DaxuyanîNûçe

Meclısa Kongra Star:tola me mîsogerkirina şoreşa jinê ye

Kongra Star 10’mîn salvegera komkujiya Parîsê de şehîdên xwe yên nemir Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr anî

 

Di 10’mîn salvegera komkujiya Parîsê de şehîdên xwe yên nemir Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi minetdarî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Dîsa şehîdên Sîlopiyê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku pêşengtiya berxwedana rêveberiya xweser li Botanê kirin û şehîdên komkujiya 2’mîn a Parîsê, Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Wek Kongra Star dewleta Tirk a qirker û hêzên komploger bi hêrs û nefret şermezar dikin û soza tolhildana şehîdên xwe dubare dikin.

di berdewamiya daxuyaniyê de Kongra Star daxwazî bi zelalkirina hêzên li pişt vê komkujiyê disekinin bên eşkere kirin ,û daxuyaniyê wiha domand:

Li ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an 10 sal derbas bûye. Lê di nava 10 sal de edalet nehatiye pêkanîn ji ber ku qetlîam ji aliyê dewleta Fransa nehatiye ronî kirin. Şûna ku hêzên li pişta vê komkujiyê hov werin tespît û ceza kirinê bi navê sirriyeta dewletê û berjewendiyên navdewletî ser heqîqatê ev 10 sal e tê girtin. Em wek Kongra Star vê helwestê dewleta Fransa û saziyên wî qebûl nakin û şermezar dikin. Heta ku berpirsiyariya dewleta Tirk fermî neyê teiyît kirin emê dewleta Fransa ji vê komkujiyê berpirsiyar bibînin.

Kongra Star îşaret bi vê kir ku kî pêl tetîkê bike lê dîsa jî kujer dewleta Tirk e û Mît e ,daxuyanî wiha domkir

Ji ber ku komkujiya 9’ê Çile nehatiye ronî kirin di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’mîn a Parîsê hate jiyan kirin. Ev jî berpirsiyariya Fransa carek din bi pêş çavan dixe. Di her du komkujiyên Parîsê de kî pêl tetikê kiribe jî kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derbixîne holê, bidarize û ceza bike. An wê weke ciheke ku lê îstîxbaratên faşîst cirîdê dilêyzin bê zanîn. Ev jî rûreşiyeke mezin e.

Kongra star di dawiya daxuyaniya xwe wiha got:ku dewleta tirk a faşîst bi komkujiya parîsê re di şexsê pêşengên jin yên tevgera azadiy dest bi pêvajoyeke nû daye destpêkirin

Bi komkujiya Parîsê ya ku pêşengê me yê mezin, endamê damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û dîroka zindî ya tevgera azadiya jinan a Kurdistanê, Rêheval Sara, hedef girtiye, dewleta Tirk a faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin. Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû hilbirî pêkhat. Ji bo tasfiye kirina şoreşa jinê biryarê kuştina pêşengên jinê girtin. Di çarçoveya vê konseptê di hundirê 10 sal him li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê him jî di parçeyên din û li derveyê welêt bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta Tirk hatin qetil kirin. Bi vê wesîle em rêhevalên xwe yên nemir Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Hind Latîf, Seda Faysal, Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Jiyan Tolhilan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Ezedîn, Diyana Elo, Zeyneb Sarûxan û  Nagîhan Akarsel bi dilsozî bi bîr tînin. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên xwe bilindkirina têkoşînê heya serkeftinê ye.

Wek tevgera azadiya jin Kongra Star em şehîd xistina pêşengên xwe tu car qebûl nakin, efû nakin, ji bîr nakin. Hesabê wan sûcên navnetewî teqez bê pirsîn. Emê tola xwe bi mîsoger û bilind kirina şoreşa jinê bigrin.

 

Şehîdên Parîsê nemirin

Bijî Şoreşa Jinê

Jin Jiyan Azadî

 

7’ê Çileya 2023’an

Meclısa Kongra Star

 

 

Back to top button