ArşîvDaxuyanîPerwerde

Meclisa perwedê ya jinan: bila UNESCO bi erkên xwe rabe

Meclisa perwerdê ya jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyê, destnîşan kir ku ji ber ambargoya li ser Şehba û Helebê mafê zarokan ê perwerdeyê ji destê wan hatiye girtin. Meclisê bêdengiya UNESCO rexne kir û xwest ku erka xwe bicîh bîne.

Meclisa Perwerdeyê ya Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyê têkildarî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye û bandora ambargoyê li qada perwerdekirinê daxuyaniyek da.

Daxuyanî  îro yekşem 25/12/2022an, bi amadebûna endamên meclisê li ber avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Herêma Cizîrê hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê  berdevka meclisê Bêrîvan Yûsif  hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin: ‘Dewletên dagirker bi polîtîkayên ambargo danîna li ser gelan, ji bo desteserkirina civakê wek rêbazek teslîmgirtinê bi kar tîne. Ev nêzî 2 mehên ku ji alîyê Hûkûmeta Surîye vê ambargoya lî ser gelême yê Şehba û Helebê didome ji van polîtîkayên dewletên qirker û dagirker ne qute. Qutkirina derfetên jîyanî ên wek (mazot, derman, ard her wiha pêdîvîyên jîyanî ên rojane) a lî ser gelê me yê koçber bûyî derveyî ehleqê  mirovahîyê ye. Bê guman ev 5 sale sekna geleme ye Şehba û Helebe dijîn cîhe şehnaziyê ye, lê rixmî hemû êrîşan û şert û mercên zor û zehmet bi hêz û îradeya xwe di nav hewîldana afirandin û domandina  jiyana xwe de ne. lê belê ger di nava kampên koçberîye de kalek ji bo zarokên xwe ji sermayê biparêzi û germ bike cile xwe dişawitîne, însanetî ji vê yekê re bêdeng û temaşevan dimîne cîhe şermêye û derveyî vîcdana mirovahîye ye. Her wiha jî ber ne bûna mazotê dibistanên zarokan ji ber serma heyî hatîye girtin. Mafên zarokan ên perwerdehîye bî vî awayî ji destê wan zarokan gîrtîn ji polîtîkaya dewletên dagirkeran ên heyîn ne qute.’

Daxuyaniyê wiha domand’ Dewletên dagirker bi ambargoya hişk kirî  dixwazin îradeya gel bişkênin mafê civakê ên bingehîn wek perwerde,tendrustî, debara jiyanê ya rojane ji deste wan bigrin , civaka me muhtacê  xwe bikin û desthilatdarîya xwe ferz bikin.  UNESCO a ku qaşo mafên zarokan diparêzin û Sazîyên ku  xwe wek parazvanên mafên mirovan bi nav dikin bi bêdengîya xwe li ve rewşe temaşe dikin.’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li UNESCO HAT kirin ku bi erkên xwe rabin’  Banga me ji saziya UNESCO û ji hemû sazîyên ku xwe wek parazvanên mafên mirovan bi nav dikin re ewe ku, ger hûn bi erkên xwe yen mirovî ranebin ne dîrok ne ji civak yê we efu nekin.  Em wek Meclîsa perwerda jin ya Bakur û Rojilate Surî bang dikin ku bi erka xwe ya mirovî û dirokî rabin û dewletên dagirker û qirker re nebin hevkar ji ber ku bêdengî û temaşekarî hevkarî ye.’

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27