DaxuyanîNûçe

Kordînasyona Kongra Star bûeyra Sileymaniyê şermezar kir û got:’ bila sucdarên vê kiryarê ji aliyê asayîşa Sileymaniyê ve werin darizandin’

Kordînasyona Kongra Star bueyra li Sileymniyê şermezarkir û bang li tevahî rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê kir'ku di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya cinsiyetperestiyê tekoşîn bikin û roleke mezintir bilîzin', tekezkır ku bi duruşmeya 'Jin, Jiyan Azadî', 'meşa azadî û serkeftinê dewam bike û bigihêje armancên xwe'.

Ji bo şermezarkirina bûyera ku li Sileymaniê qewimî, kordînasyona Kongra Star, daxuyaniyek nivîskî da, di daxuyaniya nivîskî ki îro sêşem 3/1/2023’an de hat dayîn ev di dest pêka wÊ de hat gotin:’Di dema ku dirûşmeya ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ dibe dirûşmeya xelasiya tevahî cîhanê ji cinsiyetperestî, nijadperestî û zordariyê, her wiha, di dema ku di vê serdemê de jin pêşengtiyê dikin û di qada şoreşê de li Rojavayê Kurdistanê jinan şoreş bi rêve bir û li dijî Daişê şerekî mezin da meşandin, di heman demê de êdî di cîhanê de hevgirtin û rêxistinên jinan têne gel hev û ji bo pêşeroja xwe û çarenûsa xwe biryar digirin’ .

Kordînasyona Kongra Star weha li daxuyaniya xwe zêde kir û pê de çû:’Dîsa di Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de di oixra tekoşîna jinan ji bo azadiya xwe û azadiya hemû jinan gelek pêşengên jin hatin hedefgirtin , taybet jî di sala 2022an de, ku weke salaeke polîtîka qirkirina jinan tê de hate meşandin, bi hemû awayan û hemû rêbazan jin hatin hedefgirtin.’

Di daxuyaniya xwe de, Kordînasyona Kongra Star, bal kişand ser serhildan Rojhilatê kurdistan3e û îranê ku ev 3’ê mehin dewam dike,’ Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de , serhildanên ku heya roja îro dewam dikin ku ev zêdî 3 mehin çêbûye berxwedan nehatiye sekinandin ji bo têkbirina hişmendiya baviksalariyê, têkbirina hişmendiya netew-dewlet, têk birina hişmendiya ol û nijad – perestiyê, lê belê em rojane li hemberî kiryar û tûndiyên ku rû bi rû yê jinan tên.’

Daxuyaniyê bûyera ku beriya çend rojan ji aliyê 7 zilaman ve  li Sileymaniyê, li hember jinek ciwan çêbû bi bîrxist û got:’ weke bûyera ku berya çend rojan  li Silêmaniyê rûda ku 7 zilaman êrîş birin ser jinekê ku pêşbirkeke motirsîklan ji xwe temaşe dikir. ‘

Kodînasyona Kongra Star ev buyer bi tundî şermezarkir’Em weke kordînasyona kongra star, vê bûyerê bi tûndî şermezar dikin û ev sûcdarên ku ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavkirin , werin darizandin ji bo ji her kesî re bibe mînak û mafê jinan bi zagon û qanûnan were parastin:’ û bang li tevahî rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê ku di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya cinsiyetperestiyê tekoşîn bikin û roleke mezintir bilîzin kir.’

Di dawiya daxuyniyê de Kordînasyona Kongra Star  tekez kir ku pêvajo bi rihê duruşuşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê serkeftinê bêne û got: ‘Dîsa em dibêjin: pêvajoya ‘JİN, JİYAN, AZADÎ’ despê kiriye û em di meşa wê de dewam in, heya serkeftin û azadkirina tevahî civakê û tekoşîna me bi hevgirtina jinên cîhanê re wê bighêje armanca xwe’.

‘JİN, JİYAN, AZADÎ’

 

Back to top button