ArşîvDaxuyanî

Meclisa Kongra Star cejna sersalê li tevahiya gelê cîhanê pîroz dike

bi hêviya salek aşitiyane û aram dike

Bi navê  meclisa Kongra Star em cejna sersalê li hemû gelên cîhanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin, û gelê me ê ku li dijî DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe daye û hê jî li ber xwe dide. Li ser xaka xwe di nava aramî û ewlehiyê de bijîn û jiyanek dûrî bêedaletî û zilma ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve li wan tê kirin bijîn.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jin, mêr, zarok, ciwan û hemû pêkhateyên xwe ve li ser feraseta netewa demokratîk a ku rê li ber hemû cîhanê vedike da ku gel di nav aramî û ewlehiyê de bijî.

Bi vê boneyê em saleke tijî hezkirin û aşiti dixwazin, sala ku ruhê berxwedanê di asta herî bilind de be, ji ber ku em bi êrîşên dijwar re rû bi rû ne û sala biryara çarenûsa xwe û rizgariya hemû herêmên dagirkirî dixwazin.

Salek bi azadî û demokrasiyê hat tacîdarkirin. Sersala we pîroz be.

meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê

31.12.2022

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27