ArşîvDaxuyanîKomîta civakî

Komîta Şilêr a zarokan, dorpêç û êrîş şermezarkirin

Komîta Şilêr a şopandina kar û barên zarokan ya herema Efrîn, kantona Şehba, bi daxuyaniyekê dorpêça heyî li ser heremê şermezarkir û bang li Uncef kir da ku mafê zarokan ya jiyanê bi parêze.

Îro çarşem 4/1/2023’an, komîta Şilêr ya şopandina kar û barên zarokan li kantona Şehba bi daxuyaniyekê dorpêç şermezarkir.
Daxuyaniya komîtê li kampa Berxwedan li kantona Şehba ji aliyê zaroka bi navê Sariya Mihemed ve hat xwendin, bi amadebûna dehan ji zarokên ku wêneyên zarokên ku jiyana xwe di encama dorpêçê de ji dest dane rakiribûn.

Di daxuyaniya komîtê de ev hat gotin:’ Weke ku tê zanîn ev 3’ê meh in dorpêç li ser kantona Şehba û bajarê Helebê her ku diçe dijwartir dibe û bandora xwe li ser derûnî û tendurustiya zarokan dike, ev jî dibe sedem ku zarok jiyanekî bi aramî nejîn.
Ji ber sedema dorpêçkirinan dibistan hatine girtin û dibe sedem ku zarok bi tendurustî jiyan nekin lewma jiyana xwe ji dest didin.
Di nava mehekê de zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan, dîsa di êrîşa dewleta tirk de herî zêde zarok pê bandor dibin, di encama êrîşan de zarokekî jiyana xwe ji dest da, her weha çend zarokên din jî birîndar bûn.
Em van êrîşan, dorpêçên heyî li ser Şehba û heremê şermezardikin, û em bang li Unicef dikin ji bo erkên xwe pêk bînin, ji bo mafê hemo zarokan ku jiyanekî bi ewle, tendurust jiyan bikin.’
Zarok pêşeroj in, pêşerojê nekujin
Na ji kuştina zarokan re
Na ji kuştinê re
Na ji dagirkeriyê re

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27