ArşîvGotar

Ji Qetilkirina Dr Qasimlo Heta Ya Evîn Botan

Kurdistan Botan

Dema ku em qala Evîn Botan dikin, ne tenê Evînê tînin ziman, di kesayetiya Evînê de, pênaseya rastiya gelekê dikin. Evîn Botan(Emîne Kara) ki ye? Emîne Kara, bi nasnav (Evîn Botan) di sala 1977’an de li gundê Hîlala girêdayî Qilebana Şirnexê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li gund xwendiye. Di sala 1990’an de li herema Botanê beşdarî refên gerîlayan dibe.

Evîn Botan, di nav malbatekî welatparêz de mezin bûye. Dema têkoşîna çekdarî li herema Botanê tê destpêkirin, bandorekî ciddî li ser gelê heremê dike. Malbat û derdora heval Evîn jî ji vî şerê çekdarî bandor bûn û gelek xizim û derdora heval Evîn beşdarî nav tevgera azadiyê bûn. Evê bandorekî mezin li rêheval Evîn Botan jî kir. Berî hevala Evîn Gehwer Kara( çîçek Adîfe)Zeynep kara(Bêrîvan)her dujî xizmên heval in, tevlî refan dibin û Rêheval Evîn jî dibe jina sêyem a ku ji gundê Hîlalê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û ji bo gelê xwe tê dikoşe û dibe şervanekî azadiyê.

Li gel van hevalên jin gelek hevalên zilam jî ji derdor û xizmên heval Evîn beşdarî nav refên gerîla dibin û hin ji wan jî digihên merteba şahdetê.  Piştî vê pêlbipêl beşdarbûn ji tevgera azadiyê re çêdibe û bi dehan şehîd û bi sedan tevlîbûn hene. Di sala 1994’an ji ber cerdevanî nepejirandin, gundê wan ê nêzî 600 malî ji aliyê dewleta Tirk ve hate valekirin.

Hevala Evîn a di malbetekî nîştiman perwerde mezin bûyî jî di hest û ramanên xwe de her tim azadî dijiya û xeyalên azadiyê dikirin. Wê jî wekî malbata xwe ya welatparêz tu carî bindestî nepejirand û neketin bin bandora modernîteya kapîtalîst û her tim çavên wê li azadiyê û serfiraziyê bû.  Bavê hevala Evîn ango mam Hacî Hisên çîrokbêj bû, destan, çîrok û serhatiyên Kurdan bi awayekî xweşbêjî û destanî her tim ji nesîlê nû re vedigot.

Yên li Mam Hacî Hisên guhdar kirî, digot in “me destana (Kelha dimdim,  Rûstemê Zal, Mîrza Mihemed, Evdalê Zeynikê, Kêla Memê, Memê Şivan) û hwd ji wî guhdar kiriye û fêrbûne. Di vir de jî mirov tê digihêje ku zanistekî Kurdewarî û dîrokî li gel Mam Hacî Hisên heye û zarokên xwe pê mezin dike.

Heval Evîn Botan jî di rêya van lehengan de meşî û tevlî kerwanê bêmirinan bû û li ezmanê welatê min bû stêrkek û bi xwe jî bû destanekî ji destanên Mam Hacî Hisên ên ku di şevên zivistanê yên dirêj de digot û pêlbipêl li ber çiyayê, Kêla Memê, Cûdî û Gabarê ve bilind dibû û bi tîpên zêrîn li nav pelên dîroka lehengiyê de navê xwe da nivîsandin.

Heval Evîn jî têkoşînekî 34’ salên têr û tijî, bi hestên tijî heskirin, dildarî, kurdewarî, welatparêzî ve jiyan kir. Di şer de gelekê berpirsyarî girt, di şerê çekdarî de, di nav artêşbûna jin de  ristekî mezin lîst. Fermandarî kir.  Gelek caran birîndarbû, lê tucarî li pêşya xwe de nekir asteng û erkên xwe yên şoreşê bi awayekî bêqısur pêkanî û heta bû endama konsêya KCK’ê. Erkên xwe yên bêqusur li hemberî gel pêkanîn, xwe her tim li beramberî gel berpisyar didît, ji gel hesdikir. Taybetmendiyên wê yên civakî hebûn, bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Xwe di milê siyasî, leşkerî, çandî û civakî de gelekê pêşxistibû. Hevala Evîn tucarî xwe yek alî nedihişt, ji hevalên xwe hezdikir, her tim xwe û hevalên xwe perwerde dikir, bi qasî hesdikir, ew qasî jî dihate heskirin. Hevala Evîn li cihê lê bû, her tim cuş û kêfxweşî li wir hebû. Rihê hevaltiyê hebû. Heval Evîn bi qasî ku kêlî jiyan dikir, ewqasê jî dîrok jiyan dikir, em dikarin bêjin ku heval Evîn pênaseya ku Rêbertî dibêje(Em di destpêka dîrokê de û dîrok di roja me de veşartî ye) di kesayeta xwe de pêk anîbû.

Heval Evîn keçeke çiyayî, keçeke Botanê ya resen bû, xwedî taybetmendiyên jina Botanî yên xwedewandî bû, bi qasî Cûdî, Gabar û Kêla Memê xwedî asalet û azwêrî bû. Cihê ku heval Evîn li wirba, yekser cewaziya xwe dida diyarkirin. Her tim li hemberî jiyanê berpirsyar bû. Jineke çalekvan bû, di xeta jin de nimûne bû, ango mînaka parastina xeta jina azad bû.

Em dikarin bêjin kû heval Evîn fermandareke di xeta Zîlan, Bêrîtan û Egîdan de dimeşî. Şopdara xweda û xwedavanda bû, wê li çiyayên Kurdistanê taca xwedewandan danîbû ser serê xwe, ango êdî di şopa dapêrên xwe star,Îana û Îştaran de bû, her dem û kêlî tijî hêvî bû, ji jiyanê hesdikir û tijî jiyan bû.

Gelek taybetmendiyên manewî û binirx  û bihadar di kesayeta xwe de komkiribû û pêşengeke ji bo doza gel rasteqîn û bihadar bû ji bo wê jî bi awayekî zanistî kirin hedef.

Di heman demê de sala 1998’an de heval ji çiyayên Kurdistanê rêwîtiyek berbi siha Rêbertiyê ve kir û li qada Rêbertiyê perwerde dît.  Dewreyekîe perwerdê li gel Rêber Apo dît. Di fikir û ramanên Rêber Apo de xwe kûrkiribû û xwendevaneke rast ê Rêber Apo bû. Bi qasî perwerde didît wiqas jî di xwest pratîk jî bike.

Piştî ji seha Rêbertî vegerî qada welat jî bi cuş û heyecanekî mezin ve tevlî kar bû, her tim dixwest tiştên ji Rêbertî girtî bi hevalên xwe re parvebike û bi awayekî rast nûnertiya Rêbetiyê bike û li ser fikir û ramanên Rêbertiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kar û xebat bi meşandin.

Piştî şoreşa Rojava destpêkir, heval Evîn bi awayekî bi cuş û xwestekekî mezin ve, di asta pêşengtiyê de di nav şoreşa Rojava de cihê xwe girt û li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya.

Çûyîna hevala Evîn a Aurûpa jî li ser esasê tedaviye bû. Ji ber ku demekê di rêj di nav şer de mabû û li dijî DAÎŞ’a hov tekoşîn kirîbû, birîndarbibû û hin pirsgirêkên wê yên tendirûstiyê yên ciddî hebûn, ji bo wê çû Avrûpa û mixabin li wir jî hate şehîd xistin.

Komkujiya duyemîn a Parîsê ji komkujiya yekem a 2013’an ne qut e, berê wê jî li welatên Auropa serkirde û pêşengên Kurdan bi zanabûn hatine hedefkirin.  Werin em bi hev re li serpêhatiya hin ji van kesên pêşeng, ên li Avrupa hetine qetilkirin û reşkujiyan binêrin. Ji ber vê yekê wekî gelê Kurd nabe ku em rabirdûya xwe ji bîr bikin û ev bûyerên bêmaf ên li hemberî gelê me hatine kirin efûbikin. Ger em rabirdoya xwe ji bîrbikin, em ê nikaribin pêşeroja xwe bi dest bixin.

Wekî ku em dizanin di Rojhilatê Kurdistanê de, di salên 1980’î de têkoşînekî pir xurt a gelê Kurd di pêşengtiya Komele û Demokrat de hebû. Di wan salan de derfeta serkeftina şoreşa Kurdistanê pir nêz bibû, ji ber ku gel xwedî li şoreşa xwe derdiket û xwe rêxistin kirîbû.  Ji bo şoreşa gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bi ser nekeve, di sala 1989’an de serkirde û pêşengê şoreşa Rojhilatê Kurdistanê Dr Avdirahman Qasimlo  li Viyanayê li ser mêza mizakerayê, rê ji dewleta Îranê re hat vekirin ku were qetilkirin. Baş e, kê’kî rê da vê?! Ji bo ev reşkujî çêbibe, gelo ma ne dewletên Avropî rêdan vê reşkujiyê û Dr Qasimlo li mala wan mêvan bû. Mixabin neparastin, berûvajî vê rêdan ku Qasimlo bê qetilkirin û şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bê bêdengkirin û lewazkirin. Dîsa heman siyasetê di 10 Nîsana 1992’an de li Berlînê Şerefkendiyê pêşengê Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, dîsa bi destê hêzên tarî yên Avrûpayê û Ayatolah Elî Xameneyî li Berlînê hate qetilkirin û dewleta Alman ji vê reşkujiyê re rê vekir.  Di heman demê de, di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de,  di sala 1916’an de, bi hevpeymana(sykos-picot) Firansa û Ingilîzan ve Kurdistan kirin çar parçe. Lê nekarîn çirûskeyên şoreşê di rih û dilê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de tune bikin, îro di bin diruşmeya jin jiyan azadî ya xwe dispêre felsefeya Rêber Apo, îro ji her demê pirtir gurtir û gerdûnîtir bûye.

Em vê ji bîr nekin ku dîrok carekedin xwe dibare dike, di sala 2013’an de pêşengê tevgera PKK’ê nûnerê xeta jinana azad li Parîsê bi du hevalên xwe ve hat qetilkirin, tevî ku ev 10 sal in li ser vê qetliyamê re derbasdibe jî lê mixabin li Avropaya xwe wekî navenda mafên mirovan dide nasîn û cihê demokrasiye û pêşketinê hîn jî ev reşkujî zelal nekiriye, ev jî rûreşî û du rûtiya wan dide diyarkirinê. Di heman demê de hevkariya wan a bi Tirkan re jî piştrast dike.

Vê carê jî dubare welatekî ku dibêje ez navenda ronesansê me, min şoreşa ronesansê pêkaniye, ez sembola dana mafê mirovan û edaletê me, di 23’ê meha 12’an sala 2022’an de komkujiyekî duyem, li ser navenda çanda Kurd a Ahmet Kaya de hat pêkanîn. Armanca vê komkujiyê raste rast heval Evîn a ku pêşenga tevgera jina kurd û têkoşîna azadiyê bû. Dema em giştî digirin dest siyaseta Aurupa dijminatiya Kurdan dike û di heman demê de wekî ku dibêjin ne demokrat in. Çi pirgirêka gelê Kurd bi gelên din û gelê Firansayê re nîne, lê divê êdî siyasetmedarên Aurupayî jî dev ji vê siyasta dijminahiya gelê Kurd berdin û alîkarî bes bidin dewletên desthilatdar ên dagirkerên Kurdistanê, ger alîkarî nekin, bila dijminahiyê jî nekin û alîkariyê nedin dewletên dagirker ên li ser xaka Kurdistanê her roj, jin, ciwan û zarokên Kurdan qetil dikin.

Gelê me yê li herçarparçeyên Kurdstanê yê ji ber zilim û zorê çûyî Firansa, parastina wan jî ji rêveberiya Firansa tê xwestin. Ev hêrsa gelê me raste û di cîhde ye. Ev daxuyaniyên rayadarên Firansa dayîn têrnake, ger weke berê li ser vê komkujiyê jî bigrin wê ji komkujiyên din re jî rê vebikin û wê rayadarên firansayê berpirsyarê van komkujiyan bin.

Gelê me yê Rojava jî bi hêrz û girêdanekî mezin ve xwedî li Evîn û hevalên wê derket in. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi hêrs û kîne, ji ber ku bi hezaran ewladên wê ji bo cihanê û mirovatiya hemdem li dijî DAÎŞ’a hov şerkir û şehîd ket in, lê îro ew leheng li ber çavên cîhanê bi awayekî zalimane tên qetilkirin, lê deng ji kesê dernakeve. Bi awayekî xwezayî wê xwedî li ewladên xwe yên leheng derbikeve û di şûpa wan de bimeşê. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê her tim bi têkoşîn û lehengiya ewladên xwe yên nemir serbilind bû.

Gelê me yê herçar parçeyê Kurdistanê û yê diyaspora Kurdî jî vê demê gelek li berxweda û li dijî faşîzmê hîn li berxwe dide, em ê jî hîn pirtir hewil bidin ku alîkî wan derbikevin û karibin di xeta Evîn, Sara, Bêrîtan û Zîlanan derbikevin.

Belê Her çendî pênasekirina heval Evîn gelek zehmetbe jî lê me xwest bi çend hevokan be jî rêhevala xwe ya têkoşînê ya bêmîr bînin ziman. Heval Evîn Botan(Emîne Kara)encex were jiyan kirin, ji ber ku ew jiyan bû, ew tekoşîn bû, ew pêşeng bû, ew xeta rast a parastina Rêbertî û şehîdan bû. Ew perperiya me ya azadiyê bû, ew kenê li ser lêvên zarokên agir û rojê bû, ew jîn û jiyan bû.

 

Back to top button