ArşîvÇalakîNûçe

bi duruşmeya jin jiyan azadî,jiyana min herdem şerbû şehîd sakîne û rêhevalên wê li herêma firatê hatin bi bîranîn

Di 4.1.2023,ê li seranser herêma firatê bi bernameyek girseyî a li darxistina civînan jibo salvegera qetilkirina jina pêşenga azadiyê Sara bi nav sakîne cansiz û herdu hevalên wê,Fîdan doxan,Leyla şaylemez û hatin bi bîranîn civîn li navçeya Qineyê li dibistana  gundê Pêndir yê girêdayî navçeya Qineyê  hat li darxistin,di serî de bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê şehîdan hat destpêkirin

Kongra star ya herêma firatê dest bi civîn û sinfizyûnê,  ev civîn bi dehan endamên kongra star û yên saziyan û bi dehan şêniyên gundê pêndir tevlî bûn û piştre li se navê endama Kordînasyona Kongra Star ya navçeya Qinê ji aliyê Sûad Şêx Demir ve axaftin hate kirin sûad wiha axaftina xwe detpêkir ,heval Sekîne hevaleke şoreşger bû jineke tekoşer a  bîst û çar setên wê xwndina  hereketê bi rêbertîre di ruh û ramanê xwede jiyan, dewlet tirk a dagirker dema di zane ku heval Sakîne ji dêrsimêye û heval Sakîne tevlî tevgera A.p.ogeriyê dibe wê demê dewlet hemû  hêza xwe dike hereketê jibo dîlgirtina wê,dema ku bi heval xeyrî û mezlom tê girtn bi rastî rêheval Sakîne  tekoşîneke pir mezin di hundir zindanêde ,heval sakîne ew hevala destpêkê ku derbasî nav xeta gerîlayan  bû û ya herî zêde salên dirêj li çiyayên kurdistanê şer da meşandin ,her wiha sûadê di berdewamiya axaftina xwe de  ji gel re li ser jiyana şehîd sakîne şirovekir û piştî ku sûad axaftina xwe bidawî kir û piştre nêrînên û hestên gel jî hatin  girtin û civîn bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî,şehîd namirin,bijî serok A.p.o,civîn  bi dawî bû.

Di heman demêde îroj Pêncşem dîrok 5.1.2023 an de ji aliyê tevgera Kongra Star ya navçeya Şêranê li meclisa pyd’ê ya navçeya şêranê civînek û sinfizyûna şehîd sakîne cansiz ji şêniyên navçeyê re hat pêşkêş kirin, ji bo  bîranîna şehîd Sakîne her wiha kesên ku tevlî civînê bibûn ji hemî saziyên xweser û demokratîk û yên dostên  kevin bûn berî ku civîn destpêbike deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên heyva çile û tevahiya şehîdên şoreşê sekinîn û piştre ji aliyê endama kordînasyona Kongra Star ya navçeya şêranê ji aliyê Litfiyê Mehmûd ve axaftin hate kirin Litfiyê wiha axaftina xwe dest pêkir gelê dêrsimê bi çanda xwede dewlemend bûn û ew ne mihtacî tu kesîne ji bo wê xwest gelê kurd û gelê Dêrsimê bixin bin bandora xwe û ji ber ku gelê Dêrsimê nekeve bin bandora dewleta Tirk ji ber vê yekê gelê me yê Dêrsimê bi balafirên dijmin cara yekemîn bi hezaran hate qetilkirin ,her wiha li ser jiyana şehîd Sakîne axivî û got şehîd Sakîne ew bû hêza hemû jinên cîhanê ew bû sembola berxwedaniyê ger ê wek Sakîne nînbûna em îroj nedigihêştin vê astê ew jineke berxwdêr û qehreman bû herdem li qadan bû û dixwest heqîqeta jinê û azadiya jinê bighîne hemû dunyayê û bi rstî ew gihêşte wê encamê ,wê di got ez dixwezim bibim dîrok ji bûna hemû jinan û birastî jî ew bû sembûla hemû jinên tekoşer û piştî ku litfiyê axaftina xwe bi dawî kir sinfizyûna şehîd Sakîne ji şêniyanre hate pêşkêş ku di sinefizyonê de behsa jiyana wê dihat kirin, civîn bi dirûşmeya jin jiyan azadî, bijî serok A.p.o, şehîd namirin,civîn  bidawî bû

Back to top button