ArşîvDaxuyanî

Kongra Star Şam komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir

Kongra Star Şam duyemîn komkujiya Parîsê û qetilkirina jinên pêşeng ên Kurd jî şermezar kir.

Ev yek di daxuyaniyekê de ku  ji aliyê Kongra Star Şam ve hat dayîn, daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star Şam li taxa Zorava  ya bajarê Şam hate dayîn.

Endama Kongra Star a Şamê Evîn Misto daxuyanî xwend û di destpêka daxuyaniyê de wiha hat got: “Em weke Kongra Star li Şam, kuştina li dijî jinên Kurd bi taybet û bi giştî gelê Kurd li paytexta Fransa Parîsê şermezar dikin.”

Ev êrîşa terorîst ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya, bi salvegera dehemîn a qetilkirina rêhevalên Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di zivistana 2013’an de li Parîsê ku giyan asta şehadetê pêk hat.’

Kongra Star bang li hikûmeta Fransayê jî kir ku derbarê sûcên li dijî gelê kurd de lêpirsînê veke û wiha got: “Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin ku lêpirsîneke adil û zelal derbarê sûcên terorê û kuştina li dijî kurd û jinên kurd li Fransayê veke”.

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button