Arşîv

Kongreya Star rêveberên xwe yên navçe û bajarokan hilbijartin

Kongreya Star îro civînek bi boneya nirxandina rewşa hilbijartinên navçe û bajarokan û danûstandina pêngava duyemîn a hilbijrtinên navçeyên herêma Cizîrê li dar xist.

Civîna Kongreya Star bi beşdarbûna berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, hevseroka kantona Cizîrê Heyfa Erebo û rêveberên Kongreya Star ên hemû bajarên kantona Cizîrê dest pê kir. Komîteya amadekar kongreya xwe ya duyemîn li bajarê Qamişlo li dar xist, ji bo nirxandina hilbijartinên navçeyan, derbasbûna karê wan, astengiyên ku dihatin hemberî wan û her wiha çarserkirina van pirsgirêkan di hilbijartinên dema bê de.

Hilbijartinên Kongreya Ster ên ku 10 rojan dewam kirin, di 51 bajarokên herêma Cizîrê de hatin lidarxistin û di her bajarokekî de 7 rêveber hatin hilbijartin û niha jî kar ji bo konferansa duyemîn û ya giştî dê were kirin.

Di civînê der rêveberan pirsgirêkên ku pê re rû bi rû bûne, anîn ziman û raporek li ser rewşa hilbijartinan hate xwestin û paşê jî dan û standin li ser rewşa rêxistinî hate kirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27