ArşîvDaxuyanîNûçe

Em ê  duruşmeya  Jin Jiyan Azadî a ku  ji ramane  Rêber Abdullah Ocalan derketiye bikin Çekeke îdeolojîk û li dijîfaşîzmê rawestin

Kongra Star banga demokrasiyê  li raya giştî  ya navneteweyî û rêxistinên jın  û mafên mirovan dike:

bi mebesta şermezerkirina komkujiya li Parîsê ku di encamê de 3 kes bûn qurbanî û jiyana xwe ji dest dan  ku di vê êrîşê de hinek birîndar jî henin, îro 24ê/12/2022an Kongra Star a herêma Afrînê li Kantona Şehbayê ev sosret û komkujî bi daxuyaniyekê şermezarkirin.

Bi navê Kongra Star û Tevgera hîlala  Zêrîn a herêma Efrînê Bi nêzîkbûna salvegera  bi êş a hedefgirtina şehîdên azadiyê û her sê şehîdên aştiyê Sakîne, Fîdan û Leyla li paytexta Fransa ku doza demokrasî û parastina mafên mirovan dike, ku  destê xiyanetê gihîştiye wan. Bi alıkarıya  îstîxbarata Tirk û Fransiyan , ji ber ku îdeolojiya azadî, mirovahî û parastina mafên mirovan belav dikirin, ew bi êrîşeke bêbext şehîd xistin.

daxuyanî wiha domand, Navenda Çand û Huner a Kurd a li paytexta Fransa Parîsê, careke din bû hedefa terorîstên bi pêşdaraziyên nîjadperest ên li hemberî pirsgirêka Kurd. Li cihê ku êrîşkar û kesên li pişt wî êrîşek çekdarî pêk anîn û di encamê de 3 qurbanî  bi navê Amîne Kara, Mîr Perwer, Abdullah Qızıl/ jiyana xwe ji dest dan û hin kesên din jî birîndar bûn û rewşa wan gelek xirabe. Ev qetlîama ku gelê Kurd ku di encama şer û pevçûnên   ku  zedetirî40 Salî ne   li Rojhilata Navîn bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin kir hedef,   banga  şermezarkirina civaka navneteweyî û mafên mirovan  dike.  Dive Rêxistinên mirovahî erka xwe pêk bînin û çi berpirsyarî ji van êrîş û qetlîamên hovane re heye bike . Ji bo  gelê Kurd hesab ji kiryaran bipirsin,    û lêkolînên vê komkujiya hovane temam bikin û dosya wek doz neyê girtin. Cawa ku  şehadeta şehîd Sakîna û rêhevalên wê hate girtin.

d daxuyaniyê de îşaret bi hêza xwedavendiyê hat kirin û wiha hat gotin ,Em jî  hêza xwe ji xwedevend  û pêşengên  şoreşgerî yên tevgera azadiyê  ji Parîsê heta serhildana jîna Emînî li Rojhelat û Nagihan Akarsel li Başûr , Jiyan Tolhıldan li Rojava û heta çiyayên azad digrin. Em ê  duruşmeya  Jin Jiyan Azadî bikin Çekeke îdeolojîk a ku  ji ramane  Rêber Abdullah Ocalan derketiye û bi vê yekê em li dijî hemû rejîmên faşîst û dîktator ên ku li dijî çanda resen a Kurd şer dikin şer dikin.

daxuyanî bi van îfadeyan hat bi dawîkirin , Em bêdengiya navdewletî û cîhanî ya li hember siyaseta tunekirin û qirkirinê ya li dijî gelên tekoşer û daxwaza mafên xwe dikin  em   bi tundî şermezar dikin û li hember van hemû siyasetan dibin yek deng.

Back to top button