ArşîvÇalakîNûçe

bi duruşmeya jin jiyan azadî rêze çalakiyên kongra star li herêma firatê

Kongra star ya herêma firatê rêze çalakî û civînên xwe ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê hat bi rêvebirin , bîranîna şehîd sakîne cansiz û rê hevalên wê li seranserî herêma firatê hat bi bîranîn.

Di dîroka 7-1-2023 an  kongra star ya navçeya Sirînê şehîd sakîne û rêhevalên wê bi sinfizyûn û civînekê bi bîr anîn ,duh şemî li navenda çand û huner  ya navçeya sirînê ji aliyê kongra star ya navçeya sirînê civîn hate bi rêxistin kirin .bi dehan endamên kongra star û yên çand û hûnerê tevlî civînê bûn ,berî ku civîn dest pê bike deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên heyva çêle û hemû  şehîdên şoreşa azadiyê sekinîn û piştre  mûm hatin vêxistin, herwiha li ser navê endama kordînasyûna Kongra Star ya navçeya sirînê ji aliyê Mûne Mistefa axaftin hat kirin Mûne wiha axaftina xwe dest pê kir em bejna xwe li beramberî hemû şehîdên tevgera azadiyê ditewînin û bi taybet şehîd sakîne ji ber ku şehîd sakîne bi rastî dema ku em behsa wê dikin bala me hertim diçe ser serkeftin û azadiyê ,şehîd sakîne ew jina yekemîne ku li hemû dinyayê de bû sembola azadiyê , ger ku îroj em li vir sekinîne ew bi ked û saya rêhevalên weke sakîne ger ku kesayetên weke wê tunebana em îro li vir nedisekinîn û em nedigihêştin wê astê ji bûna vê yekê em serbilindin bi kesayeta şehîd sakîne û rê hevalên wê û piştî ku Mûne axaftina xwe bi dawî kir sinefizyûna  şehîd sakîne ji beşdarvanan  re hate pêşkêş kirin ew sinefizyûn jî behsa jiyana şehîd sakîne dike û heqîqeta wê ya qehreman vedibêje ,herwiha civîn bi duruşmeyên jin jiyan azadî, bijî serok apo, şehîd namirin, bi dawî bû .

Di heman demêde jî  li Dibistana navçeya qineyê jî ji şêniyên navçeya qineyêre civîn hate li darxistin ji bûna bîranîna Şehîd Sakîne û rê hevalên wê,

Di heman dîrokê de li navçeya Qineyê li dibistana navçeya Qineyê civîn ji jin û zilamên navçeyê yên di hundir saziyan de û welatparêz û sempatîzanan  re hat li darxistin , ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansiz û Rê hevalên hatin bi bîranîn civîn dest pê bike deqeyek rêzgirtin ji ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê sekinîn û piştre li ser navê endama kordînasyona kongra star ya navçeya Qineyê  Sûad Şêx Demir axaftin hat kirin Sûadê wiha axaftina xwe dest pê kir û got,  tu daxuyanî û tu hesab ji  mît û   dewletên navnetewî di serîde dewleta Parîsê nehat xwestin ew jî dide diyar kirin ji hêza jin ji hereketa jin û ji nêzikbûn ku kar û xebatekî di hundir dewletan de dihate kirin jê ditirsin û em hemî jî dizanin heval sakîne hevaleke tekûşer di roja ku pkk dest  bi hereketa xwe kir heval sakîne cansiz derbasî nav refa gêrîla dibê dibe jineke şoreşgere

Her wiha li navçeya Ênîsa jî ji ali yê kongra star ya navçeya Ênîsa heman civîn hatin li darxistin li ser navê endama kordînasyona kongra star ya navçeya Ênîsa re ji Aliyê Eyet Ebdela li ser jiyana şehîd sakîne û li ser qehremaniya wê axivî  û piştre sinefizyûna li ser jiyana şehîd Sakîne cansiz hate pêşkêş kirin û  piştre ji aliyê hîlala zêrîn ya navçeya Ênîsa stran  li ser Şehîd Sakîne û rê hevalê hatin gotin

îrojî kongra star ya  herêma firatê li kobanê Civîneke girseyî li navenda çand û huner a baqî xidu ya kantona kobanê ji bo bîranîna şehîd Sakîne (sara) Cansiz û rêhevalên wê li dar xist kesên ku tevlî vê civînê bibûn ji hemî saiyên rêveberiya xweser û demokratîk bûn , weke kongra star, saziya malbatên şehîdan, rêverberiya xweser, jinên ciwan , rêverbirên navçeyan , û hevserokên komînan bi dehan şêniyên kantona kobanê tevlî vê civînê bibûn berî ku civîn dest pê bike bi deqeyek Rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên heyva çile û hemû şehîdên tevgera azadiyê rawestiyan û piştre li ser navê endama kordînasyona Kongra Star ya herêma firatê Macîêde Hesûn axaftin hate kirin macîdê axaftina xwe wiha dest pê kir dewleta tirk ya dagirker dixweze hêza jin û morala wê careke din bişkîne bi komkujiya duyemîn ya ku li parîsê çêbû lê dîsa jî negihişte aramanc û hedefên xwe  ,me dît jî di sala 2022an de jî careke din jî ev komkujî berdewamkir ,herwiha Macîde wiha axaftina xwe xwe domand ev komkujî ne cara yekemîne li Bakur û Rojhilatî Surî û li kur jinên ku hîn asta tekûşîna xwe bilindtir bikin ew jin bi van komkujiyan û qirkirnan re rû bi ru tê , lê tucarî emê nehêlin dewleta tirk û hevalbendê wî bigihêje hedefa xwe   , raste komkujî li parîsê pêk hat  lê dewletên ku pêre bûne alîkar bi faşîzma dewleta Tirk re ,herwiha piştre jî  Nûdem Rojava   li ser jiyana Şehîd Sakîne axifî û piştî wê sinefizyûna li ser jiyana Şehîd Sakîne Cansiz ji beşdarvanan re hate pêşkêş kirin û civîn bi durişmeya jin jiyan azadî , şehîd namirin, bêjî bewrxwedana gêrîla, bê serok jiyan nabê civîn hate bidawî kirin .

Her wiha li navçeya Çelebiyê heman civîn hat li darxistin ,berî ku civîn dest pê bike bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan sekinîn û piştre ji aliyê endama kordînasyona kongra star ya navçeya çelebiyê ve  Fereh Yehya axaftin hat kirin  Fereh di axaftina xwede behsa jiyana şehîd saklîne kir û li ser tekoşîna wê axivî pitştî axaftina Fereh sinefuizyûna  Hate pêşkêş kirin civîn bi durişmeya jin jiyan azadî, bijî berxwedana gêrîla bi dawî bû.

Back to top button