ArşîvÇalakîNûçe

Li bajarê Hesekê bi xwepêşandaneke girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin

Li bajarê Hasaka protestoyek  ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike hat lı darxıstın

Di bin dirûşma “Bi ruhê  Gelê şoreşgerî , em ê bigihîjin azadiya  ya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan”, Kongra Star li ser şermezarkirina tecrîdê ya ku li ser  Rêber Abdullah Ocalan hatî ferz kirin, protesto kir, û daxwaz kir ku ew tecrîdê bê şikandin û Rêbertî azad bibe.

Bi hezaran dilxwazên azadiya Rêbertî ji bajarê Hasaka û derûdora wê îro, Sêşem,12/20/2022, beşdarî protestoya li meydana Siryan, ku li taxa Nasra li bajarê Hasaka ye, kombûn، Di dema protestoyê de, xwepêşanderan pankartên ku li ser  “ev tecrîda li ser Rêber APO  ji bo tevahiya mirovahiyê tecrîd e”, ku ew bi Erebî û Kurdî hatib û nivîsandin “Bi ruhê şerê Gelê şoreşgerî , em ê bigihîjin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, “wêneyên Rêbertî hilgirtibûn jor .

Piştî ku deqeyek bêdengî li ser giyanên şehîdan sekinî, axaftinek ji hêla rêvebira Desteya jin a herêma cizîrê herwiha bi nave Kongra Star Evîn Paşo hat kirin, ku di axaftina xwe de wiha got “şoreşa Rojava ku berıya salan destpêkiriye li ser fikir û felsefeya Abdullah Ocalan Rêbertî wê bi vîn û hêzeke mezin bidome  “.

Herwiha bal kişand ser tecrîda girankirî a li ser Rêber Abdullah Ocalan li girava Imrali, ev tenê şikandina vîna gelê Kurd e، Ev iskence ne tenê li ser rêber e, lê belê li ser tevahî azadîxwaz û têkoşeran û hemî gelan e”.

“Heya ku em li ser hiş û felsefeya Rêberê ku em jê cesaret û  bêhna azadiyê digirin, ew ê nikaribin daxwaza me bişkînin، Van pratîkên neinsanî yên ku li dijî rêbert ji pêşîgirtina serdana parêzeran û malbata wî hatine kirin tenê ji bo zext û qelskirina gelê Kurd in”

gotina wê wiha domand, “Em ji dewleta dagirker a faşîst a Tirkiyê re dibêjin, li vî gelê ku îro li bajarê Hasaka sekinîn, binihêrin، Li pêşberî we mêr, jin û zarok in ku  soz û  peymana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re nû dikin û felsefe û ramana wî belav dikin, û em ê v ê hîn bêtir xurt bikin”.

Wê axaftina xwe bi bangewaziya rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Li dijî îşkenceyê, CPT bi dawî kir da ku bibîne ka çi niha diqewime û ku rêbertî ji mafên xwe yên herî bingehîn di zindana Imrali de bêpar maye, û got em ê bêdengiya we ji bîr nekin، Em ê qels nebin, çi dibe bila bibe û çi jî êrîş û kiryarên neisanî yên ku em pêre rû bi rû dimînin , dê dijmin me têk nebe heya ku serkeftin bi dest xwe bixe emê li berxwe bidin û têkoşîna xwe heya serkeftinê bidomînin “.

Ji hêla xwe ve, rêvebirê Partiya Yekîtiya Demokrat li navçeya şeddadê  axaftinek hat kirın ku dı axaftına xwe de  got ” Em vê tecrîda giran ku li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hemî welatan di derbarê pratîkên neisanî yên li dijî rêbertî  hatine kirin şermezar dikin”

îro, em, gelên Bakur û Rojhilata Sûriye, ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan demokrasî û azadiyê  em jiyan ,Em ê li ser doza xwe bêdeng nemînin û wê tenê ji azadiya fîzîkî ya rêbertî me razî bike”.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên ku berxwedana  Rêberê xwe silav dikin bi dawî bû.

 

Back to top button