ArşîvÇalakîDaxuyanî

Kongra star ya Kantona Kobanê duyemîn komkujiya Parîsê şermezar kir

Li navçeya Eyn Îsa û Şêran a Kantona Kobanê, Kongra Star duyemîn komkujiya Parîsê ku pêk hat, şermezar kirin û gotin, "Ev komkujî ne tesaduf e, şerekî li dijî gelê Kurd e.

Ji bo şermezarkirina duyemîm komkujiya parîsê li Kantona kobanê çalakiên cur be cur

Navçeya Eyn Îsa

Bi dehan endamên Kongra Star û Mala Jinê li ber navenda  Kongra Star kom bûn û bi hilgirtina alên Kongra Star beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya bi zimanê Erebî ji aliyê Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Hedla Hac Muslim ve hate xwendin û di destpêka daxuyaniyê de ev qetlîama ku hate kirin şermezar kir û wiha got: “Li ser navê tevgera jinan û Kongra Star a Navçeya Eyn Îsa, em qetlîama ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin, şermezar û lanet dikin, ji ber ku êrîşa terorîstî li kolaneke nêzîkî navenda çanda kurdî (Ehmed Kaya) li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, ev lîstika xerab ne tesaduf e, belkî şerkî li dijî gelê kurd li Kurdistanê û heta li Ewropayê jî.”

Têkildarî komkujiya yekemîn a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê pêk hat û hedefgirtina her sê jinên kurd ên têkoşer û wiha got: “Dema ku behsa dagirkirina gelê Kurd li Parîsê tê kirin, em dizanin ku çalakvanên Kurd (Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şylemez) di sala 2013’an de li heman cihî bi destê îstîxbarata Tirk a faşîst hatin qetilkirin.”

Daxuyaniya Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê ku duh Sêşemê hat xwendin, bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku pêşî li van sûcan bigirin û wiha hat gotin: “Em di serî de bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku pêşî li komkujiyan bigirin,  ev komkujî  û sûcên bi vî rengî  li dijî mirovahiyê ne bi taybet jî li dijî jinan.”

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Jinan û Kongra star sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwestin.”

Daxuyaniya xwe  bi durişmeyên “Şehîd namirin” bi dawî kirin.

navçeya Şêran

Di heman çarçoveyê de, Kongra Star bi hevkariya Hêzên Parastina Cewherî- Jin, ji bo şermezarkirina komkujiya duyemîn a Parîsê meşek li dar xist.

Meşa   ku duh sêşemê 27/12/2022’an ji ber navenda navçeyê dest pê kir û bi dehan şêniyên navçeyê, endamên Kongra Star, endamên meclisa navçeya Şêranê, meclisa malbatên şehîdan beşdar bûn.

Pankarta bi nivîsa ”CAREKE DIN BI DESTÊ FAŞÎZMÊ Û HEVKARIYÊ LI PARÎSÊ KOMKUJÎ DU BARE DIBE” hilgirtin. dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bimre îxanet” hatin gotin.

Dema meş gihişt navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin, piştre ji aliyê rêveberiya Kongra star a navçeya Şêranê Litfiye Mehmûd axaftinek hate kirin, got: Ev ne cara yekem e ku li paytexta Fransa Parîsê komkujiyeke wiha tê kirin û çalakvanên kurd dibin hedef. Belê, ev cara duyemîn e ku çalakgerên jin û mêr dibin hedefa ajan û têkiliyên wan ên bi hêzên otorîter re; Ji ber vê yekê komkujiya yekem pêk hat û li vir jî heman sûc li Navenda Çanda Kurd a Parîsê hat dubarekirin.

Di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîdên jin ên di komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn de û wiha got: “Şehîd (Sakîne, Fîdan, Leyla û Evîn) ji ber ku ji bo azadiya jinê têdikoşiyan û xebat dikirin. Ji serdestiya zîhniyeta desthilatdar û mêtinger, vê zîhniyetê di şexsê van jinan de fikra azad hedef girt.”

Litfiye her wiha bal kişand ser bilindkirina têkoşînê û got, “Ji vir şûnde em careke din destnîşan dikin ku em ê nehêlin dijmin planên xwe pêk bîne, bi taybetî jî planên ku projeya azadiya jinê dike hedef. Em ê weke jin ala tekoşînê bilind bikin. Heta ku em daxwazên xwe pêk bînin wê têkoşîn bilind bibe û ev hemû jî bi şopandina rêya şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Apo.”

Di dawiyê de Litfiye soza bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî da û wiha got: “Em weke tevgera jinê soz didin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were em ê di qadên têkoşînê de bin Em ê tola şehîdên xwe hilînin, bi ramana azad, ramana PKK’ê.”

Meş bi qîrîna dirûşmeyên şoreşgerî, “Bijî Berxwedana Îmraliyê”, “Şehîd dijîn, namirin”, “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.

 

Back to top button