji koletî, mêtingerî û zîhniyeta mêr bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27