ArşîvÇalakî

li Heleb û Şehbayê xwepêşandanên şermezarkirina komkujiya Parîsê

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên ji Efrînê yên ku li kantona Şehba dijîn di du xwepêşandanên cuda de komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin û daxwaz kirin ku berpirsyarên vê tawana hovane bên dîtin.

Şehba

Koçberên ji Efrîna dagirkirî ku li kantona Şehba dijîn, di xwepêşandanekê de komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin.

Xwepêşandana ku ji aliyê Kongra Star a herêma Efrînê ve hate birêxistinkirin bi sedan kes beşdar bûn û ji rêya gundê Maarata yê girêdayî navçeya El-Ehdes heta qada gund dest pê kir.

Di çalakiyê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û dirûşmên “Bimre faşîzm”, “Berxwedan jiyan e”, “Jin, jiyan, azadî” hatin bilindkirin.

Xwepêşandan dema gihişt qada gund veguherî mîtîngê, û bi deqeyek rêz girtin ji bo giyan3e cangoriyên azadiyê rawestiyan û li ser navê Kongra Star Pelşîn Efrîn axaftinek kir û wiha got: “Kurd 45 sal in li ber xwe didin û dijminê wê nikaribe vîna me bişkîne û bi komkujiyan me tine bikin. Wê têkoşînê her tim bidomînin.’

Pelşîn Efrîn bang li hikûmeta Fransayê kir ku bi lez û bez ji sûcdaran hesab bipirse û gelê Kurd biparêze.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Heleb

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û endamên partiyên siyasî ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê,  tevlî xwepêşandana ku ji aliyê Kongra Star ve hat birêxst’nkirin bûn.

Xwepêşandan ji ber salona civînê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê destpê kir, beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongra Star û pankartên bi nivîsa ‘Berxwedana gel wê komplo bi dawî bike’, ‘Terorîzma dewleta Tirk a li dijî jinan rawestînin.’

Meş bi qîrîna dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî ” li kolanên sereke yên taxê geriyan.

Piştî ku gihiştin ber avahiya  Meclîsa Şehîd Glhat a li taxa Şêxmeqsûd a rojhilatê Helebê, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin û piştre li ser navê Kongra Star Eyşe Hiso axaftinek kir. wê anî ziman ku ‘komkujiya duyemîn a Parîsê yek ji planên dagirkeriya Tirk e.’

Di dawiyê de Eyşe Hiso bal kişand ser ‘pêwîstiya bilindkirina têkoşînê û şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan.’

Back to top button