ArşîvÇalakî

Jinên ji herêma Cizîrê bi mîtîngeke girseyî serhildana jinên Rojhilat û Îranê silav kirin

Bi hezaran jinên ji herêma Cizîre ji bo silavkirina serhildana jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mîtîngek girseyî lidarxistin. Bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji qadê peyama têkoşînê dan.

Bi pêşengtiya  Kongra Star bi dirûşmeya “Bi rihê tekoşîna şoreşa jin, dê serhildana Jin Jiyan Azadî bi ser bikeve” li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîre  îro duşem 26/12/2022’an mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran jinên ji bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji bo silavdayîna şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi rakirina wêneyên şehîdên şoreşa jin berê xwe dan Staduma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo û ji qadê peyamên piştgiriya jinan dan.

Qada mîtîngê bi alên kongra star hat xemlandin, û jina pankartên ku duruşmeyên ‘jin, jiyan, azadî’ li ser hatbûn nivîsandin rakiribûn.

 

‘serhildana ku jin pêşengtiya wê dike, bêguman wê ew serhildan serbikeve’

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê li ser navê Kongra Star, Endama Koordînasyona  Kongra Star, Rîhan Loqo axaftinek hat kirin  û şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi germahiya dilê her jinekê ku ji bo azadiyê lê dide, her wiha ji bo coşa hemû jinên ku li vê qadê amade ne û tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em silavên xwe ji şoreşa keziyan re, şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê re pêşkêş dikin. Şoreşa Îran û Rojhilat duh ket sed rojiya xwe. Şoreşa ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir, helbet serhildana ku jin pêşengtiya wê dike, bêguman wê ew serhildan serbikeve.”

‘Şoreşa me îlhama xwe da şoreşa Îran û Rojhilat’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku ‘Jin Jiyan Azadî’ ji qada şoreş jin a Rojava destpê kir û wiha pê de çû: “Çirûska 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê bi israreke mezin û bi berxwedaneke xurt vêket û şoreşa jinan a bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hat ragihandin. Îlhama xwe da şoreşa Îran û Rojhilat û dirûşmeya me li etvahî cîhanê deng veda. Em ji her jinek li her qadeke jiyan re dibêjin ku bi hev re gereke em tekoşîn bikin ji bo avakirinan jiyaneke azad û bi rûmet. Di heman demê de ji bo avakirin projeyeke demokratîk û wekhev, em berxwedana wan a dîrokî silav dikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27